Zanyar û kêşeya pîrozbûnê

Rêber Hebûn
Netewîbûn ji berhema hestekî komî ye bi pêdiviya civînê ve, pêdivî misoger ji sedemên zehmet an sirûştî ve encam didin, mîna hestbûna bi sitemkariyî û nijadpersetiyê ve an xwesteka pêkanîna berjewendiyên pêwîst û bi encama zorengên xwînî ve têgehên netewî rêzimanî binyad bûn, nexasim di serdema netewbûnan de li Ewrûpayê û veguhêztina wê li cîhana Erebî û Islamî.
Siyasetên mandelekirin, pişaftin û têkbirinê belav bûn mîna pêşveçûnekê ji zorenga êlî ve.
Bîrawerî bi komê ve , girîngiya wê bi hevgirtinê ve di hundirê tevina
komî de pêdiviyeke xuristî  ye bi rêya yekbûna ziman û dîrokê ve ji ber
cîranbûn û hevjiyanbûnê di çarçoveya cîgehê de.

 

Zanyar li pêş berdana henasên wanî pêşîn mizgîniyê bi peywendiyên bêhtir xuristî û  kokdayî didin ji her kesekî  re bîriya evîn û zanînê dike herwiha jî vekolîna zanînê, ji ber ew di heyînê de dibînin tevina giştî û komkirî ye ji mirovahiyê re,  ji ber ku giyanê çetetiyê nûnertiya rastiya jiyanê û armanca wê ya bilind nake, zanînê  mîna neteweke fereh û nû  dibînin ne bîrdoziyekê an olekî an ragehekê dikare wana ji hevdû dûrbixîne, ji ber ew evîn dibînin rêyeke ji zanîna heyînê re ya ewa  mîna lutkeya hatinrêza sirûştî ye , ji ber vê yekê têgehên serxwebûn û rizgariyê û avakirina dewlet û herêman di qonaxa piştî seretayiya  sirûştî de diyar bû .

Kolekirina mirov bi rêya kedxwarkirina hinirên wî yên gewdehî ve destpêbû, û ji mafên xwe ve bêpar mabû, ew mafên ku qonaxa seretayî jêre parastibû, ji dabeşkirina giştî ji destikên berhemkirinê re, wisa malgirtina taybet diyar bû û bi rengekî ne baş hatibû bikaranîn ji bo bibe tenê ji hinek tofan re li ser hijmara pepûkî û bêzariya tofên barketî yên rastî gefxwarinê hatibûn.

Pêdeçûna mirov bi malgirtinê ve hîşt derdên ezeziyê zêde bibin ji encamê nezanî, bê xwendin û birçîbûnê ve di heman reng û dûriyên xwe yên koçberî de,navendiya gelemperatî ji wê çaxê ve hatibû bicîkirin,ev di deroniya tofên barketî de hestên sitemkarî, koçberiya giran berz kir, li rex destpêkirina hewildanên avakirina raperînên zanyarî  ji bo bidestxistina mafên rewa yên sirûştî yên hatibûn e xwarin, pişt re wan tofên barketî ji têgeha netew ve û hatinrêza ji erdê re  mîna destikeke dijber dîtibûn li hember gefxwarina bi koletiyê ve, têgeha netewbûnê ji bo berjewendiya koma gefbûyî bi jêbirina hatinên wê durist bû, ji ber vê yekê têgeha netewî gewretirîn şoreşeke zanyarî ye ji kevinê dîrokê ve û ola ya di çorçoveya peywendiya takekes bi xwedê re ango hêza nepenî  ew felsefa giştî ye a ku ewlehiya hebûnê li hember netebitîbûna sirûşta gerdûnî ya cîhanî diparêze .

Ev felsefa komî dixwaze mirov hêzdar be û bi heyîna dadmendiyeke xwedayî girêdayî be ta sawa mirinê li ser kêm bibe , ji bo hêzbûna henasan û berdewamkirina şerên maf û rûmetê , ligel  maf û rûmetê xêr zêde dibin û xweşî belav dibe ta mirovê zanyar nêzikî bedewbûn û şadiyê bibe bi hestbûna hevgirtinê bin siha komê, ji ber ku pêdeçûna  di baweriyê de ziyanê dide û dibe piştgiriya zorkariyê bi şêweyên wê yên bilêvkirî, deronî û gewdehî ve.

Ev yeka nûnertiya encamê bilind dike ji zorkariya bawerî re, wateya vê yekê ku rizgarkirina ji desthilata pîrozbûnê ve mîna rikberiyeke mezin e, ji ber bi dû wê ve encamên civakî desthilatî hene, berhinde di ol de reweştên herî kêm hene yên bi rêya wê civak tê kuntrolkirin, ji ber ew ji çêja giştî re dibêje erê, ji ber vê yekê civak di warê ramanî geş nabe,  bi sedema bandora olî  li ser wê  û ev yeka bi derbasbûna nifşan ve pê  xweşdihat .

Reftarên olî ketin hundirê partî û ropartên totelîter, bîrdoziyên wan pîroz bûn wek ku ji ezmên ve bên e xwarê bi vî rengî ve pîrozbûn cîgir bû û bi ramana netewî û a çepa şoreşgerî  re bû yek , û berî xortan dabûn e tundirewiyê , ev yeka di tevgerên cîhadî de li ser dirêjî cîhana Erebî û Islamî de belav bû, koka diyarbûna xwe ji dîrok û çêja navçeyî  ve  ji wan gelan ve wergirtibû, yên baş tundirewî li dibistan, zanîngeh û mizgeftan fêr bibûn, buhara Erebî bû goristana xwedî hiniran dema bibûn êzing ji pîlanên navdewletî re, li gel wê şûnmaya girtinheviya olî tê nûkirin bi barên wê yên giran ve ji dîrokê ve, ev ji encamê girêdana mirov bi pîroziyê ve ye bi rêya deqa olî  yê zehmete şoreş li hember wê bête lidarxistin, ji ber bibû derdê dijwar û har li hember çi ragehekî ronakbîr û rikber, vedixwînê ji şiyarbûna zanyarî re û çalakirina hizr yê pergalên baweriya zengirtî wêna derizandibû.

Ji ber vê yekê şîretên olî bi giştî ve bi destê qata fermandar ve ye yê keriya civakan birêve dibe, û nerîna giştî saz dike, û gelan kuntirol dike yên xizanî û desthilatbûnê dikşînin û bibûn lîstokekê bi navê cenga pîroz ve, cîhad û xweda, (Talanên Islamî û xaçî).

Bawerî berve sertiyê tê rêvebirin, ne tenê di çarçoveya pêywendiya takekesî di navbera mirov û xwedê de,li gel wê em  sedan erkranên olî û ragihandinî  dibînin beranberî  tevgerên olî  çi veşartî û  çi çalak têne birêvebirin li gor xwestinên kesên serwer, li gel wê hebûna mîkrûba baweriyê bikartînin yê bi kûrahî û rêk û pêk ve derbasbûye li hundirê hişên tofên civakê yê bi rêya hebûna wê xort tên e artêşkirin û dehfandin ji zorengên cuda ragihandina berçav wêna xwarin dide, eger ew bandora dîrokî li ser civakê neba wê ew hêzên yên li ser aboriyên dewletan serdest  wê ew bihane ji cengê re bi derbasbûna dîrokê ve nedîtibana , ji ber vê yekê deqên pîroz mirovan birêve biribûn li koçberiyeke komelgî  ji dema niha ve, û dibûn kelem li pêş derfeta dîtina alav û rêyên sererastkirinê û rêvebirinê û hevjiyana di navbera mirovan de.

Ev deqên yên  têr ji sertî û bizdanê vexwaribûn ne tenê bi bûyerên dîrokî ve girêdayî bûn lêbelê hatibûn e belavkirin û kûr bi nîşanên wê ve hatin girêdan ta  li ser taybetiyên oldaran û kiryarên wan serdest bûn , li rex reftarên wana jî , li cem wan amadebûnekî suriştî peydabû  ji dijminatiyê re , em tengbûna asoyê dibînin herwiha bersiva tund yê aşkere dike li ser evqasiya bandora ol li ser çêj û şêwaza jiyana bawermend, ji ber ew amade ye ji tundiyê re , ji ber vê yekê zanyar dixebitin li ser rizgarbûna xwedê ji têgehên mirovî ve yê bi rêya wê xwedê hate mirovkirin bi awayekî ve li ser sertî û diljêçûnê xelk tên e dehfandin.

Rojhilata navîn di nav argoşa kelbetana hevgirtina dîrokî ya pîroz de ye  yên di  navbera herdû ragehên Islamî Şîe û Sunne de û hebûna ragihandineke olî berçav rêyên girtinheviyê birêve dibe, cemawerên xort xwarin dide ji bo bimînin êzing bi rêya deqên yê xwînrijandinê pîroz dikin, mêrên ol li hember zanyaran û zanistên wana sekînin, û li dijî felsefeyê derketin, bê guman ev yeka encamên wê hene li ser civak û navnetewan, civakên Islamî êdî di tenahiyekê de dûrî sivîlbûnê dijîn, bi lez  dibin qurbaniyekê ji siyasetvanên desthilatdar ve li hemî rojhilata navîn, desthilatên serkotker di bandora olî de dîtin gerentiyekê ji serdestbûn re û hebûna li desthilatiyê , piranî deqên olî piştgiriya bişanhildana fermandariyê dikin, bihaneyên pîroz ji bo serweriya  fermandarê navendî ya totelîter didin  ji bo berdewamkirin serdestbûnê  û rewakirina gendeliya tofî.

Damezrandina jiyanê li ser bîngeha zanînê ew damezrandina mirov e bi rêya rizgarbûna wî ji nexweşiyên tevlîheviyan û desthilatiya ya bihêztir, bi vegera nirxên şaristaniyê ji nû ve, ji bîraweriyeke nû ve û jiyaneke baştir ji hemiyan re û rêxistineke bi hebûnê ve lihevhatî , rêxistinkirî û bedew  , yê jîndarê mirovî bi nirxan ve xwedî dike, evîn di vê derbarê de dibû xwedayekê ji hemî nirxan re yê mirov ji heyînê ve wergirtibû bi derbasbûna rêya wî ya dirêj û zehmet ve.

Berdewambûna goçeriya zehmet ji mirovê şaristan re ew berdewamkirina nameya evînê û bilindkirina zanînê ye, û çi avahî eger li ser tekûzbûna evîn û zanînê newe damezrandin ew avabûneke şêweyî ye mîna hilweşandinekê ye bi awayekî ji awayan ve, ji ber vê yekê pêdivî  ye vegera li evîn û zanînê û miqatebûna hebûnê ta jîndar hebe, tekûzkirina evînê bi rêya bicîkirina rewişta yê ji mirov re destketî û bermayê wî ezber dike, ev yeka bi miqatebûna li cîgehê tê pêkanîn bi rêya rawestandina ceng û genîbûna cîgehî ve.

Zanyaran bawer dibin ku bedewbûn di xêrê de ye, ji ber wê dixebitin ji bo jinavbirina çavkaniyên metirsiyê, bawer dibin ku ti rev ji derbaskirina wî nîne, bedewî di xêrê de diçînin û di wan de tîrêj dide, di tiştên pûç de dibînin ku ew têne jinavbirin bi rêya dîtina ramanên sirûştî ve, ji ber vê di hinira hundirîn de dibînin ew hêviya tek e ji nûkirina henas bi zanînê ve.

Zanyar bi afirandinê ve li pêş dikeve, ew di afirandinê de dibîne mîna zanista sazkirina azadiyê  ye û rêyeke nû ye ji bikaranîna alav û tiştan  re başî û miqatebûna bedewbûn û niviştê li cem aşkere dike, ew li pêş tê, bi  bedewî û giyanekî pak ve  berve guhertina tiştê ku dereng ma û nehate guhertin, timî bi pêdiviya bihinferehiyê ve  di derxistina biryaran de bawer dibe.

Ew bi jiyanê ve radibe ji ber ku jiyan bedew e di sirûştiya xwe de, wê bedewtir dibîne dema destê xwe li ser datîne.

Zanyar xuristî ne ji xwestinên xwe ji jiyanê re, derbasî saziyan dibin û xwe hêja dibînin bi guhertina sazî, partî, komel û komkaran ve ta bibin navikekî nû nûnertiya giyanê hebûn , zanîn û evînê  bike.

Ew dibînin di çi rêxistinî an sîstemeke civakî an aborî de eger zanînê ji bo evîn û hebûna giştî ji xwe re  neke armanceke bilind , ew dibe mîna hêzên tarî , ji bo hingeme, tîjandin û diljêçûn û belavkirina cengan dixebite, yê bi nezanî , paşveçûn û tundirewiyê ve peywendîdar e û ev nirxên bedewbûn, xêr û mafê têkdibin.

Derketina zorengan bi derbasbûna dîrokê ve  mirov ji taybetmendiyên xwe yên xuristî ve dûrxistin yên ew bîngehên pêşîn in ji hebûna mirov ve mîna jîndarekî azad civakî û bi zanebûnê ve girêdayî,  wergirtina mirov ji hemî mafên xwe yên sirûştî û rabûna bi erkê xwe ve ji taybetmendiyên  jiyankirina zanîn û evînê ne û nêzikbûna ji rastiya zanyarî ve  ye,yê bi yekbûna hebûnê ve tê diyarkirin.

Şoreşa rastîn di jiyankirina evîna sirûşî de cîgir e, ji bo hebûnê û parastina wê, û baweriya rastîn bi binemaya hevjiyana aştiyane ve di navbera gelan de.

Kuştin ew kuştina mirovahiyê ye û birrîna başiyên wê ye û nankoriya bi destkeftiyên wê ve ye û sitemkarî mandelekirine ji jiyana xweşiyê re  û hevkarî bi bobelatê re ji binpêkirina bedewbûn û niviştê  ve ye yên ji nirxê rûmetê ve derketî, û ev yeka ji dilsoziya mirov bi  xwe re  û bi  a din û tev jîndaran re derdikeve.

Tewanbarî nezaniyeke kor e û derdekî mezintir e îro li pêşiyê lêkolîner sekinî ye, yê li pêşveçûna ramanî, deronî û rewiştî  digere, û ji vir ve hebûn û evîn bû û zanîn jî herwiha peydabû.

Û erkên zanyaran pêşî ku çi kesê aramiya cîhanî û hestbûna bi reseniyê ve winda kiribe biparêzin , ji ber ew tişt di evîna sermedî û nû de heye ji jiyan, erd û komê re yê jîndaran bi hevdû ve girêdidin, hevgirtina di navbera koman de pêwîstiyeke jîndarî ye ji bo pêşveçûna bi bedewbûnê ve, û zanîn li ser yekbûna mirovahiyê dixebite taku  taybetmendiyên xwe yên cuda  bin siha jiyanê   bijîn.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…