
Zozanê
deh rojên dawî şopand. Hinekan bi tirs, hinekan bilez, hinekan bi xweşî û
hinekan jî bi reşî. Medyaya cîhanî hemû, gav bi gav, xulek û saet, rojname,
radyo, televizyon roj û şevê referandum kirin karê xwe yê yekemîn û sereke.
Rast û derew, piçûk û mezin, ser û bin tevli hev dikirin.
Helbesta Şêrko Bêkes dihat bîra min: “Kurdek û kîsek tûtin û çend lib mewîj, tifing û latek, û bera cîhan bê cîhan tev.” Di 24ê vê mehê de ango roja berî referandumê, li bajarê Bochumê li Almanyayê wek semînareke vekirî Şepêla Pêşeroj a Kurdî li Sûriyê li darxist, babet bêguman li ser vê nûçeya herî girîng bû.
Pir babet hatin gengeşekirin lê ya sereke ew bû ku biryarên dîrokî hewceyî serokên dîrokî ne, nexwe çima ev li Kurdistana Bakur çênebû? Mane li wir jî çiya hene û li wir jî milet heye, dêmek raz di kesayetî û karêzma serok Mesûd Barzanî bi xwe de ye. Wisa jî serok ji nav miletê xwe derneket, nereviya, neçû Ewropa yan jî devereke din wek gelek serok û sekreterên partiyên me yê din!
Cîgirê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Patrick M. Shanahan wiha got: “Me xwest em pêkanîna referandumê bisekinînin, nehêlin çêbibe, lê em têkçûn, niha referandum çêbû, pêkhat, milet gotina xwe ya dawî got, vêce em razî bin yan jî na, projeyeke mezin li benda me ye ew jî ev e ku divê em fitîla şer rakin û vemirînin, wisa jî diyalogek berfireh ji me tê xwestin ku em ava bikin di navbera Bexda, Enqere, Tehran û Hewlêrê de.”
Dema jê pirsîn ma hûn ê encamên referandumê erê bikin? Keniya û got: “Gel gotina xwe got. Referandum bû rastiyeke eşkere û divê em wisa pê re bidin û bistînin, ka çi sûd heye eger em encaman erê nekin?” Rojnamevanê Erebistana Siûdî Cemal Xaşiqçî dibêje: “Egera redkirina wî ji referanduma ku li Herêma Kurdistanê çêdibe ew e ku niha li herêmê nîr û dem û karûbar tevlîhev in, nexwe ew ne li dijî mafê Kurda ye.”
Wek bersiva Dr. Xweşnav Silêman ku ewî berê li ser vê meselê jê pirsîbû, Dr. Kirîkor
Bi rastî Fransa, Ingilîz, Netewên Yekgirtî, hemû dibêjin em bi mafê Kurdan re ne, lê niho ne dema wê ye. A rast îro pêkanîna şerê terorê ye. Wisa jî Rûs dibêjin, em rêz û hurmetê ji mafê Kurdan re digirin lê em yekbûna xaka Iraqê jî li ber hesêb digirin. Ka me çi fam kir, tev dibêjin “mal mala te ye lê nêzîkî firaxan nebe!”
A rast xwendevanên delal wek kak Mesûd dibêje: “Gelek astengî wê bêne pêşiya me lê bi vîn û yekîtiya me, bi hêza miletê qehreman emê biserkevin. Helbet em jibîr nakin û dîsa em tekez dikin ku emê bi awayekî bihêz li ser şerê terorê berdewam bin. Bijî serxwebûna Kurdistanê, bijî mafê rewa yê Kurdistaniyan.