Helbest u Vidyo

Nimêja Aştiyê

Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan)
Têhran 1378
 
Mîna wardeka delal
Warin em hêdî hêdî
Herin ser gola zelal;
Cûm bibin bin avê da.
Bê qirteqirt û bê deng
Hildin xuslên reng bi reng:
Xusla çavnebariyê
Xusla biran kujiyê
Xusla xwînrijandinê
Xusla nehebandinê
Xusla duberekiyê
Xusla lewta hovtiyê
Ya dek û gelaciyê
Xusla pêpeskirina-
Mafên mirovahiyê…
 
Dû ra bi misînek av,
Bigrin destnimêja pak.
Raxînin rûyê erdê,
Şalika biratiyê.
Paşê bi eşq bixwînin,
Em nimêja aştiyê.
 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…