Essen û YNRKS û Sînema kurdî

 

Bavê Zozanê

Roja  21.01.2023 li centera Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Suriya- komela Hêlîn- li Essen a Almanî, YNRKS siminarek e xweş û geş li dar xist ku nêzîka 3 katjimêran berdewam kir.

Filimên hatin nîşandin di wê şevê de sisê bûn , ji dahêner a Ekrem ê Sîtî bûn:
1- filmê yekem :Siya ziwa,bo festîvala  kurtefiliman hatiya hilbijartin.
2- Filmê duyemîn:Terorîzim, bi zimanê elmanî  hatiye wergerandin.
3- Filmê siyem:Hup û pif , pêkenî ye ,li ser pêbestê giyayê hişbir e.

 

Hêjaye gotinê ye ku simînar hate birêvebirin ji layê nivîskar Bavê
Zozanê ve ku diyar kir,dema sînema kurdî tê gotebêjkirin ,yekser
dahênerê cîhanî Yilmaz Güney tê bîra mirov loma wek destpêk cemawer
bêhnek bê deng li ser canê nemir Yelmaz Güney û hemî pakrewanên
kurdistanê , rawestiyan.
Pişt re Dr. Ibrahîm ê Mehmûd bi kurtî li
ser giringiya Sînemê û rola wê ji 1895 an diyar kir,ku bi demêre Sîneme
bû hunerkî giring û hemû cueryên din yê hunerî di bin baskên xwe de
civandin…Gelek welat û miletan ew weke çekekî jibo berjewendiyên xwe
bikaranîne…Di vî warî de ,ez dikarim bi kurtî bêjim(Dr Ibrahîm berdewam
dike)ku Filiman di dîrokê de Şoreş ne rakirine, lê gelek Film bûne
sedemên serhildanên netewan jibo bi destxistina mafên xwe û bîrkirin li
birêvebirina jiyane rojane!!

Gelo Sînema kurdî heye yan na?
Bi
dîtina min(Dr Ibrahîm Mehmûd dibêje) sînema kurdî hîn ҫênebȗye… Ҫima?
Jiber Sîneme pîşe ye, ew pîşe jî girêdayî dewleteke neteweyî ye; sedcar
mixabin hetanî vê kêliyê ew dewleta me ava nebȗ ye?!! Lê li bașȗrê
Kurdistan ê di van 20 salên dawî de hin gav hatine avêtin ȗ ber bi pêşve
diҫe… Îcar baştire ez bêjim:

1- Kurd ȗ șêweyê jiyana wan di filmên xelkê de.

2-
Filmên derhênerên ku bi regeza xwe kurdên: ew dibine du beș, yên ku
navdarên lê li netewa xwe bi xwedî derneketine, tenê bo nemȗne: weke
Atif Yilmaz li Bakurê Kurdistanê ȗ Muhsin Maxmalbav li Rojhelatê
Kurdistanê ȗ yên ku babetên jiyana Kurdewarî ji wan re armanc bȗ!

3- Filmên belge (Dokumêntarî) yên ku Europiyan li ser kurdan, jiyan ȗ pirsa wan ҫêkirine!

Filmên Li ser Kurdan… Kurtîyek Dîrokî: Cara yekem, ku kurd di filmekî sînemê de hatine nîșandan, filmê:
– (Giya) Grass -bi Inglîzî: A Nation’s Battle for Life oder The Epic of a Lost Tribe)
-Cenga miletekî bo jiyanê yan  destana êleka windayî
Ev
filim belgeyî ye ȗ ji aliyê Derhênerê Emerîkî: Merian C. Cooper und
Ernest B. Schoedsack sala 1925 li Iranê hatiye kișandin ê. Bi kurtî ew
li ser Iranê bi giștî ye, lê di gera xwe de rastî Eşîreke Koҫer yên
kurdên Bextiyarî tên, ȗ jiyana wan li germiyan ȗ zozanan bo hemȗ êş,
xweşî ȗ nexweşiyan nîşan didin!

Bi Kurtî Filmên ku li Yekîtiya Soviyêt a berê de di derbarê kurdan de hatine kișandin ê:
-Fîlmê
“Namûs” (66 deqîqe ye) di sala 1926ê de ji aliyê derhênerê ermenî Hamo
Bêknazaryanî/Bêknazarof ve bo sînemayê hate kişandin Fîlmekî bêdeng û
spî-reş e.
-Filmê “Zerê” (Zarê, 69 deqîqe ye). Mijara fîlmê “Zerê” jî
li ser jiyana Kurdan e û di sala 1926an de ji romana bi navê “Lazo” ya
Hakob Xazaryanî dîsa ji aliyê Hamo Bêknazarof ve bo sînemayê hatiye
kișandin. Mijara fîlmê li ser jiyan û kevneşopiyên Kurdên Elegezê ye û
qala evîndarî û veqetîna Zerê û Seydoyî șivan dike.
-Fîlmê “Kurdên Êzîdî” (51 deqîqe ye) di sala 1932/3an de ji aliyê derhêner A. Martîrosyan ve hatiye kişandin.
-Kurtebelgefîlma
“Li Kurdistanê” (12 deqîqe ye) di 1938ê de li ser herêma “Kurdistana
Sor”ê ye û li Azerbaycanê hatiye kişandin.
-Kurdên Ermenistana
Sovîyetê” (12 deqîqe ye) kurtebelgefîlmeke, di sala 1947ê de li ser
jiyana Kurdan hatiye kişandin. Derhêneriya belgefîlmê Y. Koçaryan kiriye
û tevî Hecîyê Cindî sênaro ya filmî hatiye nivîsandin. Ȗ herwise jî
Belgefîlmên “Kurdên Ermenistanê” , „ Em Kurdên“ ȗ “Dostê minî qedîmî“
uhw…
Berî werim ser Filmên kurdî ȗ Navên Derhênerên kurd-Dr Ibrahîm
berdewam dike-: ҫend gotin derbarê Filmên Dokument yên Europî li ser
Kurd ȗ Kurdistanê ,ez dixwayim ji mîvanên xwe re bêjim:
Piraniya wan
ji Salên 70 î de destpêkirine: yên elemanî, Ferensî ȗ Holendî ȗ Englîzî
(kêm bȗn) Piraniya wan li ser Bașȗrê Kurdistanê bȗn ȗ ҫendek jî li ser
Rojhelat bûn(Komara K. li Mahabad)… !
Ҫima li ser parҫêyen Bakur ȗ
Rojava kêm bȗn?? Ew grêdayî pirsên siyasî yên wan welatan ve bȗ: Weke
nemȗne: li Rojavayê Kurdistanê Șoreș ne rabȗne ȗ pêwendiyên wan bi
Rêjîma Suriyê re xweș bȗn.. ȗ li Bakur; ji xwe win hemȗ dizanin, ku
endamê Nato ye ȗ timî ji aliyê Europiyan ve weke „Hevalbendekî“ taybet
dihate dîtin !!
Bi Kurtî dîtina min li ser van Filman: Birastî du
aliyên wan hene: ji aliyekî ve jibo danasîna kurdan ȗ pirsa wan erênî
ne; lê ji aliyê din ve ew derd ȗ daxwazên kurdan weke ku tê xwesti nîșan
nadin; ȗ di gelek waran de jî ne pisporin ȗ dîroka kurdan li gorî
zanebȗnên xwe nîșan didan.. Û ji xwe hinek ji wan filman li ser daxwaza
Rêjîma Sedam ȗ bi pereyên wî li navҫeyên șoreșa Kurdistanê dihatin
kișandin ta ku șikeft ȗ cihên veșartina Pêșmergan werin destnîșan kirin
ê!
Navên derhêner ȗ sînemekarên kurd yên navdar:
Bi kurtî Dr Ibrahîm Mehmûd navên derhêner ȗ sînemekarên kurd yên navdar dibêje, lê kêm li ser Kurdan filim ҫêkirine:
–    Atif Yilmaz (Bakur), Zekî Okten ȗ Șerîf Gören (bakur bi Y. G. re kar kirine)

Mihsin Mexmelbav ȗ malbata wî; bi taybet keҫa wî Semîra Mexmelbav,
Abbas Kiarostami, Kamîran Hisnî (Rojhilat)  ȗ Alî bedirxan (li Misrê
ye)! Ȗ hwd…

Filmên ku babetê wan li ser Kurdan e  lê ziman ne kurdî ye , li ser navê welatên dîne!!
1-Weke hemȗ filmên  Yilmaz Güney
2-Ez
dixwazim li vir bêjim, ku Yekem fîlmê bi xwrȗ kurdî  “Klamek ji bo
Beko” ye ku di sala 1992ê de ji aliyê hunermendê kurd Nîzamettîn Arînç
(feqê Teyran) ve hatiye kişandin:
3-Yên Bakur: MEM Û ZÎN (1991) Umit Elçi, SÎYABEND U XECÊ (1993) Sahin Gok
4-RÊWÎTÎYA BER BI ROJÊ (GÜNEŞE YOLCULUK) (1997) Yeşim Ustaoğlu,
5-EM HER TIM KOÇBERIN (1998), Kazim Öz, „, Barê Giran“ a derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl
6-Yên
Rojhelat: Behmen Qubadî (, DÊMA HÊSPAN SERXWÊŞ), Rahim Zabihi  ȗ Fîlmê
“Nanê tiberk“, Teha Kerîmî  (1975 bajarê Baneyê 29ê gulana 2013an li
goristana Silêmaniyê hate veşartin) filmê wî (Hezar û yek sêv, 1001
Apples), 2013
Bêrî Şelmaşî derbarê raperîna Hewlêrê ya bihara 1991ê de fîlmek bi navê “Hawarek Ji Serban” çêkiriye
Șêrîn Cîhanî: filmê herî dawî (Pepȗleyî „pirpirîka“ Reș)
Bașȗr: Piştî salên 2004 an li Başûrê Kirdistanê Sînemaya Kurdî dest bi avakirinê kir!
1-Ibrahim Selman (REWÎTÎYA BÊ DENG (1994), Huner Saleem BIJÎ BUK U RIZGARÎYA KURDISTANÊ (1997), „Vodka Lêmon.
2- Cano Rojbeyanî, filmê „Jîyan“
3-şewket Emîn Korkî: filmê Derbasbûna Tozê
4- Mihdî Omîd  ȗ filmê Tonêl ( bi rastî ew yek ji Derhênerên herî pispore),
5-Ȗ herweha Derhêner: Hîşam Zeman, Sehîm Xelîfê, Danî Darîn
6-filmê Tirawma yê derhênera jin Ciwana Seîd (beșê Sînemê)
Solîn Yȗsiv (li Elemaniya xwendiye..)
7-Taniya Reȗf (Silêmanî, Mamoste bu li ba min- Australiya).

Rojava: Mano Xelîl ( Cîran, Davîd Tolhildan, Mêș…), Ekrem Heydo (2011z filmê Helebçe)… Vaye Ekrem Sîtî ȗ filmên wî li ba we ne!
Dr Ibrahîm Mehmûd vekolîn û xwendina xwe wisa bi dawî dike:
Li
ser Festîvalên Filmên Kurdî, Yek ji nîșanên ku filmên kurdî bi pêșve
diҫin ȗ dibin gav li ser riya avakirina hîmê sînema kurdî, ewe ku van
salên dawî Festîvalê filmên kurdî( pêryodîk), yanî bi berwdewamî li
gelek Paytext ȗ bajarên Kudistan ȗ Cîhanê jî têne li darxistin ê!!

Bi
kurtî Li ser Filmên Ekrem Sîtî dikarim bêjim: Bêgoman Xebatên Hunermend
E. Sîtî yên ku bi tena xwe kirine, cihê pesindanê ye; babetên hersê
kurtefilmên wî cuda ne, civakî, serdemane ȗ  serenc rakêșin!
Filmê
-Siya ziwa- babeta Nejadperistiyê di civaka Elemaniya de nîșan dide; ew
jî bi rê ya Nejadperistekî elemanî re, ku heger bi destê wê bihata wê
kesên biyan bikuștana… Filîm bê diyaloge…
Filimê „ Têrorîst“: babeta
șerê derbirîna bîr ȗ baweriyên azad dike; babet pirr aktuele (Serdemî
ye), ew bi „Riya Akșin“ (weke ku derhêner bi xwe got), ȗ me jî dît
hatiye ҫêkirinê; bi dîtina min Akterên (lêstikvan) ne serketî bȗn; tevî
ku teknîka bi karanîna haletên sînemê baș ȗ li hevhatî bȗn; bi her hal
șêweyekî nȗ ye di filmên kurdî de!
Filmê Hup ȗ Pif: Filmekî Komîdî
(qerf, henek) ye, babetên civaka penaberên kurd li Europa bi hemȗ êșên
wê li ser zarê du kesên afiyonkêș (tituna hişbir) bi șêweyî bêkenîn
nîșan dide! Derhêner bi rêya diyaloga herdu -serxweşan- êșa bêtifaqiya
kurdan ȗ siyaseta partiyan yên Rojavayê Kurdistanê șirove dike.. Bi
dîtina min ew diyalog dikarî bȗ kêmtir ba ȗ bi rengekî sade bane.. Lê
bawer dikim film tanî pêpelûkek mezin serketî bȗ…
Berî nîşandana
filiman ji cemawer e ,derhêner Ekerm Sîtî dor çar xulekan li ser rola
sînemê axivî, got:Ez di serî de spasiya hemî mêvanan dikim ku ji dûr û
nêzîk hatine,hêvîdarim ku demek xweş em bi hev re bibûrênin.Wisa jî
spasiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriya dikim
ku bi vî bar ê giranbuha rabûn,spas bo komela Hêlîn û hemî karmendên
wê.Spas bo hunermenda hêja Evîna welat, spsiyek taybet bo Rojnamevan  Dr
Ibrahîm Mehmûd ku îro bi me re amadeye.
Îro dinya û alem -Cîhan-
tevde li ser hunera sînemê disekine, di riya sînemê de merov karê
kiltûra miletan nas bike,serpêhatiyên wan nas bike,dîrok û şerê ku ji
deh ê salan ve çêbûna ,dahêner di dema yek katjimêrê de dihêle
dîdevan,bîner , temeşevan wê dîrokê wan çîrokan wan şeran yek ser
nasbike, dihêle ji alîkeve bigrî û ji alîkî din ve bikene..Eve
sineme..Ku Yelmaz Güney di riya filmên xwede dinya hejand,dive em
hijêkirinê têxin dilan , dive em agir ne bi şer û cengan çareser bikin,
belê pêwista em bi avê vemrînin .
Wisa jî derhêner Ekerm Sîtî hêvî û
daxwaz kirin ku nivîskar û rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, dive hayî ji
vê hunera biha derkevin,alikariya wê jî bikin .
Evina welat dilê me û
xwe bi wan stranên  xweş bi wî dengê zîz şewitand, bi hêviya şevên wisa
em li Efrina aza û serbixwe çêbikin.
Hêjaya kum em bêjin mêvan û
cemawerekî taybet  amade bûbû, cihê rêz û spasiyê bûn,  û ji ber demê
dirêj kir û hin mêvan ji deverên dûr hatibûn , me nexwest em dan û
standinê  li ser filman dirêj bikin, wisa jî me deryê pirsa venekir,lê
me soz da mêvanan ku du simînarên dirêj û cuda yek li ser Sinema kurdî
bi giştî û ya din li ser şanoya kurdî bi alîkariya hêja Dr Ibrahîm
Mehmûd û mamosta Ehmed Ismaîl nêzîk ne dûr em ê li dar xin.
Dawî li
her sê mîvanên beşdar ,Dr Ibrahîm Mehmûd û derhêner Ekrem Sîtî û
hunermenda hêja Evîna welat ,  Spasname rêzgirtinê  ji layê komîta
çalakiyan ya YNRKS ve li wan  hate pîrozkirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…