Nameyek ji United National û Unesco re

Konê Reş

Di vî çerxê 21ê de, eyb û şermek mezin e ji United National, Unesco û dewletên cîhanî yên azad û mirovhez re ku welatek wek Kurdistanê ta niha bê nav û sînor di nexşeya gerdûnê de maye..!
Eger tolhilda ji Selahedînê Eyûbî be, çi gunehê me heye..? Va 836 sal derbas bûn.. Heyfa vî welatê ku agir lê hatiye dîtin, genim lê hatiye çandin, hesp lê hatine xwedikirin û şaristaniyên mezin li ser xaka wê hatine avakirin.. Ew şaristaniyên ku li ser peravê çemên Dicle, Firat û Xabûr hatine avakirin, ne kêmî şaristaniyên ku xelkên Hindê li ser çemê Sindê û xelkên Misrê li ser çemê Nîlê avakirine..

 

  Sed mixabin ku roja îro, ev Kurdistana ku warê olên Xwedê; Êzêdî, Cihû, Xiristiyan û Misilmana ye, navê wê di nexşeya gerdûnê de nayê nivîsandin û ala wê di nav alên netwên dinyayê de li New Yorkê nayê xuya kirin..!
Eger ji 200 salî ve hin şaşiyên welatiyên wê hebin jî, ew jî ji encamê Osmaniyan û wan dewletên xwedî biryar bûn.. Xelkên wê ne dewlet bûn.. bin dest bûn.. û kesên bindest ne azad in, ne serbest in, ne xwedî biryar in.. di encam de nabin xwedî sûc..
Ji Unesco re; eva ku em gazinan jê dikin..! Ev saziya Netewên Yekbûyî (United Nation), ya ku karê wê parastina ziman, kelepur û pêmayê miletên dinyayê ye.. ka ji bo parastina ziman kultura xelkên Kurdistanê çi kiriye? Ev zimanê ku ji sed salî ve, ji morkirina peymana Lozanê ve toşî dizî û talana gelên ciranên me dibe û çavên me dihatina hawara wê de qerimîn..!
De bes e ji we re loo! Va 836 sal di ser Selahedînê Eyûbî re derbas bû, 100 sal di ser Lozanê re buhirîn, ma ne guneh û xisarek mezine ji dinyayê re ku zimanê welatiyên (Kurdistanê), hin bi hin biçilmise û ber bi mirinê ve here?
Bela hûn xweş bawer bin, ta berf û baran li ser çiyayê Hekarî, Ararat, Cûdî, Barzan û Pîrmegron bibare, kes nikare kirasê xwe li xelkên Kurdistanê bike û kesmên wan biguherîne.. Ta ku çemê Dicle, Firat, Xabûr û Zab biherikin û kurdperwerek hebe kes nikare zimanê xelkên wê biguherîne.. Erê gazinên me ji we pir in!
Konê Reş/ Qamişlo 24.7.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…