Sûriya Sibe

M. Bengo
 
Dema
ku ev sînor ji Sûriya re hatin danîn ne bi destê miletê Sûriya yê bû , û ne bi
kêfa wan bû , lê belê hevpeymana (Sayks Bîko ) li gor berjewendiyên dagîrkeran
ev sînor danîn û pê herêma rojhilata navîn li hev parkirin. Hêjaye gotinê ku wê
demê perçak ji milet û xaka Kurdistanê ket çarçewa wî welatê nû ku navê Sûrî lê
hat kirin . Ev tişt dide xuyan ku Sûriya bi sînorê xwe yê îro perçak jê
Kurdistane û perçake dî Erebistane.
 Kurd li Sûriya hevparbûn di berevaniyê de û hevparbûn di dana pakrewanan de di ber xak û serxwebûna welêt de , lê mixabin piştî serxwebûnê kurd man bê par û hinohino mafên kurd yên netewî hatin  çewisandin.  Rêjîma Sûriyê , û bi taybetî  piştî  dagîrkirina partiya Ba`as ji Sûriyê re, dest bi pîlanên bişaftina kurdan kir ji ber di nerîna wan de çi kesê ku di çarçewa sînrê Sûriyê de dijî Erebe.Bingeha navendîtiyê di desthilatdariyê de hat danîn û roj bi roj rêjîmê alavên man , berevanî û xurtkirina xwe avakirin . ji bilî gelek şaxan ji hêzên ewlekariyê her hevwelatiyek Sûriyê sîxurek jêre kirê kirin û bi kotek û zora wan hêzan tirsek mezin çandin û bi bikaranîna serkutkirina hovane rêjîmê her tişt xist dest xwe û hemû dezgehên welêt kirin qalikin vala û bê biryar û bûn sîkek ji dictator re , û bi vî awayî hêza Sûriyê, li şûna ku karê wê parastina welêt be,karê wê bû parastina rêjîmê û bi taybetî parastina serokê rêjîmê yê ku Abor , leşkerî , dadgerî û her tişt di welêt de xistibûn destê xwe .

 
Li gor serpêhatiyên cîhanê , û bi taybetî Rojhilata Navîn , desthilatdarên navendîtî û tolîtar herdem dictator çêkirine . Ev reng û şêwe ji desthilatdariyê , wek piraniya desthilatdrarên Rojhilata Navîn , ji hêlekê sedemê paşketina welata ye , Ji alîkî dî ve sepêhatiyên welatên pêşketî didin xuyan ku xweşî , pêşketin ,geşpêdan, jiyana hevbeş ya aram , hebûna derfetên kar , paqijî , mafên mirovan …..hd  tev ji encam û berhemên desthilatdarên dimuqrat û nenavendî ne.
 

Di cîhanê tevdî  de   nimûneyên desthilatdarên fedral serkeftî ne. Di her warî de û bi taybetî di welatên pirnetew de wek Swêsra û heta di welatên yeknetew de jî wek Imaratên Erebî. Li gor vê nerînê û rastiyê mirov dikare avabike ku Sûriya nû pêdiviye ku nenavendayetî be û nemaze ku ew neyeknetew e ji ber wilo jî şêweyê fedral yan nenavendayetî  ew e  yê herî rast  ku di siya wê de tê tekezkirin ku herkes bighê armanc û mafê xwe û Kurd jî weke milet bibe hevparê miletê Ereb û kêmneteweyên din û bi mafê xwe yê netewî yê  rewa   şabibe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…