GURZEK PEXŞAN HELBEST JI ESMERÊ RE

 
Demhat Dêrikî

1- TU NE HEZKIRINÎ

Min nedixwest ez wan peyvan di darbesta dilê xwe de hilgirim û ber bi goristana bîranîna ve bimeşim û goreke din ji kenderewînan re bikolim! Min nedixwest wan ramûsanên ser lêvan ku bûyîn çîroka xelkê bi kefenhestê xwe bipêçim û te radestî wê gorê bikim… lê çi bikim; awirên te, girnijîna te, meşa te, bedewbûna te, şevên te bi ez eziyê sond dixwarin!
XAK-2
 Dema dayîka min hevîrê nankeda jînê di xwehdana tîrmehê de amade dikir, raman û hestên min bûbûn das û tirpan di nava zêrîn genimê te de palehî dikirin…rondikên min tev dilopên xwehdana eniya min jî ber bi te ve diherikîn, tevlî jana te te dibûn xakê!..ax xakê!

3-DILXUMAM
Dema di dilê te de, bûn du siwar û sê siwar…û te gulken li gel tenik binkirasikê şevê pêşkêşî şevbuhêrkên wan kir, te hezkirin(ku di xewnê de be jî) di ramûsanên bê nasnameyî yên memikan de windakir, ji xwe ew dil ne yê min e ne jî ev dil yê te ye!..û ne jî tu hezkirinî û ne hezkirin para te ye!

4-EW DILÊ TE YE
Esmerê; guh bide awaza pêlên çeman ew ez im! Guh bide dengê bager, birûsik, lehiya firmêsk û nale nala jana dilê evîndar, ew ez im! Guh bide dengê yezdanên başî û nebaşiyê, ew ez im! Guh bide dengê qîrîna xakê, ew ez im! Guh bide dengê dilê min, lê ew ne ez im, ew dengê dilê te ye esmerê!

5-TU HEZKIRINÎ
Esmerê, min hezkirin bi hezkirina te naskir, lewre hezkirin ji biskên te dibare!

6-Balkêşî
Esmerê, dema tu dimeşê û memikên te wek hejandina pelên daran li ber bayê buharê dihejin, bi dehan yezdan li pey te dibezin!  

7-JIYAN
Esmerê, ew çi xunav bû ji lêvên te diherikîn ser deşta dilê min û ji dêmên te sorgulên sor dipişkivandin?!

8-ÇÎROKA MIN
Melûliya çavê te, çîroka jiyana min digot!

9-BIYANÎBÛN
Li wir, li wê kolana biyan dema çavê min bi hinarkên rûyê te ketin, çîroka ramûsanên min ê li ser hêlîna dilê xwe çêkirî hat bîra min. Wê demê du rondik ji çavê min barîn û min berê xwe guhart û çûm!…

10-VEQETÎN
Esmerê, dema tu çûyî wê dûriya dûr, vî dilê ku di nava guldêmên te de konê xwe vedayî û li ser deşta dilê te bûyî cotkarê evîna te, bi xwe re bibe..li gel şiyarbûna şevên min, li gel nameşevên min, li gel wan rondikên min yên ku li şopmayîna peyvên te gul dipişkivandin bi xwe re bibe û paşê here!..

11-PIŞAFTIN
Dema tu çûyî, ez jî çûm..ez bûm biyan li ber dergehê xwe,ji dengê min, kevokên hewşa me jî bûn firdanên xelkê. Dayîka min jî, hawara xwe digihande şêx û mişayîxan…lê êdî ez ne ez bûm!…

12- XAKNALÎN
Esmerê, min ji te hezkir, ew bûn xwedî nasname û ez hêj li nasnameya xwe digerim!..

13- WELAT
Çar evîn di şikefta hişê min de bûne fenerek!

14-JANWELAT
Ev çi yare?!…ez di şevên xwe de kirim koçber! Li ser canê xwe kêlî bi kêlî gora min kola! Pora wê bû werîsê daleqandinê û her du çavên wê li gel lêva wê ya li ser şopa sed ramûsanên bê navnîşan bûn sêdar ji min re!..û her du memik ên ku sernivîsa rojnameya xewnên min bûn, bûne kefin!..Ev çi yare?!..Lê çi bikim, her ew e yara vî dilî!

15- EZ Û WELAT
Min welatek hebû, 17 sal ji temenê min di eşqa wê de derbas bûn û hêj di nava deriyaya wî welatî de melevaniyê dikim. Lê, niha bûne du welat! Welatê mezin û welatê biçûk!…

demhatderiki@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…