Can Birahim û Dîwana LORÎN

Konê Reş
 
  LORÎN; yekemîn dîwana helbestvan Can
Birahîm
e. Ev Dîwan di serê vî meha tîrmehê de li Qamişlo bi çapek taybet
hatiye çap û belavkirin. Dîwan ji 128 rûpelan pêk tê; ji diyarî, pêşgotin û 10
helbestên di nevbera kut û dirêj de ye.. Pêşgotin, min nivîsandiye û da ku
dirêj nekim û serê we neêşînim, fermo pêşgotina min ji Dîwana Lorîn a mamoste
Can
Birahîm re daniye bixwînin:
(Ji berî du salan ve
ye ku min Can Birahîm nas kiriye. Bi wê naskirinê re, her heftî  carekê du caran rêka xwe bi min dixîne,
tûrikê xwe ji helbestên nû li ber min radixîne.. Ez jî, bi guhdariyek
berpirsyane li helbestên wî guhdarî dikim û gelek caran bi gotinên wî ji şîn û
şadiyê û bi hestê wî re hatime hejandin.. Wek ku kêfa min ji şêweyî hunandina
wî û ramanên wî ji helbestê re hatiye, ji kêm helbestvanên din re hatiye.
  Helbestên wî bi nûjeniyeke xweş hatine ristin, ne kêmî nûjeniya helbestên pêşketî di nav cîranên me de ji Ereb, Ecem û Tirkan. Ji xwe helbestên wî bi gotinên kurdî yên orjînal û watedar xemîlandîne û bi zimanekî hêsan û nerim ku tev celebên xwendevanan têde digihêjin, hatine nivîsandin.
  Eger dirêjbûnê di hin helbestên wî de dibînim û di hina de jî bêtir kirasê herêmî ku bi Kobanî ve girêdayî ye xuya dikin. Ev herdû şanik hinekî ji nirxê helbestê kêm dikin. Xwezî di helbestên hatî de hayê wî ji vê yekê hebe. Ji ber ku heyamê me heyamê lez û bezê ye, ew dema zêde bi mirov re nîne ku helbesta dirêj bixwîne û çax û demê xwe pêre derbas bike..
  Can Birahîm yek ji wan kesên ku civaka xwe dişopîne, bi welatiyên xwe ve girêdayî ye û hewl dide ku wan ji nêzîk ve nas bike. Ji xwe çendî nivîskar bi civaka xwe ve girêdayî be, wiha wê berhemên wî duristir bin û bêtir bêne xwendin.. Ji xwe pêwistiya me bi xwendevanan heye.
  Wek ku ez zanim helbest; çand û felsefeya mirovê helbestvan e. Dîtin û hêviyên wî ne, ji pêşketina civaka wî re.. Helbestvanê afrêner, ew mirovê ku rewşenbîriya xwe, serwextiya xwe bi rengekî helbestî dihûne û têde felsefeya xwe ya jiyanê, ji evîn, hezkirin û kul û xeman li ber welatiyên xwe datîne.. Can Birahîm yek ji van mirova ye.
  Helbestvan Can Birahîm di sala 1969an de li Kobanî, gundê (Qeraçê Şêxan), çêbûye, xwendina seretayî, navendî û lîse li bajarê (Reqqayê) bidawî anîye, lê her têkiliyên wî ji gundê bapîrê wî û civaka Kurdî ya orjînal qut nebûye û hez zimanê kurdî kiriye û bi ziman û ferhenga kurdî ve hatiye girêdan.
  Di sala 1988an de di bin bandora kalikê xwe (Hemûdê Mislim) û helbestvan (Yûsivê Berazî) de xwe berdaye meydana hunandina helbestê û têde biserketiye.. Li gor şopandina min jêre; eger berdewam bike wê cihekî xwe yê bilind di Kurdistanê de bibîne.
  Naxwazim di pesnê dîwana Can Birahîm de liqata tîpên ziwa bikim û tîpan bi kotekî durêzî hev bikime, helbestên di nav destên we de xweş bersivin ji pesnê min re).
Konê Reş, Qamişlo, 12/7/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…