PKK û “benîştê” yekîtîya neteweyî

Hoşeng OSÊ
 
Rojek
derbas nabe ku PKK yan jî berpirsekî vê partîyê daxwûyanîyekê derdixe û banga
yekîtîya neteweyî li partî û rêxistinên kurdan dike. Dema mirov li van bang û
daxûyanîyan dinere, hestek li cem mirov peyda dibe ku êdî tenê PKK bûye bav û
dîya yekîtîya neteweyî ya kurdan û hemû rêxistinên din yên kurdan tev li dijî
vê yekîtîyê ne!. Lê dema mirov li rojev û dîroka PKKê vedigere, baş têdigihêje
bê heta çi radeyê bi navê banga “yekîtîya neteweyî” PKKê zîyan gihandîye doza
kurd û Kurdistanê.
“PDK destekê dide dijminatîya kurdan” ev “şirove” di ajansa nûçeyan a firatê ANFê de ku ya PKKê, di roja 26/2/2017an de hatîye weşandin. (http://anfkurdi.com/rojane/ pdk-desteke-dide-dijminatîya-kurdan). Çîye? Ne çîye?! Çima Serokê Herêma Kurdistanê M. Barzanî diçe Tirkîyê?! Jiber ku dewleta Tirkîyê û AKPê zilm û zordarî liser gelê kurd dimeşîne. Ev jî rast e. Lê van camêran zû ji bîr dikin ku berî 2 salan serokê PYDê Salih Muslim, du caran hate Tirkîyê û bi MITê re rûnişt. Wê çaxê jî dewleta tirk û AKPê çewisandin û zilm liser kurdan û HDPê dikir! Li gorî nirxandina ANFê dêmek serokê PYDê jî destekê dide AKPê dema qebûl kir were Tirkîye. Ji wisa zêdetir û dûrtir, Ocalan nêzîkî 20 salan di himbêza rêjîma Hafiz Esed (BAAS) de ma. Qey wê çaxê H. Esed bav û brayê kurdan bû!? Qey rêjîma BAAS zilm û zordarî liser 3 milyon kurd nedikir!? Ne tenê wisa jî, Ocalan hingî pesnê H. Esed dida, hindik mabû helbestan liser qencî û başî û qehremanîya Esed binivîsîne!
Li gorî dîroka vê rêxistinê, PKKê hîna berî ku xwe bi şêweyeke fermî di kongreya xwe ya 1ê de sala 1978an bi naskirin, şerê êl û eşîrên kurdan li Hîlwan û Sîweregê kir. Wê çaxê M. Karasungur berpirsê leşkerî yê PKKê bû. Piştre di salên 1979-1980 PKKê şerê partî û rêxistinên kurdan kir, mîna (DDKD) û (KUK). Her wiha mirov dikare bêje ku derba 12ê Eylûlê şerê di navbera PKKê û partîyên din yên kurdan bi dawî anî û eger ne ev derbeya bûya dibe ku PKKê koka partîyên din bianîya.
Rojnameya fermî û navendî ya PKKê “Serxwebûn” di rûpela 16an ji hijmara 20, tebaxa 1983an de xal û bendên peymana ku di navbera PKKê û PDK de hatibû morkirin, belavkirîye. Ew peymana ku ji 11 xalan pêktê, ji alîyê serokên herdû partîya A. Ocalan û M. Barzanî ve hatîye morkirin. Di peymanê de gelek xalên girîng û xweş û baş ku xizmeta yekîtîya netewî dikin hene. Lê xalên herî balkêş ev in:
 7 – Rizgarîya neteweya Kurdistan, li her beşî bi hêzên gelê wî beşî bête rêvebirin….
8 – Bi binaxeyî her rêxiraw, partî, xebatê li beşê xwe rêve bibe, li beşên din komek û hêzên bi xwe ve girêday çêneke, belê bîr û bawerîya hevkarîyê û tufaqê bi xurtî li nav hêzên rizgarîya netewî li her beşî bê xwestin…
9 – Têkoşîna îdeolojîk ku di navbera wan partî û rêxrawên de ku li Kurdistanê hene tê kirin , divê ne bi terzekî ku peywendîyên wan têk bidin û nekevin xizmeta dijmin. Divê em bîrûbawerîyên rizagrîya netewî bi vê yekê girêdin û gîr û griftên ku di nav rêxrawan de hene, yan jî nû derdikevin divê ne bi çek, bi giftugo rakin…
10 – Destdirêjî nebin di karê rêxrawan de. Divê layangirên wan karan nebin ku zîyanê bigihîne yekîtîya partîyan, rûmet û rêzgirtina serxwebûna îdeolojîk, polîtîk.. divê were girtin.
11 – Di kiryara pêkanîna van dîtin û bendên ku li jorî me dîyarkirin, eger şaştî û xeletî rûdan, divêt berpirsên herdû alîyan hev agahdar û hişyar bikin, û eger agahdarî û hişyarî berçav neyê girtin, hingî her yek di xebata xwe de serbest û azad e.
Dema mirov têkilîyên di vanbera PKKê û PDKê de ji sala 1983an ta 1992an binirxîne, helbet dê bizane ka bê kî û ta çi radeyê peymana di navbera herdû partîyan de binpê kirîye. Di kongreya xwe ya 4an, sala 1990î de PKKê biryara hukûmeta şer li “Botan-Behdînan” stend û ji vê biryarê re gelek propagede kir. Ango PKKê herêma Bahdînan ku beşeke ji başûrê Kurdistanê ye, weke herêma şer girêdayî xwe îlankir!.
Di sala 1991ê de, PKKê li Başûr partîyeke girêdayî xwe ku navê wê Partîya Azadîya Kurdistan – PAK demezrand. Di sala 1994an de PAK bû Yekîtîya Neteweyîya Demokratîk a Kurdistanê YNDK. Ev partî perçe bû. Piştre PKKê, partîyeke nû girêdayî xwe bi navê Partîya çareserîya demokratîk yan Kurdistan – PÇDK çêkir ku niha bi şêweyeke fermî li Kurdisan û Iraqê kar dike.
Tim hêzên PKKê li Başûr 10 qatî hêzên PKKê ku li Bakur in. Baş tê zanîn ku herêmên Qendîl, Heftanîn, Xwakurk, Metîna, Zap, Garê…, û niha jî navber 1500 heta 2000 şervanên PKKê li herêma Şengal û Mexmûr hene. Ev tê çi wateyê? Tê wateya ku PKK  dike Kurdistana Federel  ya Iraqê têxe bin destê xwe. Ev jî rast e ku PDK di payiza 1992an de digel artêşa Tirkîyê şerê PKKê kir û PDKê û M. Barzanî gelek caran rexneyên tund li rewşa reş kir û sozda ku ew rûpelên reş dubare nebe.
Baş e yabo, dema PKKê bi roj û şev û bi vê dilgermîyê û dilsozîyê bangên yekîtîya netewî dike çima şerê “dewleta neteweyî” dike!? Ango, li ser vê yekîtîya neteweyî ma PKKê dê çi ava bike? Eger ne dewleteke neteweyî be dê çi be!? Dê “xweserîya demokratîk” be, gelo? yan jî dê “konferderalîsma demokratîk a Rojhiltata Navîn” be?! Bi gotineke din; çawa PKKê digel yekîtîya neteweyî ye û li dij dewleta neteweyî ye!? Çawa PKKê banga yekîtîya neteweyî dike û di eynî demê de, li dij bîrûboçûnên netewî ye û bîrdozîya netewayî weke tişteke şûndemayî û kevneperest dibîne!?
Di encamê de û li gorî rewş û rojev û dîroka PKKê, ev partî tenê bang û daxwazên yekîtîya neteweyî êdî weke “benîşt” bi kar tîne û hina gelek kesên reben hene ji qirçeqirça vî “benîştî” bawer dikin.
———-
Jêder: heftenameya BasNews (BasNûçe) 6-12 Adarê 2017
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…