Mihmed E`bdê
Hevalo ger tu windabe li vê jiyanê
Li te bigerim di dilê xwe de te bibînim
Ger cî û war ji ter tinebin
Di ronîya çevên xwe de te hilînim
Dibin tava rojêde dimînê tu ezê
Liber sîka mijankên xwe de te bilorînim
Carek ku tu xuyanî nebe hevalo
Ezim warê evînê warê Zînê
Sitêrek geşbe tu li ezman çirûsk bide
Ezim heyva li dora min tu dimînê
Ger tu şivanek be şiyar dimînê li şevînê
Ezim bilûra di destê te de tim dimînê
Ger tu gemîyek be hevalo ezim çiya
Ezim Cûdî gemîya Nûh li ser dimînê
Dûrim ji te tim bi derd û xemim
Ji ber te ez bê kêf û kenim
Gulek çilmisî li ber keviya çemim
Qeyîkek li ber pêlê diçe û ez li serim
Pêla ez birim hevalo perîşan bûm
Dûrbûm ji te ez winda bûm
Hevalo di avêde ez bê warbûm
Li derîya evînê bi xewena te ez şiyer bûm
Delalo ti hêjayî ji tere bibim pira evînê
Tu hêjayî bi jînê û golên xwînê
Ta ku saxbim nevê te di dilde bimînê
Bijîm ji bo te li jiyanê hevalo
Tu helbestvenê dilê min, Mele û Ehmedê Xanê
Ger tu bawer neke hevalo bi pirse ji
Belbelîskên nîsanê û tavê havînê

Şîrove (0)