Male me ya bê derî û pencere!

HOŞENG
OSÊ
 
Xwendevanên
hêja yên “Basê”, sibeha we bi xêr be. Her hefte, bi çend xêzên ku di nava wan
de hinek nerîn, raman û şiroveyên xwe derdibirim, dê digel we bim. Dibe
ku xwîna min ne şêrîn be. Dibe ku gotinên min tal bin. Lê em çi bikin? divêt em
çend kêlîkan bi hev re parve bikin. Li min nivîsandin û li we nirxandin.
 Di nava van çend xêzan de dê hewl bidim bûyer, diyarde, nûçe…hwd bidim ber şirove û ravekirinê. Dibe ku serencamên van şirove û nirxandinan ne rast bin. Lê dimînin hewldanên di warê şopandin û têgihîştina rewş û rojeva me wekî netewe, siyaset, çand, rewşenbîrî, wêje, civak, xebat û liv û tevger, bi taybet em wekî kurd di nava guherîn û veguherînên herêmî û navneteweyî de, bi şêweyekê giştî.
Bêguman, çapkirin û belavkirina heftenameyekê wekî “Basê Kurdî / Bas Türkçe” bi zimanê kurdî û tirkî gelekî girîng û wate û nameyên wê hene. Girîngtirîn wate û nameyên vê pêngavê ew e ku civaka bakurê welêt di warê hişmendî, nirxandin, pîvan û ravekirin di bin barê yek nerîn, yek raman, yek zimanê nirxandinê, yek mentelîte û rêbaza ragihandin û çapemenîyê nemîne. Lewra hêvî ew e ku “Bas Kurdî / Bas Türkçe” di bin banê yekdozîya kurdan de pir bîrdozî, nerîn û ramanên cihêreng…, xwe bide pêş û rengînîya civaka siyasî û rewşenbîrî ya kurd û Kurdistanê bide diyar kirin. Û jiber ku hewldaneka ragihandinê wisa bi zimanê kurdî û tirkî, di vê rewşa ku Kurdistan û Tirkiye û Rojhilata Navîn liser sêleka sincirî ne û di demekî de ku hêzeka siyasî ya kurd rênade tu nerînên cuda û rexnegêr, ji ber van sedeman tev, pêwistî û giringîya rojnameyeka wekî “Bas Kurdî/ Bas Türkçe“ ku xwedî peyam û nameyeka lîberal û kurdistanî û demokratîk e, xwe dide pêş. Bi gotineka din; hebûn û çap û belavkirina “Bas Kurdî / Bas Türkçe“ li Kurdistana bakur û Tirkiyê dide diyar kirin ka Kurdistana başûr çiqasî girîngî dide Kurdistana bakur û Tirkiye.
Van çend salên dawî, gelek rê û derî li pêşîya kurdan vekirin û rewşa navneteweyî ji doz û mafên kurdan guncaw û xweş kirin. Lê mixabin rewşa hundirîn ya kurdan her ku diçe nebaş û xerabtir dibe. Birastî digel ku lîsk û metirsî û plan li ser kurd û her çar perçeyên Kurdistanê bêhtir dibin, bîr û hestên netewayî yên kurdan êrîş li ser wan hene û têne armanc girtin û li şûna raman û hestên netewayî, hest û ramanên îdeolojîk û partîtî û herêmî têne gur kirin. Kesek jî napirse; çima?! Û ji ber çi?! Û kî berpirsyar e?! Çima her ku lîsk û metirsî û plan liser kurd û herçar perçeyên Kurdistanê bêhtir dibin di navber kurdan de perçebûn û dijatî bêtir û kûrtir dibe!? Ev pirs bi qasî serê derzîyê ji pirsên rojeva kurd û Kurdistên ye ku gerek bi leztirîn dem bersivên zelal û di cih de ji wan re werin dîtin.
Herkes, behsa girîngî û nazikbûna vê qûnaxa ku em têde derbas dibin dike û behsa metirsî û lîsk û planên dijminên mafên kurdan dike. Herkes, behsa pêwistî û girîngîya yekîtîya netewayî û yekhelwêstî ya kurdan bang dike û dixwaze. Digel van bang û daxwazên baş û xweşik û erênî jî ku bûye benîştê hemû hêzên siyasî yên kurdan, her alîyek siysî, alîyê din tawanbar dike ku ew astengîyan li pêşîya hêvî û daxwaza “yekîtîya netewayî” datîne. Ev diyarde jî, yek ji êş û kambaxîyên hundirîn yên mala kurdan e. Mixabin, wisa li civaka me ya kurdan hatiye ku her hêzeka siyasî – biçûk be yan mezin be – xwe dibîne “şivan” û gel wekî “pez” dibînin. Ya ji vê yekê sosret û kambaxtir jî ew e ku qata nivîskar û rewşenbîr tevlî vê gerînekê dibin û dibin hevbeşê vê malwêranîyê!.
Digel hewldanên lawazkirin, dorpêçkirin û pûçkirina raman û bîr û boçûn û hestên netewayî herwiha hewldanên têkbirina bîr û boçûnên rexne û rexngirî hene û civaka kurd her ku diçe ber bi “dogmatîzma” îdeolojîk ve tê dehfdan. Di vê derbarê de baş tê nas kirin; ku dema civak ji hişmendîya rexnegirî tê dûrxistin “domgatîzim” xwe dide pêş û civakê ber bi “kerîbûn”ê ve vedişîne.
Di derbarê vê mala me ya bê derî û pencere de, tew em hîna qerf û tinazên xwe bi cîranên xwe yên ereb, tirk û fars dikin!. Ne tenê wisa jî, berpisyarîya hemû kêşe û pirsgirêkên xwe davêjin ser pişta Enqere, Tehran, Bexda, Şamê û civaka navneteweyî. Birastî, rewş û şert û merc jibo kurdan guncaw in, lê em ne amade ne. Her roja ku derbas bibe, destên me liser dilên me ne û em dibêjin; “xwazîya bi duh”. Ta ku mala me tevlihev û ne liser hev be û bê derî û pencere be, em çima gazin ji dijminên doz û mafên xwe dikin?! Mala me ya bê derî û pencere mala problem, kêşe û pirsgirêkên navxweyî ye. Mala me ya bê derî û pencere, dê kengî bibe mala me û tilî û destên xelkê ji nav me û mala me derkevin!?
————
Jêder: heftenameya Kurdî ya rojnama Basnews
Hijmar 3 / 16 – 22 Çile 2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…