Bavê Semyan
Awazên çiya
Li guhê min
Xweş dihatin
Tewînî li ser tewîniya
Min pê re hildida
Giyanê min..
Awazê çiya
Dişopandin
Qurban li pey
Qurbanan
Winda..
Li pey windayan
Di şopa
Awazên çiyan de
Gindirîn
Bê ser û şûn.
Rêl û çevakên
Awaza..
Kezwanên hişk
Li cênîkamin
Wer kirin û
Ez dil reş kirim.!!