Sosreta Helebçê

Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan)
Adar-2002
 
Îro ro gişk xeyirî,
Îro hîv ma xewê de,
Esman ji reqînê ket.
 Topa axê cemidî,
Bayê bakûr sekinî,
Bilbil ji xwendinê ket.
Belgê daran çilmisîn,
Avên çeman sekinîn,
Pirpirok firînê ket.
 
Xeniqîn pêlên behran,
Ax, landika jîna me,
Mixabin hejînê ket.
 
Reş ximama mirinê,
Tevî barana xewê,
Îro girt ser Helebçê.
 
Mirovan bi neçarî,
Destên xwe berdan ji hev,
Roja Helebçê bû şev.
 
Îro Helebça rengîn,
Bû mala derd û kulan,
Tendûra xemê dilan,
Hesreta meh û salan,
Nijadkujiya Kurdan,
Sosreta reş û giran.
 
Ya hatiye pir caran,
Serê Ameda kevnar,
Serê Çarçira rengîn.
 
Serê çil camêrên çê,
Li Salar Sûra xayîn.
 
Serê Kela Dimdimê.
 
Serê Kirê Tendûrek.
 
Serê Geliyê Zîlan.
 
Serê Serdeşta dilan.
 
Ser çiyayê Agirî,
Ku ber xwîna rijyayî,
Ji destê hovên xirab,
Îsal bû heştê salî,
Ku hela hê jî digrî!
                                                          
Serê Hewlêra delal,
Silêmanî, Çemçemal,
Yeksed û heştê hezar,
Jin û mêr û keç û zar,
Bi reş destûra  Enfal,
Di bin tapên axê de,
Hê jî dikin nalenal!
 
Dewsa pêşkêş kirina,
Mafê keskê xwezayî,
Barandin ser Helebçê,
Reş bombeyên kîmyayî!
 
Sêyemîn bûka cîhan,
Tevî pênc hezar kesî,
Di piştî Nakazakî,
Di piştî Hêroşîma,
Bi gaz û toza kîmya,
Govenda wê reş gerya!
 
Ax, di çerxa bîstan de,
Dîsa berê rojreşan,
Dane çolê û çiyan.
 
Doşeka bin wan bû erd,
Balgiyê wan bû kevir,
Lihêfa wan bû esman.
 
Ji destê zext û zorê,
Dest ji mal û hal berdan,
Bûn sêfîl û sergirdan.
 
Ya ku tawanê wan bû,
Her tenê serferazî,
Her timê aştîxwezî,
Her tenê mêvandarî,
Her timê evîndarî,
Wekhevî û mêrxasî,
Nebirina êrişê,
Ser axa tu cîranî.
 
Xwedanên bîr-nêtên pak,
Xwedanên gotinên pak,
Xwedanên kiryarên pak,
Ku şêwazên însanî,
Bi meşelên nûranî,
Geş kirin li ser Zagros,
Şengal, Sîpan, Agirî,
Li ser Nemrûd û Cûdî;
Lê heyfê bi hezaran,
Îro di malên xwe de,
Zelûlî dibin qurban.
 
Ax, feleka malxirab,
Karesat pir şewat bû,
Dê davît ewledê xwe!
 
Welê, ji wê taltir bû,
Dijkiryarên cîhanî.
 
Wijdana navnetewe,
Komkujiya Helebçê,
Ne bi pakî mehkûm kir,
Ne jî pak anî ziman.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…