Serxwebûn jiyan e

Lazgîn
dêrûnî
 
Bîst û
pêncê mah êlûnê deng bidin bo serxwebûnê
Ser xwe
rakin koletî û deyne azazdî li şûnê
Ev hezar
sal em li benda vaye derfet bo me hatî
Bernedin
vê çareyê bo serfirazî û hebûnê
Milletê kurd kevne dîrok hem xwedî xak û ziman e
Ma ne şerma em tenê bê dewletin bin vê sitûnê
Bes bikin lavlav ji dijmin ew biratî qet me navê
Ger dixwazin em birabin bes bikin kuştin û xûnê
Vaye destê aştiyê her em didin lê win ne rast in
Ew pilanên wey xerab her car didanîn tev şikestin
Hêz û artêş him siyaset pêre piştgîrî ji Cîhan
Bingehên bo serxwebûnê hazirin û tev bidestin
Her bijîn Pêşmergeyên şêr û piling in qehreman in
Serxwebûn armanc û nîşan tim ji bo kurdan dixwestin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…