PKK û Lêborîn

Hoşeng
OSÊ
 
Lêborîn helwesteke şaristanî û rawiştiye. Eger mirov şaşîtî,
kêmasî yan jî tawanan kiribe, ne tiştekî xerab û pîs e, mirov lêborîna xwe
bixwaze. Lêborîn, hest û helwesta mirov bilind dike û tu carî kesayetiya mirov
nizm û kêm nake. Dewlet yan sazî yan kesayet… hwd, dema li xwe vedigerin û li
şaşîtiyê xwe mikur tên, lêborîna xwe dixwazin. Amerîka lêborîna xwe ji Japonya
û ji Vietanmê xwest. Japoniya lêborîna xwe ji Çînê xwest. Almanya lêborîna xwe
ji Europa û ji Cihûyan xwest… hwd.
 Di nava Kurdan de, li gorî şopandin û agahiyên min û dibe ku ez şaş bim jî, tenê serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, di derbarê şerên navxweyî (birakujî) de ji gelê Kurd û qurbaniyên van şeran, lêborîna xwe xwest û soz da ku careke din, dibin çi şert, merc û rewşê de be, dê nehêle dîsa ew rûpelên reş xwe dubare bikin.
Bê guman, dewlet û rêjîma Tirkiyeyê xwedî dîrokeke reş, bixwîn û hovane a sedên salan ne û rast e Komara Tirkiye ev kevneşopî di salên 1925 – 1938an û heta niha berdewam dike, lê ev dewlet li ser navê serokê hikûmetê wê çaxê û serokê dewletê niha Recep Tayyip Erdoğan di sala 2011an de lêborîna xwe derbarê komkujiya Dersimê de xwest.
Mebesta min ji vê gotinê ev e; rast e dewleta Tirkiyê tawanên şer û “Jenosîde” li dijî Kurd, Ermen û Suriyaniyan pêk aniye, lê PKKê jî gelek tawanên şer pêk anîne û bûye sedema kuştina kesên bê guneh û rûxandina mal û gundan.
Gelek qadroyên ku ji PKKê veqetiyane baş dizanin bê çawa bi sedan ji keç û xortên Kurdan hatine kuştin “tesfiye kirin”. Ev qurbaniyên ku ji sedan bêhtirin, her yek ji wan 3ê caran hatine kuştin; 1- Dema PKKê ew weke “xayîn” bi nav kirin û ew “dadgeh kirin”. 2- Dema fermana kuştinê li ser wan pêk anî. 3- Dema PKK çû cem malbatên van qurbaniyan û ji wan re bi dizî got: “Em şaş bûn, me law/keçên we kuştin. Ew ne xayîn bûn. Em wan şehîd bidin nas kirin û divê hûn devên xwe venekin”. Her wisa, medya û ragihandina PKKê derbarê her yek ji van qurbaniyên han de, çîroka nûçeyeke derew hûnand û belav dikir; “ev şehîdê/a qehreman di şerekî dijwar ê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da”. Ji xwe ev kuştina sêyemîn ji her dû kuştinên din tahl û dijwartir bû, ji ber ku vir û dereweke mezin li gelê Kurd û malbata kesê “qurbanî-kuştî-şehîd” dikirin.
Di pêvajoya dîroka wê de (1978-2017) tu carî çênebûye ku PKKê bi şêweyekî fermî  eşekere û zelal ji gelê Kurd, yan ji partiyek, yan ji malbatek, yan ji êl û eşîrekê, yan ji kesekî Kurd…, lêborîna xwe xwestiye.
Öcalan di hin pirtûkên xwe de behsa “cînayetên” PKKê kiriye, lê Öcalan xwe ji wan dişo û xwe berpirsê wan tawan “cînayetan” nabîne.
Birayê Abdullah Öcalan, Osman Öcalan, derbarê tawanên “kuştin-tesfiye” ku di hundirê PKKê de çêbûne, dibêje: Hayê Apo tenê ji %10 heye û ji %90 hayê wî ji wan nîne”. Lê Abdullah Öcalan vê jî nabêje û tim tawanên “kuştin-tesfiye” dixe stûyê PKKê de. Eger em Öcalan weke “bêguneh” û “firişte” yan “pêxember” jî bibînin, sucê wî ji %100, ji ber ku ew serokê PKKê ye, dêmek berpirsiyariya wî di van kuştina de heye. Ango, Öcalan di pirtûkên xwe de li xwe û li PKKê mikur tê ku partiya wî ewqas “cînayet-kuştin-tesfiye” kiriye, lê lêborîna xwe ne ji qurbaniyên PKKê ne jî gelê Kurd dixwaze.
Ji 1978an û heta niha, PKKê tenê du caran lêborîn xwestiye, ew jî ne ji gelê Kurd xwestiye. A yekê; dema Abdullah Öcalan, di sala 1999an de li pêşberî dadgehê, malbatên leşkerên Tirk û pêşberî medya Tirk û ya cîhanî lêborîna xwe ji dayikên leşkerên Tirk xwest, lê dayikên şervanên Kurd ji bîr kirin. Ango, gerek dayikên Cemîle Merkît, Yildirım Merkît, Çetîn Güngür, Enwer Ata, Şahîn Dönmez, Mehmed Şener, Orhan Aydin… û bi hazaran ku di şer, yan di zindana de hatine kuştin, yan bi destên PKKê hatine kuştin, gerek malbatên wan jî beşdarî darizandina Öcalan bibûna da ku serokê PKKê lêborîna xwe ji wan jî bixwesta.
Cara duyemîn PKKê lêborîna xwe xwest, ew jî ne ji gelê Kurd bû, lê ji Almanya û welatên Europa bû. Ev lêborîn, derbarê karên tund û tûjiyê ku PKKê di navbera 1993-1999an li Almanya û Europa kiribûn. Ev lêborîn jî, di dema ku Cemîl Bayik bû serokê PKKê bû. Ango, qaşo Bayik xwest xwîna xwe bi Almanya û Europa şêrîn bike, ev lêborînê xwest.
Di encamê de, PKK hînbûye tenê ji Tirk û biyaniyan lêborînan bixwaze, lê çi bi serê Kurdan bike, xem nake!
Heftenameya BAS
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…