Mam Celal di dîrokê de

Bavê Zozanê
 

 1933.12.meha mijdarê
zayîna Mam Celal e. Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê
“YNK”Navê wî yê rast : Celal Husamedîn Nûrelah Nûrî Talabanî. Li
gundê Kelkan ku dikeve raserî çiyayê Kewsert ê , nêzî gola Dokan ê, li
parêzgeha Silêmaniyê. 
1947 an de bi temenê 14 salî Mam Celal tevlî Partî Dîmoqratî kuridistan bû bi
seroktiya Mela Mistafa Barzanî.

 1951 ê de bi temenê 19 salî Mam Celal bû endamê komîta navendî di partiyê de. Wisa jî endamê damezanerbû di avakirina Yekîtiya Qutabiyên Kuridistanê de.
 1952 an de Mam Celal xwendina xwe a sereke li Kerkûkê qedand.
 1953 an de  Mam Celal derbasî Kolîca Mafnasî li Bexdê bû. Mam digot mi dixwest ez dextoriyê bixwênim, le ji bo çalakiyên minî ber bi çav û karê minî polotîkî – siyasî – ez redkirim. 
1955 an de Mam Celal wek serokê komîta Qutabiyên Kurdistanê çû kongirê Qutabî û Xortan yê Cihanî li Mosko yê. 
1956 an de Mam celal ji tirsa girtinê ji ber çalakiyên wî di Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê de dev ji xwendinê qeriye.
 1957 an de Mam Celal çû Mosko û Şamê bo pirogande çêbike bo avakirina dewleta Kurdistanê di bin siya Partî Dîmoqratî Kurzistan de bi seroktiya nemir Barzanî. 
1958 an de Mam Celal dîsa vegeriya xwendina xwe li Zanîngehê. 
1959 an de Mam Celal xwendina zanîngehê tewa kir, piştre çû leşkerya neçar ,di kolîca top û tangan de cî girt, wek serdarê timê çek û mertalan leşkerya xwe qedand. 
1961 ê de Mam Celal Talabanî hevbeşbû di serhildana Kurdan de dijî ferwrya Ebdulkerîm Qasim. 
1963 an de Mam Celal wek serokê komîta kurdî hat nîşankirin bo geftugoyan bi serokê ferwerya nû re Ebdulselam Arif re bikê.
 1963 dîsa bi komîta ferwerya nû re Mam Celal çû Misrê qene serokê Misrê Cemal Ebdulnasir, ji bo otonimîya Kurdan agehdarbikin. Wisa jî Mam Celal karîbû Cemal Ebdulnasir bi vekirina radoya kurdî li Qahire razîbikê. 
1964 an de dijberiyek tund û kûr “ramanî û polotîkî”di nêv bera Mam Celal de û Mela Mistefa Barzanî de derket holê,bi sereoktiye siyasiyê navdar Ibrahîm Ehmed. 
1965 an de Mam Celal ji Partî Dîmoqratî Kurdistan veqetiye, wek baskekê polotîkî cuda bixwe avakir. 
1970 ê de Mam Celal tevgera xwe herifandin, sekinandin dema emzekirina “lihevhatina Avdarê” di nêv bera Partî Dîmoqratî Kurdistan û ferwriya Iraqî de, piştî guhartina – Inqîlaba – ku partiya Bais pê rabû û deselat zevt kir. 
1970 ê sala zewaca Mam Celal bi xanim Hîro re keça navdarê siyasî Ibrahîm Ehmed. Du zariwên mam Celal jî hene, Qubad û Bafil. Hêjaye gotinê ku Mam Celal bi sê zimanên din pêvî Kurdî di peyivî Ingilîzî, Farisî û ji xwe Erebî jî. 
1975 an de Mam Celal YNK Yekîtiya Niştimanî Kuridistan damzirand bi alîkariya çend hevalên xwe ve wek :Adil Mirad, Fuad Masûm, Noşêrwan Musrefa, Elî Eleskerî,Abdulrezq Feylî.
 1976 an de dîsa Talabanî dest bi karê leşkerî kir ji parêzgeha Silêmaniyê dijî ferweriya Iraqî ku yarmetî ji rêjîma Şah ji Îranê werdigirt wisa jî rêjîma Bais ji Şamê. 
1988 an de û piştî şerê Helpçe Mam Celal mecbûr bû dev ji Kufdistanê berda, çû Iranê.
 1991ê Mam Celal vegeriya Bexdė piştî şerê talana Kiwêtê û şikestina Sedam di cenga kendava dıwem de sala 1990 î. 
1998 an de lihevhatina aşîtiyê li Washington ê hate emzekirin di nêv bera herdû partiyan de PDK û YNK wisa ev lihevkirin bi hêztirbû di girêdana rûnişitina yekem de ya berlemanê Kurdistanê, ku Mam Talabanî doza qedexekirina şerê nav xweyî di nêv Kurdan de kir. 2005 an ta 2014 Mam Celal bû serokomara Iraqa fidral. 
2007 an de Mam Celal çû welatê Ordinê bo nexweşiyê. 
2008 an de  Mam Celal çû welatê Amerîka ji bo nexweşiya dil. 
2012 an de Mam Celal rastî nexweşiya seknandina mêjî hat -xwînrêja mêjî – ew birin welatê almanan bo îlacê.
 2014 an de Mam Celal ji Alamanya zîvirî Iraqê dema ku ji nexweşiya xwe şiyar bû piştî ku salek û nîvê li wir ma. 
2017di 3 cotmehê de roja sêşemê de dilê Serok û pêşmergê me Mam Celal li Berlînê welatê Almaniya sekinî pîşt(83) ji danê. Ku ew 12 meha îlona vê salê gihiştibû Berlînê wek serdaneke normal bo vedîtina nexweşiyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…