Bi helkefta Cejna Newrozê Nûnertiya ENKSê li Ewropa pîrozbahiyê li gelê Kurd dike

Gelê
kurd li kurdistanê û li her cihekî heyî ahingê bi cejna Newroz dike, bi cejna
netewî xwe ya netewî û dîrokî ya dikeve li 21ê heyva adarê, ku di rojek weha
de û bi hezarê salan gelê me yê mezin li dijî stem û zordarî û tepeseriyê
derket, û her ji wê rojê û heta vê rojê gelê me berdewam e li ser xebat û
tekoşîna xwe ya li pêxema azadî û yeksanî û şerefmendiyê, ku gelê me bi
dirêjahiya dîroka xwe ya dirêj rastî gelek êş û azar û derdeseriyan bûye yên
hatîn ji aliyê zordest û dagîrkaran bi armanca jinavbirina nasnameya gelê me ya
netewî û dîrokî û cografî bi rêka siyasetên regezperistiyê û koçberkirinê û
jinavbirina mohra netewî û qirkirin û cînosayîdkirinê heta gihişta radeya
bikaranîna çekên qedexekirî û kêmyawî li dijî gelê me wek kêmiyabarankirina Helepçe
û hin bajarokên din yên kurdistanê li başûr û rojhilat li ser destê dagîrkaran
li dijî gelê me yê şerfmend û azadîxwaz.
 Newroza îsal giringiyek taybet û awarte heye, hevdem ku bêhtir ji çend heyvan gelê kurd li kurdistana Sûriyê û tevgera wê ya siyasî bi nûnertiya ENKSê rastî êrîşek hovane ji aliyê PYDê û çekdarên wê dibe, yên radibin bi cêbicêkirin û sepandina ajendeyên herdu rijêmên dagîrkar ya Sûriyê û Îranê ji bo parçekirin û qetqetkirina gelê kurd û nemaze ku ev êrîş û zêdegavî li van rojan û bi taybetî li heyva adarê ber bi arasteyekî xirab diçin û zêdetir dibin yekser piştî daxistin û kilîtkirina dergehê sercem nivîsîngehên ENKSê û partî û rêxistinên wê yên lawan û jinê û teqandin û şewtandin û talankirina hin nivîsîngehên ENKSê li seraserî navçeya kurdî, hevdem ku nivîsîngeh û baregehên partiya Be`is û partiyên binav bereya niştimanî û pêşkeftinxwaz li heman navçeyan ji aliyê milîtanên PYDê tên parastin, zêdebarî ku PYDê berdewam e li ser zêdekirina piropagendeyên xwe li dijî ENKSê û sembolên netewî yên gelê kurd û çêkirina xwepêşandanan li dijî gelê kurd û li dijî pêşmerge, di dema cîhan tev dizane ku tenha bi tenê pêşmerge taka hêza leşkerî ye ya bergiriyê ji gelê kurd û serweriya wê dike, tevlî ku milîtanên PYDê berdewamin li ser kiryar û tawanên revandina çalakvan û siyasetmedar û mediyakaran û radibin bi talankirin û teqînan li dijî nivîsîngehan û şewtandina ala kurdistanê ya binerx û pîroz. 
 
Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya kurdî li Ewropa di dema ku pîrozbahiya gelê xwe bi cejna Newrozê dike, û herwiha cejna Serokê pêşmerge Mesûd Berzanî serokê Herêma kurdistanê pîroz dike û her bi helkeftê û roja berxwedanê ya li hember stem û diktatoriyê, ji revenda kurdî daxwaz dike wek wefaderiyekê bo şehîdên Newrozê û yên kurdistanê û şoreşa Sûriyê ku palpişt û piştevan bimînin ligel miletê meyê kurd yên xweragir li hindur Welat yê rastî hemû şêweyên tepeseriyê û zilm û zordariyê tê û kok û hebûna netewî ya kurd tê armanckirin û herwiha em daxwaza şermezar û riswakirina kiryarên kirêt yên PYDê û çekdarên wê li dijî gelê kurd û doza netewî dikin û daxwaza vegera pêşmerge bo welat dikin ji bo parastina gelê me û tevgera siyasî ya pêktê ji Encûmena kurdî ENKSê ya dijberê rijêma Behsa şofînizm û dijberî hemû hêzên terorîst û dijmin.
 
Bi vê helkefta herî mezin em wek nûnertiya ENKSê li Ewropa  dubare şehîd û nemirên xwe li bîr tînin û serê rêz û newazişt ditewînin li ber bejna şehîdên kurd û kurdistanê û destpêkê ji şehîd Newroza 1986 an şehîd Silêman Adî û şehîdên Newroza 2008 li Qamişlo û şehîdên şoreşê Mişel Temo û Nisredîn Birhik û Zardeşt wanlî û Şêrzad û Ciwan Qotina û Mehmûd Walî û şehîdên din yên li pêxema rûxandina rijêma stemkar ya Bişar giyanê xwe jidest dan ji bo gelê kurd bi mafên xwe yê netewî û demokrasî şad bibe ligor pîver û piransîpên navdewletî.
 
Man û nemirî ji şehîdên Newrozê re
Bijî pêşmerge
Her berz û bilind be ala kurdistan 
Bijî kurd 
Bijî kurdistan
 
Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Ewropa
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…