Daxuyanî û şermezarkirin ji bo raya giştî.

Brûsk Şêxo

Min berê jî naveroka wê pirtûkê red kiribû, ku ji aliyê kesên ku xwe wek nivîskar û helbestvan didine diyar kirin, weke yê bi navê Mişeal Osman û hevalê wî Îbrahîm Ebdî, derbarê Mihemed Şêxo û hunera wî de.
Her wiha beriya çend salan min bi Mişeal Osman re pêwendî danî û jê re got ku naverok û babetên pirtûka ku ew dixwaze li ser jiyan û hunera Mihemed Şêxo biweşîne ne rast û durust in, û gelek şaşî tê de hene, û tê de delîl û belgeyên rasteqîne li ser jiyan û hunera Mihemed Şêxo tune ne.

Min jê xwest ku wan şaşîtiyan serrast bike û ji malbatê re bişîne, da ku berî çapkirina wê naveroka pirtûkê piştrast bikin da ku, wekî niha em bi kesî re nekevin tengasiyan, û her yek ji me mafê xwe bigire, ji bo ku em roniyê bavêjin ser bêtarên ku ji roja wefata Mihemed Şêxo de tên pêşiya me ji layên kesên wisa ve. Lê mixabin wî jînenîgariya Mihemed Şêxo jê bir û tenê huner û berhemên wî çap kir, bê ku rêzgirtina mafê çapê û belavkirin biparêze, û bê ku erêya malbatê û zaroyên Mihemed Şêxo bistîne. Wê demê îddîa dikin ku Mihemed Şêxo samanê wan e jî, wek çawa samanê gel e, em înkar nakin û em bi tiştên ku Mihemed Şêxo pêşkêşî gelê xwe, û ji bo doz û hunera xwe kiriye jî serbilind in, lê divê bi kêmanî rêz ji taybetmendiya agahiyan re hebe, û ji bo ku eynî şaşiyan dubare nebin, pêwist bû li malbatê vegeriya, ne ku bibe wek tolhildana ji malbatê, û seqetkirina dîroka kesayetiyek dîrokî ku jiyana xwe ji bo gelê xwe terxan kiribû.
Mixabin em ketine serdema daristanan, û êdî rêz ji maf û ked û taybetmendiyan re nemaye.
Ji ber wê, û di rûpela xwe ya taybet de, ez vê pirtûkê red dikim, û ezê karekî qanûnî bidim pêş û meşandin da ku, kiryarek wisa bê cezakirin, ew yên ji hin aliyên naskirî ve dilivin, û kî li dû wan mijaraye, û ji bo ku her kes sînorê xwe bizanibe.

Brûsk Şêxo
Almanya 14.02.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…