DAXWIYANÎYA Kongirê 3 yem yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Suriya

 

Di 29ê tîrmeha salإشa 2023an de, li hola Efrîn li bajarê Qamişlo,Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya kongirê xwe yê sêyem bi amadebûna endamên li hindurê welat û bi beşdariya endamên herdu nûneratiyên li Kurdistan û Ewrupa di riya hevgihîniya Zoomê re lidar xist.
Kongir bi rawestana xuleyek bê deng li ser giyanên pakrewanên kurd û hemî pakrewanên azadî û pênûsên azad li gel sirûda netewî Ey reqîb û piştî hilbijartina komîteya birêvebir,kongir dest bi kar û barên xwe kir.
Qonaxa lidarxistina kongir qonaxek gelek nazik û hestiyar e ku gelê Kurd li hemî parçên Kurdistanê û li deverên dî jî tê re dibihûre, ji ber hewildanên rêjîmên herêmî li Sûriya, Îraq, Îran û Turkiya di jinavbirina gelê Kurd di warên konevanî û abûrî de hê jî berdewamin,bi ser ku birînên gelê Kurd ji tund û tûjiya Da`işê hîn ne daxemirtine û hêjî pîlanên ciyawaz û awarte di derheqê vî gelî de didomin, nemaze hewldanên çewisandina zimanê wî ku bi rengekî fermî di zanko û peymangehan de tê qedexekirin (Ji bilî herêma Kurdistana federal) ya ku îro destkeftineke netewî mezin tê nirixandin, ev ji bilî dijberiya bê hempa li hemberî vî gelê aştîxwaz ku tê bikaranîn, di encamê de bandorek neyînî li nivîs û weşanê dike.
Piştî bidestpêkirina karê kongir, serokê berê yê yekîtiyê mamoste Luqman Yûsif gotinek berfereh bi navê desteya birêvebir pêşkêşkir û tê de hemî çalakî, kar û xebatên herdu salên bihûrî destnîşankir û hemî zehmetî û astengiyên dibin rêgir rûbarî nivîskarê Kurd anîn ziman û daxwaza guhdanek awarte bi wêje û zimanê Kurdî bibe, her weha Yûsif anî ziman ku bi ser hemî astengiyan de Y.N.K.S bi dehên pirtûkên bi zimanê kurdî yên endamên yekîtiyê û yên serbixwe jî çapkirine, ji bilî kovara Pênûsa Azad ya werzî ku di dema xwe ya destnîşankirî de tê weşandin.
Endamên kongir bi berpirsyarî dan û sitandin li ser xalên girêdayî pêvajoya yekîtiyê û paşeroja wê kirin û giringiya pabendiya nivîskar bi doza gelê Kurd a netewî, nemaze di berhemdariya wêjeyî û çandî de, her weha guhdana bi pênûsên ciwanan .
Bi berferehî kongir reşnivîsa tozika hundirîn ya ku komîta asayî pêşkêşkir guftûgo kir û piştî biryar bi guhertina hin xalan da, komîteyek destnîşankir ji bo serastkirinê li gorî pêşniyarên endamên şax û nûneratiyan.
Di dawî de desteyek birêvebir nû ji bo qonaxa bê re hate hilbijartin ku wê di civata wê ya pêşî de serok û cîgirê wê bên hilbijartin.

Qamişlo
3.8.2023

YEKîTIYA NIVÎSKARÊN KURDISTANA SÛRIYA

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…