Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriya (YNRKS) bomberankirina Turkiye Rojavayî Kurdistanê serkone dike

 

Artêşa Turkiye ya dagîrker, ev sê rojin, û bê rawestan, gelek deveran li Rojavayî Kurdistanê bordûman dike, çendîn dam û dezgehên jêrxanî dike armanc, weke xelekin nû ji zincîra wan tawanên giran ên ji sala 2017-2018 ve heya niha pê radibe, ji wan deveran:
– bajarê Kobanê.
– westgeha elektirîk li Qamişlo.
– sayloya genim li Qamişlo.
– aşê rojhilatî li Qamişlo.
– Çend bîrên petrolê. Û herweha gelek deverên din li başûrî Kurdistanê .
Di encam de çend kes birîndar bûn, çendê din jî hatin kuştin, di dema ko cîhan ahengê Rojbûna Îsa Pêxember û sersala nû digerandin, loma gelek tirs ji xelkê re peyda kirin, di gel ko hêzên Emerîkiyan nêzîk bûn.
Ê me wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd em êrîşan serkone dikin, ko li ber çavên hemû cîhanê Erdoxan û artêşa xwe ya xwînrêj, li dijî gelê Kurd, pê radibin, herweha hîna dagîrkirina Efrîn û Girê Sipî û Serê Kaniyê dimîne.
Em bangewazî Civaka Navnetewî dikin, ko van êrîş û tawanan rawestîne, destên dagîrkeran ji ser xak û welatê me rake .
Komîteya Birêvrbir ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
25.12.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...