Helbestvaniya Apo Osman Sebrî Di 24 Saliya Koçkirina wî de

Konê Reş
 
  Bi min xweş e ku em îro bi hev û din re 24
saliya koçkirina Apo Osman Sebrî bibîr bînin. Di rojek mîna (11.10.2017)de,
berî 24 salan apo Osman Sebrî ji nav me barkiriye.. Ew di sala 1905an de li
Kurdistana bakur çêbûye û di sala 1993an li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê û li
gundê Berkevirê, nêzîkî Derbasiyê hatiye veşartin. Sed mixabin, ku roja îro di
ser 25 rêxistinên Kurdên sûriye hene û tev ji bin kurkê wî hatine der, rojekê
yek ji wan neçûye serdana gora wî û kulîlkek li ser gora wî dananiye..!
 Bi helkeftinê bi min xweş e ku ez helbestvaniya Osman Sebrî raxînim ber çavan:  Wek ku ez serwextî jiyan wî me, bi tenê çend berhemên wî yên wêjeyî hatine çap kirin: Bahoz û Derdên Me/ 1956, vê paşiyê jî Bersiva Hoşeng/ 1977. Di sala 1991ê de jî, rehmetî Hemreş Reşo, helbestên wî di dîwanekê de li Almaniya dane çap kirin.. Li gor xwendina min ji helbest û gotarên wî re û li gor ku helbesta kurdî a nûjen bi weşana kovara Hawarê û helbestên mîr Celadet, Dr. Kamiran Bedirxan û Qedrî Can destpêkiriye, ez Osman Sebrî di pey Qedrî Can re dibînim, ango berî Cegerxwîn. Ji ber ku Bahoza Osman Sebrî berî Kîme Ez! a Cegerxwîn çap û belav bûye. 
 Eger Cegerxwîn bi dîwana xwe Kîme Ez/ 1973, wek helbestvanekî nûjen hatibe nas kirin, Osman Sebrî berî wî bi gelekî, ji heyamê Hawarê ve wek helbestvanekî ku li ser şopa Qedrî Can dikulkulî, hatiye naskirin. Lê di baweriya min de herdu jî (Cegerxwîn û Osman Sebrî) ji kilasîkan e û pirek qewînin di navbera kevin û nû de. Ji ber ku pirraniya helbestên wan kilasîkî ne, bi tenê hin caran nûjen hunandine.. Eger Osman Sebrî di hunandina helbesta nûjen de berdewam kiriba, bêguman wê, ew mîrê helbesta kurdî a nûjen ba berî Qedrî Can.. Lê mixabin siyasetê ew di nav pêlên xwe de revand û wiha dûrî wêje û toreyê ket… Dawî ez dikarim bibêjm ku hersê jî (Qedrî Can, Osman Sebrî û Cegerxwîn), di warê helbesta nûjen de şagirtên mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan in, ewên ku serwextî nûjeniya toreya Ewropî bûn û wan şagirtên xwe bi wê nûjeniyê fêr kirin…Wek wefadarî ji bîranîna wî re, ez ve helbesta wî ya ku bersiva Qedrî Can daye, ji bîranîna wî re dikim diyarî:
 Jiyîn xweşe bi xurtî
Li Kurdistan bi Kurdan
 
Bav û biran; çi bikim?
 Hemû min tê bi dirdan.
 Min dil tu car ne nail
Min zar tu car ne kalî
Bi dil hişkî, bi lalî
Sînga xwe da ber rimanî
Min îşev dît xewna rast
Deng û gazî çi xweş hat
Digot rabin Kurdino!
Tev biran û tev xwehan.
De rabin li me tu zanî
Rim nîne giş nizanî
Xopan kirin Kurdanî
Ev teral û nezanan
Hawarê, xweş awakir
Dilê Kurdan pê şakir
Zar û ziman ava kir
Jîn û xweşî belav kir.
 
Osman Sebrî 
Kaniya Ereban, 18/5/1932
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..