Destê Xiyanetê

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Dîsa destê xiyanetê
Vîna netewî hedimand
Serê gelek çiyan çemand
Ruhê şehîdan lerizand
Tovên nakokiyan reşand
Xwîna egîtên me hirşand
Çira gelê me temirand
Xewa mala mezin firand
Bişkê destê xiyanetê!

Dîsa destê xiyanetê
Dîrok bi paş da zivirand
Gelek mêrxasin biecand
Koşka yekîtiyê rifand
Dil, hinavên me peritand
Dilê dayîkan şewitand
Rondikên xîretê barand
Pişta mala mezin şikand
Bişkê destê xiyanetê!

Dîsa destê xiyanetê
Bav û kur va ji hev qetand
Keda sed salan hilweşand
Kirasê pîroz fesiland
Azadiya me fetisand
Hêviyên zarokan revand
Istêrkên bextê me rijand
Serê mala mezin tewand
Bişkê destê xiyanetê!
16/10/2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…