xxxxxxx
Nehro gotibû: Eger her carê, ez xwe nas dikim ku ez zimanê Êngilîzî ji zimanê dayika xwe pirtir zanim, çavên min tijî stêr dibin.
Berî ku em li ser rojnama (Roja Nû) rawestin, em pêwîst dibînin ku em hin weşanên Kurdî yên ku di meha Gulanê de hatine weşandin bi nav bikin.
1-Kovara(Zarê Kurmancî),(24)hejmar di salên (1926-1932) an de li Rawenduzê derçûne; ewa kovarek wêjeyî, civakî, dîrokî, zanistî û hunerî bû, sernivîserê wê, Husên Hiznî Mukriyanî bû. .
4-Kovara (Hataw), (188) hejmar di salên ( ……. -1960 de ) li Hewlêrê û di heyvekê de sê hejmar derdiçûn, ewa civakî, rewşenbîrî bû, sernivîserê wê zimanzan Giyo Mukiriyanî bû .
5-Kovara (Hewlêr), di salên (1970- 1973) de li Hewlêrê mehane derdiket, tenê (11) hejmar ji wê ronî dîtine,ewê li ser çalakiyên bajêr nivîsar diweşandin, herweha jî nivîsarên wêjeyî jî di wir de hebûn, sernivîserê wê Muhemed Mewlod bû.
Em li vir dixwazin tenê li ser naveroka rojnama (Roja Nû) rawestin û rola wê di pêşketina tevgera rojnmegeriya Kurdî de berçav bikin.
Rojnama (Roja Nû) duzimanî ,1-Kurdî 2-Firansî û heftane bû, ewa li Bêrutê bi( 4) rûpelan û carna jî, ji (4 )rûpelan kêmtir bûn , ji vê rojnamê (73) hejmar bi serpereştiyê wêjevan, zimanzan û siyasetmedarê navdar Dr. Kamîran Bedirxan dihate weşandin,em di vê lêkolînê de tenê li ser behemên bi zimanê Kurdî radiwestin,
Rojnama (Roja Nû) di bingeha xwe de mîna rojnamek siyasî ji dayik bûye, lê di rastiyê de pir mijarên wêjeyî û nûçeyên şerê cîhanê yê duhem jî di wir de cihên xwe dîtine.
Wek me nivisiye; (Roja Nû) rojnamek siyasî bû, lewra jî ewê nûçeyên şerê cîhanê yê duhem jî û helwestên (Eniya Dêmoqrat) û (Eniya Faşîst) di nav rûpelên xwe de pir weşandine û bê guman ewê piştvaniya(Eniya Dêmoqrat) dikir,herweha jî ewê giringî daye ser rewşa Kurdistana Başur, Kurdistana Rojhilat û hin caran jî ewa li ser rewşên Kurdên Libnanê û Kurdistana Rojava jî rawestiye.
Em di nav rûpelên (Roja Nû) de şirovekirina Qurana pîroz jî dibînin û em wergerandina romana (Welatê Zembaqîn gewr) ya nivîskar Girîgorî Pêtrof bi çend xelekan bi wergerandina Qedrî Can dixwînin.
Hejmara yekê di (3.05.1943) û ya dawiyê di (13.06.1946) an de ronahî dîtin,ji hejmara (1 ê-12)bê dembirîn di rojên Duşeman de derdiketin.
Hejmarên (12-13) bi hev re derketin û hejmara (14) ê, piştî (2) heftan hate weşandin, lê ji hejmara (14 -23) an heftane di roja Duşemê de dihatin çapkirin.
(Roja Nû) ji hejmara (1 ê-49) an sê rûpel bi zimanê Kurdî, tîpên latînî bûn,
û (1) rûpel bi zimanê Firansî bû û ji hejmara (49-71) ê de, hejmarek bi Kurdî û hejmarek bi Firansî bû û hejmarên (72-73) bi hev re derçûn, du rûpel bi zimanê Kurdî û du rûpel bi zimanê Firansî bûn.
Em kanin naveroka vê rojnamê parve çend beşên serekîn bikin:1-Gotar.2-Wêje.3- Nûçeyên cîhanî,4- wergerandin.
Lê em dixwazin di vê xelekê de tenê li ser naverokên gotar û çîroka Qedrî can di (Roja Nû)de rawestin.
Di hejmara (1)ê de;Celadet Bedirxan gotarek bi navnîşana (Merhele) dinivîse, ew di wir de dibêje:(Di jiyana miletan de; merheleyin hene û miletê ko dixwaze bigehe tekûzî û medeniyetê û wan li xwe bike,jê re divêt bide reya wan merhelan û bi wan merhelan re re derbasbe.
Gelo miletê Kurd daye pey wan merhelan? Û heke daye; îro gihaştiye kîjanê….. ,miletê me bi gavine giran, bi gavine giraniyê tê re diçe…..
Heye ko hon bibêjin ji miletê me re,ji miletekî şûndamayî re ,ne gavine giraniyê lê gavên çargoviyê gerek in, da ko ew xwe di ser merhelan re bavêje û rojekê berî rojekê xwe bighîne miletên ko di vê bezê de bindestiya wan dike… , û belê daxwaz ev e, lê tiştê hazir û mewcûd bi awakî din e û silav li sifra hazira, berî sê sed sal E.Xanî di nav miletê xwe de digot:
Enwa,î milet xudan kiteb in
Kurdmanc bi tenê di bê hesêb in ).
Em di van çend hevokên jorîn de bi zelalî dibînin ku Celadet BedirXan tengeha pêşketina civaka Kurdî dinerxîne û ew gazinên xwe ji miletê xwe dike ku çima ew gavên xwe dereng, dereng berve pêşda davêjin , ango;ew dixwaze bi gelê xwe re bêje: Divê hûn ji xewê rabin û zû,zû gavên xwe pêşda bavêjin û ew bi hustatî nêrîn û peyvên xwe bi çend malikên Mîrê helbesta Kurdî E.Xanî jî aşle dike.
Celadt Bedirxan di cîhekî din de dinivîse:( Peyayên ko ji kirinê xwe dane paş, ew du sebeban şanî me didin 1-Tu tişt ji min nayê , ma xwendina min çi ye ko ez bikarim bi kêr bim? 2- Ma tu nabînî her kes neyarê Kurd e, tu kes arîkariya me nake,siyaseta dewletên Ewropî yên mezin hero bi awakî ye,ji bo xatirê miletên din rûyê xwe ji me badane .3-Rast e ko siyaseta dewletên mezin hero bi awakî ye…,lê ew siyaseta tu caran xwendin û nivîsandina zimanê me bend ne kiriye, lê hin kes mîna Mila Enwer ji Amedê ye , sûxteyên xwe bi hînî tîpên Kurdî dike.)
Dîsan Celadet di van rêzên jorîn de buhaneyên hin kesên qels û hin kesayetiyên tirsonek jî pûç dike û ji wan re bi vê wateyê dibêje:Erê rewş û siyaseta dewletên cîhanê ne li gor daxwazên me ye, lê em kanin bi
kêmasî û bê dijwarî li zimanê dayika xwe xwedî derkevin,ji ber ku zimanê me nasnama me ya netewî ye.
Her dîsan Qedrî Can jî nameyekê arastî xortên Cizêrê dike û ew di wir de dinivîse: (Cerkî ez dûrî we me…. , lê belê; ez mîna berê li ba we me û hûn dizanin jî, ez ji bo çi dûr ketim …, ez evînê(evîndarê) şekirê Şamê ne bûm, lê ji ber jana ku dabû cegerê min , lê ez hevalê we me, ger ez durî we bim jî, para min bêtir dibe ji kederê).
Dîsan Qedrî Can mîna çîrokekê bi awakî balkêş û bi zimanekî rewanbêj bi navnîşana (serencam)dinivîse: (…,ez xortaniya xwe,zaroktiya xwe tînim bîra xwe û ez bi vî awayî bîna xwe derdixim, bi hezar û yek hesretî dilê xwe tijê dikim û ji wan lezetek derûnî distînim) û herwisa jî Qedrî Can di vir de mirina birayê xwe Fethî jî bi bîra xwe tîne û ew di wir de xwe gunehkar jî dibîne û dibêje: (Min vêbextiyek li birayê xwe kiribû û min bi diya xwe re digot : (Fethî Êmiş ji te didize û wê dide hevalên xwe, diya me li wî xist û ew nexwaş bû û paşê ew mir, lê di rastiyê de, ew bêguneh bû û ya rast xwîşka min Êmiş ji dayika me didizî û ewê jî Êmiş dida pîrejinek çîrokbêj ya ku herşev çîrok ji zarokan re digotin).
Em di vir de çiqas baş dibînin ku nivîskar Qedrî Can; piştî ewqas salên derbazbûyî li xwe vedigere,li şaşiya xwe ya mezin poşîman dibe û ji xwendvanên çîroka xwe re dibêje: (Min bi texmîn û gumanan şaşiyek mezin kiriye, lê texmîn dewsa rastiyê nastîne). Lê em ji vê çîrokê têdighînin ku çîroknivîs bi dilşewat lêborîna xwe ji birayê xwe dixwaze û ew nameyekê ji xwendevanên xwe re jî dişîne ku ew tucarî bi gumanan vêbextiyan wek min li tu kesan nekin û mîna min niha di bin baskên poşmaniyê de derdkêş nebin .
Lê nemir û siyasetmedarê mezin Osman Sebrî di hejmara duhem de kurtegotarekê bi navnîşana (Sincî û Ol) dinivîse: (Hin kes hene ol û sincî ji Hevdu vediqetînin, lê ev nêrîna şaş e , ew herdu bi heve girêdayî ne) û O. Sebrî di vê baweriyê de ye jî, ku carna rûdawek civakî di nav miletekî de heye û hebûna wê di nav wî miletî de qenc hatiye nasîn, lê ew rûdawa bi xwe jî di nav miletekî din de şerm û fihêt e.
Em bawer dikin ku nivîskar Osman Sebrî felsefa zanistên civakî û olî baş zanîbûn û bi durbîna zanistiyê li rewşên civakan temaşe dike û ew di gotara xwe de nameyek civakî û sincî ji gelê xwe re dişîne.
Sernivîserê(Roja Nû) Kamîran Bedirxan kurtegotarek bi navnîşana (Hitler çi dixwast?) diweşîne, ew dinivîse:(… Beriya ko ev şerê mezin destpê bike,Hitlir gotibû: ( …. Ezê qiweta xwe bavêjim ser Poloniya û koka vî miletî ji erdê de rakim û eger çiqas Firansa û Êngiltera bêjin, emê alîkariya Poloniya bikin , lê ew ji tirsan re nikanin ji cihên xwe jî bilivin û destên xwe dirêj nav karên min bikin,lê piştî ku Stalîn jî bimre, emê welatê Sovyet ji hevdu cida bikin û bi vî rengî emê bibin serdarê cîhanê û herweha jî hukumetên biçûk ji min re ne giring in, ew nikanin min xemxwar bikin û emê li (Rojhilata Dûr û Nêzîk) astengî û tevleheviyan ava bikin),lê Tişirşil û Cêneral Dîgol bersiva Hitlir weha dabûn: (Şerê cîhanê hîn destpê ne kiriye),lê Hitlir giringî ne daye gotinên Tşirşil û Dîgol û ewî bi leşgerên xwe re digot:(Di dawiya vê salê de şerê me bi dawî dibe ……).
Bê guman Kamîran Bedirxan di vir de li dijî Hitlir e, ew siyaset û helwestên wî yên nazî û faşîst dicersîne û nêrîna miletê Kurd ya mirovane û dêmokrat ji civaka mirovperweriyê re berçav dike.
Di hejmara (8) an de; Qedirî Can xeleka (5) an ji wergerandina pirtûka (di welatê Zembeqê gewr) de, ya nivîskar Grîgorî Pêrtof li ser gelê Finlendî berdewam dike û ew dinivîse:(Ta(1917) an gelê Finlendî ne azad bû û ewa tanî sala (1811) ê de di bin destlatdariya Îsweçan de bû û têkeliyên Îswêçan bi nişteciyên Finlendiyan re mîna têkeliyên Awistirya bi Sirbê-Bosne hersik re bûn), yanê miletê Finlendî jî bindest bû, herdîsan gotarnivîs hîn dibêje: (Di sala (1808) an de şer di navbera Rusiya û Îsvîçê de hebû û herweha jî Elêksenderê yekê nîvî Finlenda zep kiribû, ji ber ku Finlende pir ji Mosko ve nêzîk bû û dijminên Rusiya kanîbûn pir bi sanahî hêriş ji Finlenda bibirana ser Mosko, lê li aliyê din jî Finlenda bi serxwebûn û azadiya xwe şabû).
Lê di hejmara (9)an de têkoşerê mezin û wêjevan Osman Sebrî mijarekê bi navnîşana (Zanîn û pêşketin) dinvîse û ew bi vê wateyê dibêje: (…….Milet çiqas bindest dibin, bobalatên wan yên civakî jî pirtir dibin û bobalatên me yên civakî pir in û dijwar in, lê gelên mayîn xwe gihandine bilindahiyê û em gelê Kurd ji gemiya Nûh çar bostan bi dûr ne ketine) .O.
Sebrî hîn dibêje: (Em Kurd wekî tovê hîn di bin keviran da mane û tîrêjên royê qet naghîne tovê û tov her tov dimîne, berî hezar salan em çi bûne,îro jî em hîn ev in). Di pişt re nivîskar yekser li ser cihê jinan di civaka Kurdan de weha dinvîse: (Li gel hemû miletan du hîm hene, yek jin e û yek mêr e, lê li nik me Kurdan hîmek heye ew jî mêr in,yanê wek peyayê bi lingekî lê eger jin ne xwendekar be, ewê çawa bibe hîmek !? Pêxemberê me şîret daye me ku mêr û jin jî xwendevan û zane bin,lê şêxên me gotinên Pêxember ji gel re şirove nakin, ji ber ku ew keçên xwe bi qelengan didin mêran û ew hîn dibêje: Şerma herî mezin ew e ku bavek bazarê li ser keça xwe bike).
Em di vir de baş dibînin ku O.Sebrî gelek bi şêweyek vekirî û zelal rexnên tûj arastî civaka Kurd dike;ew bi nêrînek gelek pêşverû li civaka jinan temaşe dike û şûndamayîna civaka mêrên Kurd şermeze dike û bi ser de jî ew hin Mileyên Kurdan jî di warê civakî de rexne dike û ew wan di şundamayîna gelê Kurd de berpirsiyar û gunehkar dibîne.
Sernivîserê rojnamê Dr.Kamîran Bedirxan di hejmara (10) an de gotarekê bi navnîşana (Azahî û serbestî) diweşîne, ew di wir de dixwaze tirsê ji dilên Kurdan derxîne û wireyên wan di têkoşîna niştimanperweriyê de bilind bike,lewra ew dibêje: (Ewên ku ji bo azadiyê têkoşînê dikin, ew ji berpirsiyariyê natrisin), û ew hîn li ser dîroka azadiya Emêrîka radiweste û wateya serbestiyê ji xwendevanên xwe re zelal dike,herdîsan ew jî mîna Osman Sebrî li ser azadiya jinên Kurd dinivîse û ew dibêje:(Divê mêr û jin rêzê li hev bigrin, herdîsan sernvîser li ser milet û karên milet jî dipeyive: (Divê gel bi destên xwe kar bike,lê divê ew bi xwe kesayetiyekê ji bo rêvebirina welêt vebrêje û eger gel ji karên serokê xwe ne dilxweş be, divê ew wî serokî bide aliyekî û Dr.Kamîran nimûneyekê berçav dike û dinivîse: (Emêrîka niha bi vî awayî destlatdariyê dike û bi vî şêweyî re dibêjin
(Dêmokratî ); Birîtaniya û Firansa jî bi vî şêwazî destlatdariyên welatên xwe dikin).
Dr.Kamîran Bedirxan di vê gotarê de hîn dibêje:(Miletê Emêrîkî sond xweriyê, piştî serfiraziya hevalbendan, hemî miletên diniyayê wê bibin azad ).
Di vir de Kamîran Bedirxan pir baweriya xwe bi Emêrîka anî bû ,lê mixabin siyaseta Emêrîka ya paşerojê tersî baweriyên Dr..K.Bedirxan sercil bû û
Emêrîka jî mîna hemû welatên sermiyandar û sosyalîst û di serî wan de Sovyetistana berê û Rusiya niha jî azadiya gelan binpêkirine û ew tenê li gor berjewndiyên xwe, siyasetên xwe bi rêve dibin.
Di hejmara (11) an de dîsan sernivîser dinivîse:(Ji bona xurtbûna miletekî çar merc divêtin 1-Mêranî,2-Bext.3-Zanîn,4-Dewlemendî……,lê gelek caran bext ji mêraniyê ye,lê dîsan bi zanînê peyayên kêmbext çavên xwe
vedibin, dewlemendî ji zanînê ye û bê pere û dirav tu tişt nare serî, ( Destên vala deng jê nayê) .
Em di rêzên jorîn de jî baş dibînin ku derd û meraqa Dr.Kamîran Bedirxan herdem gelê Kurd û Kurdistan e, ew çar diyardeyên jorîn bi awakî zanistî bi hev ve dibestîne û cemawerê gelê xwe bi têdayên van çar xalên jorîn agahdar dike û ew ji nişteciyên niştimanê xwe dixwaze ku ew van mercên jorîn pêkbînin.
Herweha jî sernivîserê (Roja Nû)naveroka pirtûkekê bi navnîşana (Dinyayek) ji berhema Wendil Wîlkî;nûnerê serekcimhurê Emêrîkayê Rozwelt,ji xwendevanên rojnamê rê rêdixe. Sernivêser dinivîse:(Xelkê Emêrîkayê ji vê kitêbê gelek hez kiriye û Wendil Wîlkî bi xwe di pirtûka xwe de gotiye:Xelkê Emêrîkayê dixwazin bizanibin ko wezîyeta Emêrîkayê di pêş miletên cîhanê de çî ye û ew bi awakî vekirî, rast û baqij û bê şik û şibhe bête gotin, xelkên Emêrîkayê dixwazin wezîyeta Emêrîkayê wilo bibe ko Emêrîka hisabê milyonên xelkên Rohilatê Dûr û Nêzîk û miletên cîhanê yên din bike, yên ko hero bi awakî hêj xurtir û germtir azahî û serbestiya welatê xwe dixwazin û naxwazin ko dewletên biyanî têkilî îş û karên wan bibin, xelkên Emêrîkayê dil dikin ku Emêrîka û Ûris destên hev bigrin û pev re bixebitin ….) .
Dr.Kamîran Bedirxan dîsan di vê hejmarê de gotarekê bi sernavê(Cejna serbestiyê û (14) (Tîrmehê cejna Firansizan e) û ew di vir de dibêje: (14) Tîrmehê ne tenê cejna Firansizan e, lê ew roja ya hemû gelên azadîxwaz in, beriya (154) salan û di (14) Tîrmehê de cemawerên Firansa deriyên zîndana Bastîl şikandin, hemû girtî ji zîndanê serbest berdan û daxuyanek bi navnîşana (Beyana heq û kevneyên Însana) hate weşandin û di wir de wisa hatibû nivîsîn:(Divê tukes têkilî baweriyên mirovên din nebe û divê
mirov kanibe serbest baxêve û binivîse û fikira xwe bê tirs bibêje,ewê daxuyaniyê erdê Ewropa ronahî kir ..)
Dr.Kamîran Bedirxan pir bi zanebûn û bi mebestek kêrhatî li ser (14) Tîrmehê, cejna Firansizan) radiweste, ew dixwaze tovên azadîxwaziyê di dilên hemwelatiyên Kurdan de avde û baweriya wan bi azadiyê xurtir bike.
Dr.K.Bedirxan gotina helbestvanê Firansî yê mezin Vîktor Hogo dide ber çavên xwendevanên xwe û tamarên reşbîniyê ji dilên wan hildiqetîne û dibêje :(Kuştina miletekî bê îmkan e, ev tişt ji destê tu kesî nayê, miletek mîna stêrkê ye, carna ewir dora wê digrin, lê rojek tê ev stêr ji nû ve dibriqe .).
Dumahîk heye
Têbînî: Emê cihderên kêrhatî di dawiya xelaka paşîn de binivisînin.