Herêma Kurdistanê, gavek berve serxwebûnê

Salar Salih
 
Herêma Kurdistana Iraqê – Başûrê Kurdistanê – bi
gav in tebût berve serxwebûnê ve diçe, û pirojeyê netewî yê Kurd li herêmê biser
dikeve, serkeftina vî projeyî jî vedgera siyasetên durist yên herêma Kurdistana
Iraqê , û rola aktîv ya serokê Herêmê Mesûd Barzanî di dabînkirina pêwendiyên
bi hêz ligel dewletên herêmî yên xurt.
Di vê mehê de du bûyerên pir giring li rojhilata
navîn çêbûn, a yekê paltforma aborî ya cîhanî li Urdinê (li derya Mirî) û a
didwan serdana Trump bo Siûdiya Erebî û sazkirina hevpeymana li dijî terorê.
Serok Mesûd Barzanî serdana Urdinê kir û di platforma aborî ya cîhanî de beşdarbû, û mijara referandomê ji bo serxwebûnê di platformê de raxist, herweha hevdîtinek li gel şahê Urdinê pêkanî, û li gor çavdêrên siyasî Urdin wê yek ji dewletên pêşî be yên ku wê danpêdanê bi serxwebûna Kurdistanê bikin, û ev gavek balkêş bû li ser riya serxwebûnê.
Herweha serdana serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Siûdiya Erebî û damezirandina hevpeymaniya li dijî terorê li Sûriyê û Iraqê ku ji 55 dewletên islamî pêktê , gavek e giring bû ji bo sînordanîna li rola Îranê li herêmê û birrînê destên hevalbendên wê di navçeyê de, û ev yek jî dikeve berjewendiyên herêma Kurdistanê de û projeyê wê ji bo serxwebûnê, çi ku Îran dewleta yekem bû li rojhilata navîn ku dijberiya projeyê serxwebûna Herêma Kurdistanê dikir û astengî di afirandin.
Helbet çi hêza ku bixwaze xwedî rol û paşeroj be di rojhilata navîn de , divê ne xeter be li ser berjewendiyên Amerîka û dewletên hevpeymanên wê li navçeyê, herweha pêwendiyên baş bi wan re ava bike, di vî aliyî de herêma Kurdistana Iraqê bi siyaseta xwe ya hişmend û tebût dikarîbû baştirîn pêwendî bi hevpeymanên Amerîkayê re li navçeyê ava bike, serok Barzanî jî bi roleke mezin rabû di serkeftina van pêwendiyan de, lewra çavdêrên siyasî dibînin ku serxwebûna herêma Kurdistanê pir nêzîk dibe, çiku biryar e ku referandom di payîza têde lidarkeve (25 îlonê), û guman heye ku serok Barzanî serxwebûna Kurdistanê di Newroza 2018 an de ragihîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di nêrîna min de baştir e ku em helbestvan bi kurtî di çend rêzikan de bidin nasîn:H.M. Hebeş di sala 1970 de li gundê Şiyê,gundê helbestvanê nemir Hamid Bedirxan li navçeya Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.Ew jî mînanî pir hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zor û setemên rêjîma dewleta…

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…