NAVÊ VÊ TEROR E

Akif Hesen
Bombekirin, şewitandin û girtina nivîsxaneyên partiyên siyasî û tevgerên
ciwanan li Rojavayê Kurdistanê kiriyarên terorane ne. Ti navên din ji vê yekê
re nayên peyadakirin.
Gelo
ev çi tirse ketî di dilê pkk de ku ewqas har dibe? Çima ji nîşkan ve ewqas
çavsor dibe? Ew ketiye paranoyeke bê serûber. Hinekan ji wan re tiştin gotine,
lê em nizanin kî ne û çi gotine. Nexwe mirovên li ser hişê xwe vê yekê nakin.
Kiriyarên wiha civaka me hîn zêdetir perçe dikin. Ev ne îşaretên xêrê ne. Yanî hûn, bi çi awayî be jî, dixwazin serê milet bitewînin, wî teslîm bigirin.
Ma dibe mirov hêza desthilatdariyê ewqas xerab li hember gelê xwe pêk bîne? Tu wan ji gelê xwe hesab nakî? Vêca ev misîbetek mezin e.
Tu wan tevan xayîn dibînî? Wê demê rojên hin tarîtir li benda me ne.
Gelo dengekî aqilane di nav pkk tune ye? Ger tune be, welat dikeve tuneleke tarî û ev fersendên dîrokî wek avê di nav tiliyên me re derbas dibin.
Li hember hinek kêmasiyan mirov dikare bêdeng bimîne, lê ev ne kêmasî ne, ev tam teror e.
Gelê li hember van kiriyaran bêdeng bimîne, wî gelî ji zû de koletî heq kiriye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…