Şorên Li Qor

Majêd a Mihemed
Li qadan şerê hev dikin
Hevdû weke hejîran bi birînan tîş tîşî dikin
û di alavên ragihandinê de yên ku ew bi salan kuştine, qirkitine didin aliyekî
û tenê gef û xebergotinan bi gelê me re dikin!

 


Sibê ta bi êvarî li ser mediyayê ji kiryarên Îranê gazinan dikin
û daxwaza rûxandina rijêmê dikin
Li qadê jî li gorî pilanên wan dilivin!

Daxwaza sizakirina tawankarekî gendel, diz, gunehkar û kujer dikin
Paşê jî bi hemû hêza xwe li kêlek wa jînewerê ku ji avrêjkê genîtir radiwestin
Tenê ji ber ku kujer dijîtiya miletekî din dike!

Welatiyê ku di kêşe û kêliyên nakokiyê de gemarê di ser hemû paqijiyê re digre
Ji berê de lodê sergînê di hundirê wî de hildayî ye
Lê di rojên hêmin de ebeyeke xweşik bi ser xwe de berdide!

Heyanî ku bi hemen ava rijêman têne misdan, hêviyên pêşketin û geşepêdanê bi domandina wan re, hema hema bi qasî mîza pitikan e, ne tîna xakeke biçûk pê tête şikandin, ne jî golek bo semaya çend masiyan pê tête çêkirin.

Derewa biratiya rojên xweş û sayî ya ku tenê li ser vegotina şorên xemlandî û hevokên li qor ava bûye, di tengasî û xetmandina asîmanan de li ser rûyê zemînê çîblaq digere.

Bêhtirê dewletan bi darê zorê hatin ava kirin
Tên kurdê belengaz li bendê ye ku zagona zordariyê li cîhanê çanda dewletavabûnê bona xatirê wî biguhêre, û bi saya wî dewlet li ser bingeha mafê mirovahiyê bên damezrandin!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…