Ji Irf û Adetên Kurmancî; Xal û Xwarzîtiya Aliyan û Kasikan

Konê Reş
 
  Sed mixabin ku ta
roja îro me ew zargotina xwe, wek ku pêdiviye nedaye hev, me ew irf û adetên
xwe yên Kurmancî ku temenê wan hezarê sala ye di ser guhên xwe re avêtiye..! Ew
zargotin, irf û adet çilo û çawa bin, pêmayên me ne, kesayetiya me, şaristaniya
me di wan de belû û diyar dibe û dawî eynika pêşketina civaka me ne..
 
Berî çend rojan di civaka du kalemêrên kurd de bûm, di nav pirs û
bersivên li dor irf, adet û sincên civak û eşîrên kurdî de, ez agahdarî çîroka xal û xwarzîtiya Aliyan û Kasikan kirim. Berê, qet hayê min ji vê
irf û adeta Kurmancî nebû.
Aliyan herêmek mezin e, li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê dikeve, Evdê Axa Marê serokatiya wê dikir û Kasika eşîrek kevnar e di Sinceqa Xelaf Axa de, Axayê wê Abdulazîzê Ehmedê Usiv e.
  Gotin: Dema ku jina yekî dimir, xezûranên wî (Mirovên jina mirî) dihatin beşdarî di guhestina termê wê de dikirin. Eger zilamê jina mirî, dilê wî bi ser jina wî û zarokên wî veba û nedivîba pêwendiyên wî û malxezûranên wî ji hev qut bibin û dûrî hev kevin, piştî veşartina jina xwe, bi mebest li ser gorê wê rûdinişt û dima.. Ta ku yekî ji malbata xezûrê wî pêve biçiwa, bi milê wî bigirta û ew rakira.. Ew rûniştina wî li ser gora jina wî, daxwaza jinek din bû ji malbata xezûr.. Û neferê ku ji malbata xezûranên wî pêve biçûwa, bi milê wî bigirta û ew rakira, bersivek erênî bû..
  Di sala sala 1954an de dema ku (Bedhaبدعة/1928-1954) keça Şêxmûsê Ehmedê Ûsiv yek ji axayê eşîra Kasika bû û kebaniya Ridêniyê Salihê Marê Axa 1925-2003 bû mir, Abdulazîzê Ehmedê Ûsiv: 1912-1993, axayê eşîra Kasika digel mirov û birazyên xwe di guhestina termê wê de beşdar bûn. Piştî ku veşartin zilamê wê Ridêniyê Salihê Evdê Axa li ser gora wê rûnişt û ranebû.. Anku ji malbata xezûranên xwe xwest ku li gor irf û adetên Kurmancî jinek din bidinê..
  Dema ku Abdulazîzê Ehmedê Ûsiv dît ku zavayê wan Ridênî li ser gorê rûniştiye, naskir ku doza jineke din li wan dike, ji ber ku keçên wî yên berzewac nebûn, zanîbû ku keçek biraziyê wî Mecdelê Şêxmûs bi navê (Lemha/لمعة1935) heye, temenê wê dor 17 salî ye, bang lê kir û got: Mecdel! Here bi Ridênî ve wî rake.. Doza jinek din wek Bedha li me dike, keça te Lemha berzewac e..
  Piştî ku min ev çîrok ji wan kalemêran bihîst, min xwest ji malbata Marê Axa û Ehmedê Usiv Axa jî teqeze bikim.. Wan jî, ji min re bicî û cûan kir û gotin; piştî çil rojî me Lemha da Ridênî û niha pirek zarokên wan hene û hîn Lemha li jiyanê ye. Û ev wêneyên wan dane min.
  Erê ezbenî, berê wek vê adetê di nav civaka me a Kurmancî de pir belav bû.. Ev yek jî, ji hezkirina du malbatan xwe bi xwe dihat û hem jî ji ber hezkirina jin û mêr û zarokan bû.. Nedivîbûn dûrî hev kevin û ji hev qut bibin.. Erê.. Erê ezbenî zargotin û kultura me li ber talanê ye, siyasetmedarên me bi diyaloga; hêk ji mirîşkê ye an mirîşk ji hêkê ye, serî li me gerandine!
Qamişlo, 22/8/2017
Abdulazize Ehmede Usiv 1912-1993 Axaye eshira Kasika
Lemha Mecdele Ehmede Usiv 1935 Teshiye direse..
Rideniye Salihe Maree Axa u kure xwe Macid
Rideniye Salihe Maree Axa1925-2003

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…