Helbest u Vidyo

Ferman

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
           Eylûl – 1996
Îro dîsa jî ferman e
Fermana gul nêrgizan e
Fermana reş û pir qirêc
Birîna merxên biran e!
Dax dibe kezeba min, te!
Lewra welat perîşan e!
Fermana Kurd, bo Kurdan e!
Ew ên bê ap, ew ên bê xal.
Dîsa jî hatin xapandin
Mixabin bi fêlên dijmin!
Carkedin fermana xwe dan
Destûra nemana xwe dan!
Vêxistin  agirê kînê
Fermana hêsîriyê dan!
Vegirtin reşkonê şînê
Destûra hejariyê dan!
Dewsa ku destan bidin hev
Av bidin dara yekbûnê
Bihêz kin nirxên netewî
Avedan bikin niştîman
Fermana rojreşiyê dan!
Dîsa tên hêsirên xwînê
Ji çavên Silêmaniyê
Ji Kerkûk û Xaneqînê
Ji Dihok, ax  ji  Helebçê
Ji çavên mêr û jinên çê
Ji Soran û Çemçemalê
Ji Hewlêr û ji Şengalê!
Duh bû komkujiya Sedam
Îro pevçûna birayan!
Ay xwedawendê dilovan!
Êdî taqeta me nema!
Lê kîngê wê tijî bibe
Ew cêrê kûrê sebra te?

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…