Nûçe

Ji Çîqên Cawên rengareng û ji hezkirina Mirovayetiyê û ji bo bişkivîna Bişkojên Ken li ser Lêvên Zarokên Penaber, Kurdan Codelîk dirûtin..

Ji bo Kultûra Kurdan li nav Elman û Biyaniyan diyar bikin û ji bo alîkariya Zarokên Penaberan bikin, Grûpa Deutsch-Kurdischen Heimatgruppe ya bi ser Fermanberiya Biyanî û Koçberan ve (Kreis Schleswig-Flensburg) li Bajarê Schleswig bi destpêka Çileyê pêşî re evro bi Çalakiya dirûtina  Palgî û Lihêfan (Codelîk) ji bo Zarokên Penaberan rabûne.
Evro navê Kurdan li ser Zimanê Elman û Penaberan jî bi dilêrî, zîrekî û jêhatîbûnê hatiye xuyakirin..
Wek tê zanîn Kurd li kû û li çi cihî bin, aktîv û kartêker in, dikarin bi rola xwe li nav Miletên din rabin û Nameya Miletê xwe ya aştiyê bigehînin.
Amanc ji evê Çalakiyê ne tenê alîkariya Penaberan e, lê belê navtêdaneke ko em li Welatê xwe jî wisa bi evan Karan rabin, û alîkariya kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye bikin.

Li vir bi serbilindî dibêjim Jin û Mêr yên Grûpê xebateke balkêş kirine ko bêtir ji 40 Lihêf û her wisa Palgî jî dirûtine û diyarî Zarokên Penaberan kirine.
Berê jî evê Girûpê bi çalakiyin din jî rabûne wek ya Nanpêjiyê û li wir cûreyên Nanê kurdî û beşek ji Kultûra Kurdan li evî bajarî diyar kirine.
Hevalên hêja yên Grûpa Deutsch-Kurdischen Heimatgruppe jidil spasiya we dikim û bi hêvî me herdem Karên wisa hêja digel hev em bikin û serkeftinê ji we re dixwazim..
Spasiya hemû Dost û Hevalên ko alîkariya me di serkeftina Karê me de kirine dikim..
Digel Rêz û Silavan
1.12.2017
Şîlan Doskî
Kreis Schleswig-Flensburg Ausländerrecht
Flensburger Straße 7
24837 Schleswig
Frau Shilan Doski
Asylsozialberatung
Telefon:
04621 87-472
Fax:
04621 87-626
E-Mail:
shilan.doski@schleswig-flensburg.de
Raum:
U1b

 

 

 

 

 

 

 

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…