Gotinek di 80 Saliya Rojbûna Yilmaz Guney de

Konê Reş
(..Ta ku mirov li jiyanê be, wê kul û xem, evîn
û hezkirin pîre berdewam bin. Zana be an nezan be, her wê ew barhilgirê kul û
xeman û evîn û hezkirinê be.. Min di filmên xwe de hewil daye ku, ez kul û
xeman, evîn û hezkirinê bigihînim hev.. Gelek kes van tiştan ji hev
dernaxînin..).
Yilmaz Guney
Yilmaz Guney kî bû, çi bû û çi ji gelê xwe re pêşkêş kiriye ta ku em wî bibîr bînin? 
Yilmaz Guney kurdekî resen bû.. Derhênerekî cîhanî bû.. Wî, di rojên teng û dijwar de, perîşanî, zulm û zora gelê xwe di rêka fîlmên xwe de ji xelkên cîhanê re da xuya kirin û eşkere kir.. Di filmên xwe de bi serbilindî kurdîtiya xwe diyar dikir.. 
 Ew di 1ê nîsana 1937an de li gundê (Yenîce), herêma Adenê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Hemîd û diya wî Gulê bû, ji xelkên Zaza bû. Di malek feqîr û perîşan de mezin bibû.. Di biçûkaniya xwe de gelek kar û barên têvel kiribûn; ji avdana bexçan ta bi sewterîbûna kolanên bajara.. Pêre jî hez xwendin û nivîsandinê kiriye.. Piştî ku lîse qedandiye bi çend hevalên xwe re du kovar (Dorok û Boran), bi zimanê tirkî weşandine. Ew derhênerê gelek filmên bedew e û 17 xelat li dor filmên xwe wergitine. Belê di sala 1982an de bi beşdarbûna wî di festîvala (Kan)ê de li Fransayê bi filmê (YOL), Xelata zêrîn stand û bi wê xelatê navê wî û perîşaniya gelê kurd di dinyayê de belav bû.
Ji filmên wî: Kerî, Seydxan, Belengaz, Kesên Revyayî, Bav, Kovî, Talî.. û gelek filmên din hene.. Di sala 1983an de filmê xwe yê dawî bi navê (DÎWAR), bi alîkariya hikumeta Fransî li bakurî Fransayê kişandiye.
Hêjaye gotinê ku, ew jî yeke ji wan kesên ku di sibata 1983an de (Enistîtuya Kurdî) li Parîsê damezirandine, wek; Cegerxwîn, Qenatê Kurdo, Osman Sebrî, Tewfîq Wehbî, Remzî, Dr. Nûreddîn Zaza, Haciyê Cindî û Ismet Şerîf Wanlî.
Ew di 9ê Êlûna 1984an de li nexweşxaneyeke Parîsê koça dawî kir. Bi rêûresmekî bedew ji rex hin wezîrên Ferasnî, cemawerekî mezin ji Kurd û Fransîzan ew li Parîsê di goristana (Laşaz) de, li kêleka van herdu helbestvanên Fransî yên navdar; Charles Baudelaire û Alferd de Musset hat veşartin.
Ma nehêja ye ku em her sal wî bibîr bînin û navê wî li cihekî bilind deynin?
 
Qamişlo, 01.04.2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…