Rezoyê Osê, nivîskar, helbestvan û rexnevanê kurd.. Di bîranîna xwe ya heftemîn de.

Samî Mela Ehmedê Namî

Gelo Rezoyê Osê di
pirtûka xwe ya bi navê ”Berhemên Rezoyê Osê Koma 1 , rûpel 16”, de çi daxazê li
nivîskar û rexnevanên zimanê kurdî dike?.

Rezo dibêje:
… Eger em dixwazin
pêşketinekê diyar û berçav têxin wêje, çande û tora Kurdî de /bi kêmanî zaravê
Kurmancî /, divê em bi hev re hişk bin, lê ji hev re ne serhişk bin. Divê bi
hişkî gewre û dilekî mazin li rexne û rexnegirtinên hev binerin û wan bi
dilxweşî, bi dilşadî wergirin, Ji ber ku gava pêşî di riya pêşketina torevanî
de, bi vî rengî dest pê dike.
Lê eger em bi bihntengî û sergermî bi hev re bimeşin, wê firaza me ne paqij be, wê qezincên me beyhode bin û wê ziyanên me jî pir û mezin bin.
Em in, hêvî, em in mûjde, di vê taristana toreya Kurdî de. Belê. Li gor kar û zanîna xwe, em dikarin vê taristanê, bi mûm û findan, ji hev bela bikin. Lê divê ku em, vî agirî, di şerên beranî de, bi bedena xwe nexin.
Îro roj karin hêja, di vê riyê de, dibin. Lê mixabin ku xav û xil, ji ber ku bê semyan in, dimînin. Loma “Pezê bê şivan diterqe” û ” Hespê bê reşme nayê ber bêr”. Wilo jî, ”Ava cobaran nekevê makeciwê, winda dibe”. Belê, divê em xwe ji warê bêsemyanî û windakirinê derxin…
Rezoyê Osê
Di esmanê wêjeya kurdî de Rezoyê Osê bi pênûs û nivîsandinên xwe weke stêreke geş zindî maye û wê bimîne.
Samî Mela Ehmedê Namî
Stockholm. 2017.03.04

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…