Dr.
Ehmed Xelîl
Ehmed Xelîl
Werger:
Heyder Omer
Heyder Omer
Di rûpelên berê de, me feremana, ku sultanê Osmanî
Selîmê Yekemîn bo Mela Idrîsê Bedlîsî verê kiribû, raçav kir. Berî em egerên,
ku kirin ew hinek mîrên Kurdan bi hevgirêdana li gel dewleta Oamanî bide
bawerkirin, û berî nirxandina vê operasyona polîtîkî, li gor nerîna Kurdistanî,
werin em naveroka wê feremanê anelîze bikin, û roniyê bidin ser xalên wê yên
hurhutkarî, ew jî ev in:
Selîmê Yekemîn bo Mela Idrîsê Bedlîsî verê kiribû, raçav kir. Berî em egerên,
ku kirin ew hinek mîrên Kurdan bi hevgirêdana li gel dewleta Oamanî bide
bawerkirin, û berî nirxandina vê operasyona polîtîkî, li gor nerîna Kurdistanî,
werin em naveroka wê feremanê anelîze bikin, û roniyê bidin ser xalên wê yên
hurhutkarî, ew jî ev in:
Xala yekemîn: Fereman di navêna meha Şewalê, sala (921 k), ango li derdora (20)ê meha Berfanbarê, sala (1515 z) hatibû nivisandin. Hêjayî gotinê ye, ku cenga Ҫaldiranê roja (23)iyê meha Gelawêj a sala (1514 z) qewimîbû, ev jî dide xuyakirin, ku fereman di pey wê cengê re bi salekê û sê mehan hatibû nivisandin. Berê jî me gotibû, ku Mela Idrîs dema wê cengê bi sultan Selîmê Yekem re bû, û şanzdeh mîrên Kurdan bi şervanên xwe ve, dijî artêşa sefewî, tev li artêşa osmanî kirbû, û bandora wê yekê bo serkeftina Osamaniyan gelek giring bû.
Ev dema dirêj di navbera cenga Ҫaldiranê û verêkirina feremanê de, derfet da sultan Selîmê Yekemîn, da çar tiştan dupat bike:
1. Dilsojiya Mela Idrîs bo karmendiya dewleta Osmanî.
2. Jîrbûna Mela Idrîs bo vekêşana Kurdan ber bi dewleta Osmanî.
3. Giringiya şervanên Kurd di cengên dewleta Osmanî de.
4. Metirsiya ku mîrên Kurd tev li Sefewiyan bibin.
Xala duwemîn: Berî feremana sultanî derkeve, Mela Idris nameyek bo sultan Selîm verê kiribû, mizgîna “vekirina îyaleta Amedê”, û xistina wê bin sîbera dewleta Osmanî, dabû wî. (vekirin / El-Feth) Têrmeke cenganî îslamî ye, wateya wê dagîrkirin û bindestkirin e, û pêşî (talanekê) rê ji her (fethekê) dûz dikir. Berê jî bi me re derbas bû, ku Kurdên îyaleta Amedê piştî cenga Ҫaldiranê, bindestiya dewleta Osmanî nepejirandibûn, û wan du sed hezar şervan hebûn, û heftê caran dijî dewleta Osmanî rabûbûn, û Mela Idrîs çel hezar şervanên Kurd ji deverên Amîdiyê dabûn ser hev, û çûbû arî artêşa Osmanî kiribû, pê re jî berxwedana Amediyan gêrbû([1]).
Xala sêyemîn: Li gor rêwresmên leşkerî, bê guman Mihemed Beyqelî (serleşkerê Osmanî) nameyek bo sultan Selîm verê kir, bi hûrbînî nûçeyên cengê, û serkeftina artêşa Osmanî, û dagîrkirina Amedê jê re hewal dan. Gelo çi hewceye ku Mela Idrîsê Bedlîsî jî nameya mizgîniyê jê re bişînî? Gelo wî tirs hebû, ku Beyqelî Paşa wî bi alîkî de bidefîne, û behsa cefayên wî yên giring bo wê destkeftina gewre bide wendakirin? Heye (belkî) wusa be jî. Bi ser de jî Mela Idrîs xwast bi wê nameyê dilsojiya xwe bo sultan Selîm biderbirîne, û giringiya rola xwe ya leşkerî bo xizmetkariya dewleta Osmanî bide xuyakirin, nemaze jî wî dixwast di dewleta Osmanî de, bigihîne pileyên bilind.
Xala çaremîn: Sultan di wê feremanê de, duristiya ayîna Mela Idrîs û dilsozî û rastgotin û dilsojiya wî pesinand, û bi ser berdewamkirina vê rêbazê de germ kir, û got: “Bi ya Xwedayê gewre, bo fekirina (dagîrkirina) hemî îyaletan, tuyê bibî sedema herî hukardar”. Mebesta têrma (îyaletan) mîrnişînên kurdî yên xweser in, û gotina sultanî “vekirina hemî îyaletan” dide xuyakirin, ku mîrnişînên kurdî yên rojhilatê bakurê Kurdistanê, bi rastî xweser bûn, û dide xuakirin jî, ku sultanî xemxwerê wê yekê bû, ku wan îyaletan, bi şêweyê (otonomî) be jî, tev li dewleta Osmanî bike.
Xala pêncemîn: Sultan Selîm her dixwast, ku Mela Idrîs cefayên pir bo dewleta Osmanî bide, vê lomê jî ne tenê ew bi rengdêrên payebilind, wek “Mezinê rûmetdaran”, “Pêşengê xwediyên qenciyan”, “Rêwiyê xêzên rêbaza şerîetê”, “Ҫareserkarê girêkan”, “Mewlana” û hwd pesend kir, belê bi ser de jî diyariyên gelek buha dane wî, mûçeyeke giran jê re girêda, cilên (kinc) buha wek diyarî, û şûrekî zêrî, dane wî, û soz dayê, ku di pêşerojê de, ji bo xizmetkarî û dilsojiya wî, wê gelek mal milkan û diyariyên buha bidiyê.
Xala şeşemîn: Senceq têrmeke rêvebirî Osmanî ye, wateya wê (cihekî erdnîgarî sînorkirî ye). Di nexşên Osamanî de tê xuyakirin, ku senceq ji îyaletê biçûktir e, û her senceqekê ala ya xwe ya taybet hebû, navê wê jî (senceq) bû, radestî hakimdarê senceqê dibû. Hêjayî gotinê ye, ku peykerê (Melekî Tawûs) bi (senceq) jî hatiye navandin, her weha heft herêmên ku Kurdên eyzîdî lê cihwar dibûn jî pê dihatin binavkirin, û her herêmekê senceqa xwe hebû, û gotobêjên, ku baceyên xêrê ji wan deveran dicivandin, senceqên (al) wan bi xwe re dibirin.
(Nimûneyekî senceqên dewleta Osmanî li Felestînê)
(Ala senceqekî Osmanî)
(Senceqê Melek Tawûs ê Eyzîdî)
Sultan Selîm hinek senceq (ala), û nimûneyên feremanên vala û mohra wî jî pêve, bo Mela Idrîs şandin, û destûr dayê, ku wan senceqan bide her mîrkekî tev li dewleta Osmanî dibe, û sînorên mîrnişîna wî, û nasnav û mûçe ya wî û hin tiştên diyar bike. Her weha xwast, ku Mela Idrîs wan tiştan hemiyan binivisîne, û jê re bişîne. Ev yeka dide xuyan, ku wî Mela Idrîs kiribû nûnerê xwe li Kurdistanê, û bê hempa pê bawer dikir.
Ev feremanên vala û mohrkirî bûyereke dine wek wê ye tîne bîriya me. Sala (661z) xelîfeyê çaremîn Elî Bin Ebî Talib li Îraqê ji nişka hat kuştin, û kurê wî El-Hesen bû xelîfe, lê nikarîbû li hember dijminê xwe Muawîye Bin Ebî Sufyan ê ku xîlafet li Dîmeşqê ragihandibû, xwe ragirta, vê lomê pê re ket danûstandinê, û Muawiye kixazeke vala, lê mohrkirî, jê re şand, û gotê: “Her tiştê tu dixwazî li ser vê kixaza, ku mohra min li jêrî wê ye,binivisîn, ew ji bo tene”([2]).
Paşê hat xuyakirin, ku El-Hesen di vê yekê de têk çûye, ji ber ku pişt dest ji xîlafetê kişand, Muawiye hema sozek jî bi cih neanî, û bi ser de jî pilanek bo jehirkina wî gerand. Rewşa mîrên Kurdan jî wusa bû, emê bibînin, ku ew jî di vê tevdîra li gel sultan Selîm de têk çûn, piştî qayîl bûn, ku mîrnişînên wan, bi xêr û bêran ve, bi sultan ve werin girêdan, vê carê çi wê nehêlibe, ku sultan hin nasnav, mal û milk û diyariyan bide wan? Bi ser de jî ev tevdîra wan mîran yekemîn gav bû, sultanên Osmanî ber bi jiholêrakirina rista (otonomî), ya ku li ser wê lihev kiribûn, û hukumdariya Osmanî yekser bikşînin ser mîrnişînên Kurdan.
Xala heftemîn: Di feremana ku sultan Selîm bo Mela Idrîs verê kiribû de, hatibû gotin, ku şah Simaîlê Sefewî şandek, li gor mercên sultan Selîm, bo lihevhatinê şand, û sultan endamên wê şandê zîndan kir. Ev yeka li gor rêwresmên dîplomatîk, dide xuyakirin, ku sultan hêzdar bû, û laqirdî bi şah kirine. Û xuyaye sultan ev nûçe bi mebest gîhandibû Mela Idrîs, da ji wî û mîrên Kurdan re bide xuyakirin, ku hevbestina li gel dewleta Osmanî çêtirîn bijare ye, û mîrên Kurdan, ên dudilî bûn, bi ser hevbestina li gel dewleta Osmanî de germ bike, û di heman demê de, mîrên Kurdan, ên ku heye (belkî) li gel dewleta Sefewî hevbendiyê girêdin, haydar bike, ku wê ziyandar bin.
Bi vî awayî me naveroka feremana sultanî analîze kir, û tiştê din ew e, ku em wê bazirganiya bolîtîkî, yak u Mela Idrîs di navbera mîrên Kurd û sultan Selîm de girêdabû, binerxînin. Bila ev jî babeta rûpelên ku wê bên be