Kombûna gendeliyê hîşt tofên pelixî di heyecaneke berdewam de bimînin, taku ji baskên yên ku hêzên nezanî û ezezî sepandibûn rizgar bibin,û dema dadmendî û maf di saziyên dewletan de nebin bangên şoreş û xwepêşandanê dibin destikeke bi sûd ji bo danasîna bi zordarî û sertiya a ku wêranî xiste di hebûna welat de, û dîrok li ser serdemên mirinê yên desthiladaran wekî vekirokan wê binav kirin dibû baş çavbînekî , û van pêngavan wekî talankirinên bêdad bûn ji bona lêdana hevrista nirxî û reftara jêrîn ji civakan re ên rastî pelixandinê hatibûn , û wisa ziyan gîha heyîn û hatinên wê yên jîndar, û van talankirinan dibûn asteng li pêş gîhabûna civakan li zanînê, û bi nebûna dadmendî û ewlehiyê hebûn rastî gefê tê û herwiha bangên zordariyê belav dibin û vexwendina wê û bidestxistina tofên barketî ji mafên xwe yên xuristî re a ku hebûn ji wan re parastibû, û rêya ku bêdadî û nezanî li ser be ticar nabe rêyekê ji evîn û zanînê re.
Û amadebûna henas di komê de û bervajî ji berhema zanîna mirov û dîtina wî ya hevseng e li kêlek hebûn û cîhanê.
Zanyar bi vebûnê ve niyazbûyî ne ji bo zanîna rêyên rizgariyê ji hebûnê re, û girtîbûn reştariyeke ,kesên nezan û zorkar wêna bikartînin ji astengkirina rola gelan di pêşveçûn û balabûna wê berve baştirînê ,û diyardeya zorengê diyardeyeke divê erêniya wê ji neyîniya wê bê zelalkirin, û dehfandina berve erêniyê ji bo jêbirina neyîniyê li ser rêbîra zorengê ji bo baştirîn û balabûnê
—————————-
1- Mexol: ew gelê bakûrê rojhilata Asiya ne, û ji gelên êlî ne bi zimanekî hevbeş û reftarên koçerî ve beşdar in,welatê wan niha dabeşkirî ye di navbera dewleta Mengoliya a serbixwe û navçeya Mengoliya a hundirî bin siha dewleta Çînê ye û başûrê Rosiya y.
timî, û zanyar ji xwe bawer e, û ji bo zanebûnê dixebite bê ku bi bar an bi
astengî û bêcaniyê hest bibe, ji ber ku çi takekesekî zanyar xwe pêşde dibe bi rêya bandorkirinê bi a din ve,bandorkirineke xizmeta bîrawerî û balabûna wî dike bi piştpêbestbûna wî li ser henasê xwe.
Rêvebirina zanyaran ji henasên xwe re li ser peywendiya erênî bi xelkê re cîgirbûyî ye, dan û standina cîgirbûyî li ser têgeha tevgerê û li peyketina bi dû hemî rewşên hestî li cem cemaweran û zanîna kiryarê gewdehî û rewanî û herwiha têkiliya gizorîbûyî di navbera zanyaran de pêktê, û zanîna rastîn di çarçoveya rewşa civakî û rewiştî ji civakan re ye, bi nêzikbûna xwe bi a din re, û civandina heldêra civakî di nav wan de.
Û di hevaltiyê de balatir derbirîn dibînin li ser hebûna xelkê bin siha hebûnê hebûneke rastîn pêdiviyên bîngehîn ji mirov re têr dike, ji ber vê ew ji rizgarbûnê ji desthilata goşegîrbûyî di hêwirên ezeziyê û qezenca teng yê bi hezan ve girêdayî ye xwestekeke jîndarî ye û vekolîna li ser hevaltiya cîgirbûyî a bi rengekî zindî bi pêdiviyên hiş û dil ve ji raman,başî û rewiştî girêdayî ye.
Û gotin bi ramana dademend wateya wê ew ramana a ku bi pêdivî û xwestekên gelan re dimeşe, pêwîstiya xwe bi ewlehî,xweşî û zanebûnê, û xwestina wê ji aştiya cîhanî û qezenca cîhanî re .
Hebûn îro ji zanyaran re ye yên bin siha ramanekî berfireh ,ferebûyî, resen û vekişayî geş dibin, reseniya xwe ji endîza nêdar û şaristanî ji gelan werdigre, ne teng û desteyî ye.