Helbest u Vidyo

Dayê

Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan)
Almaata
1999
 
Koziya
hesreta dayê
Ji
kezebê qet dernayê
 
Dikim
ji bîr bikim, nabe
Hewar
ji dest vê sewdayê
 
Dibêm dayê! Dayê nayê
Bela ware vê dinyayê-
 Ji hev destê miyê, berxê
Diqetîne bêwefayê
 
Ji min istand feleka pîr
Meçêtira xweda dayê
 
Bê dayê ez ker û gêj im
Şikand baskêm vê qezayê
 
Bi min şîret dikir her roj
Wê tûtiya şekirxayê
 
Li ber landikê diya min
Bi şev, rojan bê xew mayê
 
Hezarî, yek sipas nabe
Bo dayîka emekdayê
 
Dayê ewqas dilovan bû
Bihişt ma binê piyayê
 
Hêvîdar im ez ji dayê
Tika bike ji dergayê
 
Nizane sêwîtî çî ye
Yê diya wî dibê hayê
 
Pir bê rewş e baxê jînê
Bê nebûna gula dayê
 
 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…