Şêx Alî û Newroz

Akif Hesen
„Sekreterê Partiya Yekîtîya Demokrat a Kurdên Sûriyê“
Min
daxûyaniya birêz Şêx Alî di derbarê Newroza îsal de xwend. Gelek xerîb û ecêb e!! Tu dibêjî qey birêz
sekreter li gundekî şirnexê, an jî li deşta Silopî dijî. Nivîsgehên partiyên
siyasî tên şewitandin, li ser dîwarên wan gotina „Îxanet“ tê nivîsandin, kadroyên
wan tên revandin û di dawiyê de cejna me ya netewî Newroz, bi hinceta
ewlekariyê, tê qedexekirin û birêz sekreter bêrê xwe dide Erdogan.
Ew di daxûyaniya xwe de gotinekê tenê jî liser van kiriyarên kirêt nabêje, êrîşî Erdogan dike û tenê liser Şingalê diaxive.
Ji xwe ev ji me kêm bû! Kekê sekreter, tu dikarî pirtûkan liser Dîktaturiyeta Erdogan binivîsî, kesek nabêje te na, lê belê derdên me bixwe jî hene, ka tu ji bo wan çi dibêjî?
Tu dikarî tonek kevir li rûyê Başûrê Kurdistanê bidî, te xwest bila 2 ton bin, lê belê bihêle em 2 gotinan liser kiriyarên PYDê jî ji devê te bibihîzin.
Kurtikreşên Mossulînî, kesên rûnixumandî, li kolanên Dêrikê, Qamişlo û Girkê Legê devê rikberan digirin, wan davêjin zindanan, mafên wan ên rewa di bin pehniyên solên xwe de dikin toz-û-dûman, gelo tiştekî tu ji wan re bêjî tune ye?
Gelo tu bawer dikî ku tu wisa avê bi agir de dikî û yên rexneyan dikin zeytê diberdin ser agir? Heger bê-rexnekirin aşîtî be, heger rexne fitne be, soz em devê xwe digirin û nema gotinekê dibêjin.
Bawer bike sekreterê delal, bi şêweyên totalîter miradê gelan bi cih nayê. Û bawer bike piştgiriya bê sînor ji hêzên totalîter re nabe „ava liser agir“, Fitnê venamirîne, hebe hebe geştir dike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...