Dîlana Kurmancî Venerînek di 30 Stiranên Gelêrî de

Pirtûka Dîlana Kurmancî, yekem
pirtûk e ku behsa mijara Stirana Gelêrî li Rojavayê Kurdistanê dike bi awayekî
zanistî û ekademî, û ronîkirina wê bi venerînê û nîşankirina taybetmendiyê wê.
Ev pirtûk
30 stiranên gelêrî ên taybet bi dçlana Kurmancî li xwe digre, her stiranek û
noteya wê, meqamê wê, şirove û vekolîna wê noteyê pêre hatiye.
Dîlana Kurmancî, li herêma Cizîrê
li Rojavayê Kurdistanê, û li nav gelek ji eşîrên Kurdan li Bakurê Kurdistanê, û
hin dibêjin ku eşîra Omeriya jêdera vê dîlanê ne, lê hêîna tu lêkolîn nehatine
nivîsandin ku vê yekê piştras bikin.
Sazbend û amêrên muzîkî ku bikar tên di stiranên Dîlana Kurmancî de sazbend û amêrên gelêrî yê mêjîn in: Kemançe – Def û zirne – Tembûr – û niha (Bizqa kehrba).
Hin stranbêj ev cure ji stiran û dîlanê ji xwe re kirin kar û taybet bûn bi wan, û hin ji wan stiran ji bo vê dîlanê nivîsandin weke Ûsivê Çelebî yê ku koça xwe ya dawî di sala 1963 de kir, ku pir ji stiranên vê dîlanê li ser navê wî tên destnîşankirin; û hem jî Se`îd Yûsiv, Mihemedê Kinê, Mihemedê Remo û Ebdulqadir Silêman.
Herweha gelek stranbêj hene navdar in bi vê dîlanê weke: Xidirkê Omerî, Hisênê Omerî, Hiznî bavê Adil, Şefîq bavê Re`d, Se`îdê Bêrtî, Se`îd Gabarî û Şikriyê Fafê…Hd.
 
Di dawiya pirtûkê de, ferhengokek bi navê gotinên muzîkê û wateyên wan bi zimanê Erebî û Kurdî hatiye.
Pirtûk ji 151 rûpelên naverast pêk hatiye, û ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî û li çapxaneya wê hatiye çap kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî weke dezgeheke taybetmend bi geşepêdan, komkirin, erşîfkirin, belavkirina Kelepûr û Floklorê Kurdistanê hatiye damezrandin. Pişka (çap û vekolînê) di vê dezgehê de her ji destpêka karê xwe de, çarçeveke zanistî û cêgîrî ji bo karên xwe destnîşan kiriye, û hewl daye ku berhemên xwe weke çavkaniyeke zanistî di erşîfa pirtûkxaneya kurdî de, kelk bi tiwêjeran û lêkoleran bighîne. Ji bona vê mebestê, bi hemahengî li gel kesayetî û şarezayên biwarê ferhenga Kurd û Kurdistanê, projeyên xwe cih bi cih dike, tevî wê, ew nivîs û lêkolînên ku ji aliyê nivîskarên din jî dighên ber destê wê, weke tevahiya projeyên xwe karê zanistî û hunerî ji bo wan dike û dide ber çapê.
 
Yasîn Hisên
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî- Silêmanî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…

Konê Reş

Wek ku diyar e Kurdistan bi erdnîgaeriya xwe, cil û bergên welatiyên xwe û zimanê xelkên xwe di nav xelkên cîhanê de tê naskirin.. Neyarên wê jî, ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê Kurdî kirine û dikin.. Di vî pêvajoyê de, ji şopandina min ji kovara…

Fewaz Ebdê

Di pêvajoya dîroka romanê de, her jin babeta berfereh û giring bû.. ji babeteke çîrokî /vebêjî sade hilkişiya ta ku bû kesatiyeke xwecihgirtî, zana û weha jî bû zîlana wutara romanê.. lê di civakên xweparêz /klasîk de, ne bi wê hesaniyê ye ta ku ev veguhêz pêk tê! Di civakên…

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…