PKK kengî û çawa û çima bû “Apocî”?

Hoşeng OSÊ
 
Gelo ji PKKê ya ku di
sala 1978an de hate damezerandin çi maye?. Bi gotineke din: Çi ji hîm û
pirensîb û armancên ku PKKê li ser wan hatiye avakirin mane? “Xweseriya
demokratîk” ketiye şûna “Kurdistana serbixwe û azad û yekbûyî”. Ne tenê wisa
jî, êdî PKK şerê yek ji pirensîbên xwe yên damezirandinê dike, ew jî dewleta
neteweyî ye!.
Berî niha, PKKê digot: “Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek nîne” û ev dirûşm kir “logo”ya rojnama xwe ya navendî û fermî “Serxwebûn” û li gorî rewş û rojeva ku PKK tê de ye û hingî şerê serxwebûna Kurdistanê dike û pesnê “xweseriya demokratîk” ya xwe dike, mirov dibeje; hewce ye PKK navê rojnameya xwe ji “Serxwebûn” biguhere û bike “xweserî” û logoya wê bike: “Ji xweseriya demokratîk birûmetir tiştek nîne.”.
Baş e, neteweperwebûna PKKê ji “Serxwebûnê” daket “xweseriyê –otonom/ xudmuxtarî/ rêvebirina herêmî” û ji sosyalîzmê û dijatiya emperyalîzmê û DYAyê daket çawa “bi kotekî û heftê bela” xwe bi rojava (DYA-YE) xwerazî û şêrîn bike û çekan wergire û ji dêvla Amerîkayê şerê DAIŞê bike!. Û PKK weke partiyeke çepgir û laîk xwe hesab dike di salên 90î de û niha jî bi rêjîmeke kevneperest, olperest, tayîfeperest weke bi rêjîma Îran re di nava hevkarî û peywendiyan de ye!. Pê ve girêdayî ye PKK weke partiyeka azadîxwaz, şoreşger, dermoraktxwaz di salan 80î û 90î de û niha jî bi rêjîmeke dîktator, hov û malbatperest weke rêjîma BAAS bi Sûrîyê re di hevkarî û peywendiyan de ye. Helbet ev hevkarî û peywendî bi rêjîmên Tehran û Şamê re dê li ser hesabê doz û mafên gelên kurd li van herdû welatan be.
Ocalanê ku dema li Şamê bû, rexneyên tund li M. K. Atatürk û li Kamalîzmê dikir, lê çûna Ocalanê li İmralı destê Ataturk ji xwîna kurdan dişo û dibêje “Ataturk ne dijminê gelê kurd e”. Baş e, li gorî vê rewş û rojev û dîrokê, çiqas rast û di cih de ye eger em PKKê weke tevgereke rizgariya neteweyî binirxînin û bipejrînin?!.
Em vê mijarê deynin aliyekî û berê xwe bidin mijara sereke ya vê gotarê: PKK kengî û çawa û çima bû “Apocî”?! Rast e millet, rêxistin û gelek alî û derûdoran PKK bi navê “Apocî/ Apocu” nasdikirin lê çapemenî û rojname û belgeyên kongire û konferansên vê partiyê ji sala 1978an û ta salên 1998an ango di 20 salan de navê “Apocî” li ser xwe qebûl nedikirin. Tev li wisa jî PKKê nedikarî di nava gel de vî navî ji ser xwe rake. Sedema lidijderketina PKKê ya li hember vî navî “Apocî” mirov dikare ji damezirînerekî rêxistênê Mazlum Dogan nas bike. Ji ber ku rojnameya fermî û navendî ya PKKê “Serxwebûn” di hijmara xwe ya 6ê Hezîrana 1982an de, di rûpela 21ê de lêpirsîna endamê komîteya navendî û berpirsê weşan û ragihandinê M. Dogan, di dadgehê de belav kiriye. Derbarê navê rêxistinê de û li gorî “Serxwebûnê” Dogan wisa dibêje, “Bi gelemperî, tevger di alema giştî ya Tirkiyê de ji hêla weşanên resmî ve, ji hêla rojnameyan ve bi navê “Apocular” hatiye danasîn. Di nav gel de ji bilî me, ji hêla hin komen çepên Tirkiyê û ji hêla hin tevgerên burjûweyê milletên Kurdistanê ve em wisa têne binavkirin. Lê meriv organîzasyonekê siyasî bi navê kesekî bi nav bike ne tiştekî rast e. Ji ber ku heqîqet jî ne wisa ye. Navê wê li ser wê ye. Partiyek e û navê wê Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Gotina “Apocular” an jî “Apocî” hê bêtir ji hêla burjûweyên milletê kurd ve hatiye bikaranîn. Li ber vê qestê, ji talîmkirina gelê Kurdistanê gundî ji ev wisa hatiye binavkirin……”. Lê ji sala 1999an û ta nuha hemû berpirsên PKKê di gelek nivîs û daxûyaniyên xwe de êdî navê tevgera weke “Apocî- Apocular” bi kar tînin. Weke mînak; di rûpelê 15an ji hijmara 207 Adara 1999an ya rojnameya “Serxwebûn”ê de ev manşetê bi kar aniye: “NEWROZ’DA BAŞLAYAN “ÖNDERLİK YILI”NDA VI. KONGRE GERÇEĞİMİZİ APOCU SAVAŞ VE ÖRGÜT TARZIYLA HAYATA GEÇİRELİM” (Di “sala serokatîyê” ku di newrozê de dest pê kir, em rastiya xwe ya kongreyê bi şêwaza şer û rêxistiniya Apocî geş bikin) (http://serxwebun.org/arsiv/207/). Ji wê hejmarê û ta hemû hejmarên 2016an, bi dehan nivîs û nûçe hene ku vî navî bi kar tînin. Ev yek ji bilî “Serxwebûnê” di gelek saziyên din yên medya û ragihandina PKKê de peyda dibe. Êdî alîgirên PKKê di xwepêşandanan de, helbesta Cegerxwîn “Kîme Ez” ku Şivan Perwer kir stran, weke “Kîne Em” werdigerînin û bang dikin: “Kîne em?” “Apocî ne.” Li gorî vê rewşê, yan M. Doğan di redkirina navê “Apocî” de şaş bû û berpirsên PKKê yên anuha rast in? Yan jî Doğan rast e û PKK aniha şaş e. Ji ber ku bi rastî, navê “Apocu/ Apocî” navî gundiye, ji bilî ku “çî” verdigere zimanê tirkî.
Li gorî nêrîna min, destpêka girêdana rêxistinê bi kesayetiya Apo-Ocalan re di kongreya 1982an de dest pê kir. Ji ber ku gelek ji damezirînerên PKKê di zindanê de bûn: K. Pîr, M. Doğan, X. Durmuş, M. Şener, S. Cansiz, Ş. Dunmez, Y. Merkît. F. Kurtay, M. Karasu… hwd. Jixwe piştî kuştina Semîr (Ç. Gungur) û kongreya PKKê ya sêyem, di sala 1986an de ev hewldan xurtir bû. Û di salên 90î de hîna bêtir. Lê di fermîyetê de berpirsên PKKê navê “Apocî” di nivîsên xwe de bi kar nedianîn. Niha pir rihet û normal, weke qurteke av, ev nav ji aliyê payebilindên PKKê ve tê hildan û êdî qet nayê bîra dost û berpirsên PKKê ku rojekê ji rojan û li pêşiya dozgerê dadgehê, M. Doğan û hemû hevalên wî yên zindanê ev nav qebûl nedikirin û ew bi tundî rexne dikirin.
—————-
jêder: heftenameya rojnameya Basnews (BasNûçe). 13-19/3/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…