Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî
Kekê Arşevîn, em hindekî derbasî nava çîroka cîhana vê şaxa hunerê bibin, ev çîrok çawa destpêkir, dergehê vê cîhanê çawa vebû, jiber çi(di dîrokê de)?

Bi rastî ev şax pir xelek jêre divê ,lê em bi kurtî hinekî li ser rawestin ,em ê bînin ser şaxê huneriyê bi tevayî, yan bi taybetî şêwekarî.
, ew li ser zimanan Û lêkolîn hatiye kirin çi li ber destê mirovan yan ramanên mirovan, yan têgihşitina kesayetiya demê, ku ev huner hate belavkirin, yan fireh geriya ye û bandora wê gihişt tevaya cîhanê û wek (tê naskirin di qonaxên piştî navîn de) li ser destê rojavayî Ewrupa ta ku bandora xwe li tevaya cihanê gerand ku gihişt keneda û Emrîka,jiber ber ew çax miletên Ewrupî dema koçerên Ewrupî li wir di man, ne tenê wisa? Dîsa ji ber destê Ewrupa gihişt hin ji Efrîqya û Asya , ji ber ew çax hin ji wan dema dibin bandor û pendekehên Ewrupa de bûn,ta ko ev bandor hinekî hate dijiyatiya hev, di dema ku gihişt çerxa bîstan. Lê dîsa ev huner di kevnetoriya xwe li ba roman û ixrîqiya de ku ew ya herî kevnbûn di qonaxên dîroka kevn de , ji ber ew çax kar û avakirina hunerên wan û berhemèn wan li dora 2000 sal didomand , bi navdarî jêhatîbûn, di gelek beşê huneriyê wek avakirina welatê xwe , stîla lêkirna malan yan bircan , ku neqş û bedewbûna lêkirinê gelekî bi çav jidayî lêdikirin. ,ta beşê torevaniyê dîsa roleke xweyî herî girîng hebû, ko ew çax nivîsandina toreya Ewrupî ya kevin dinivîsin û navdarbûn bi çêkirina pûtên mirovan ji tûnc û heriyê çêdikirin, li cihên din romanan jî ji bingeha hunera ixrîqîyan dest pêkirin û bêtir ji wan bi pêş de birin û avakirina malan yan çêkirina koşkên bedewtir kirin û mezintir kirin ji ixrîqîyan bêtir , ta di beşê torevaniyê de ji xwe pêsdan û di beşê şêwekariyê de dest bi çêkirina wêneyên kevin kirin û gelek wêneyên kevin hebûn nû kirin, bêtir li ser wêneyên xuristî û hebûnê de radiwestiyan. Di pey wê de huner di qonaxên navîn de , ko ew çax rola dêrên fillan gelekî bandora wê li ser hunerên wê demê de hebû , ew dihat hejmara diduwan bi taybetî di başûrê rojhilatî Ewrupa de , hunera Bîzentî ew bibû ya ku bi rola xwe baweriyên wê yî hunerî bi dana Artodoks ku çanda AsIya dihat û hejimara sisiyan hunera Îslamî ku hate xuyakirin li ispanya, ta perçeyên başûr û rojhilat li Ewrupa, hunermendên qonaxên navîn dest bi naverokên olî dikirin , ta avakirina dêran û nivîsên olî , tiştekî wan li ber çavan nehat kirin , lê hinekî kêmtir bû, ta ku ew huner hate vejandin di çerxa yazdeh û duwazdehan de, ew çax stîla romanîsk xuya bû di avakirina malan de û tarên di wê demê de, ta çerxa sêzdehan, hunera bi navê quti peyda bû li perçê herî mezin li Ewrupa , ew huner herî balkêş bû, avakirina koşkên bilind û bedew bi stunên xweyî pehin û bilind , ew çax ew avakirin hat naskirin bi avakirina quti ? Di çerxa çardehan ta sêzdehan qonaxên huneriyê yên herî berfireh hate peydakirin jêre digotin qonaxên hilbûnê bi erebî di gotin alnahda ? Ji îtalya ew huner dest pêkir ta gihişte seraserî Ewrupa , ne gereke ku em bêjin bandora xwe ya sereke ji çand û felsefeya ixrîqîyan û romaniyan anîn, ew çax her tişt bi çavkirineke bêtir ji qonaxên navîn hunerên xwe pêş birin û berfireh gerandin ji her aliyan ve , dest bi xuristê ta pûtên kesan ta li ser asoyan avakirin, wek tar û pala dîwaran ,huner di qonaxên hilbûnê de gelek hewldanên berfireh di Ewrupa de hate afrandin bandoreke xweyî taybet di civaka Ewrupade de lîst, yek jê huner bi di şêweyên sereke hate naskirin, wek opêra û sîmfonî, di cara yekem lîstika opêra çêbû ? ew çax di çerxa şazdehan de bû di sala 1690 z ,û mûzîka sîmfonîyê di çerxa 18 de hate dest pêkirin, di çerxa 17 de stîleke nû hate çêkirin jêre digotin Baruk ,ev wek kêferatekê bû ji ber netew xuyabûn , û ew kêferat di navbera herdu dêran de xuyakirin ?, dêra Brutistant, û katolîkan ,ew çax têkoşînên siyasî yên ku serkêşiya dêra katolîkên romanan dikşand, ku hişt bandora xwe li ser hezkirina mirovan bike, û mirov bi alî hezkirina hunerên bi navê barok jê hezbike, di wan herdu çerxan de mirov bi alî pêşketinê de hate kirin ,hinekî hunermend ketin pêvajoyeke nû , ku Ewrupa bi alî teknelocya de hatin û hunermend ji dabeşkirina olî de hinekî kêm kirin !,hunermendan naskirin ko jiyana mirovan bi alî pêşveçûnê de deri , hertişt nemaye wek berê , wan jî di çerxa 17 û 18 ko dinerin îja parastina mirovan tê kirin , û mirov bi alî pêşveçûnê diçin , hunermend bi tabloyan û hestên xwe radibûn çêkirina mirovan yan miletên bindest durist dikirin, û ji alîkî de dest bi romantîkê di tabloyên xwe de dikirin, di nîviyê çerxa 19 de, tevgerek nû hate afrnadin ji ber civakeke nû xuya bû , û pêşketina teknelocya diyar bû , li wir dibistanake nû ji hunera şêwekariyê hate xuyakirin ku ew dibistan bêtir bi civaka wê demê re bi hest dibû, û nakokiyên di civakê de di wêneyên xwe de çareserî dikirin , ew dibistan jêre digotin hebûn yanî tiştên ku li ber çavan be.,
di sala 1900 De her çend salan stîlên nû hatin xuyakirin, hunermend hinekî neman wek berê di dabeşkirina dibistanên hunerî de diman bêtir , naverokên xwe ji çîrok û dîrokên berê de tanîn , ta ko dibistana Bawhawis li almanya derket , bêtir bawhawis ko neqş û avakirina mal û bircan ava dikir, bi awayekî nûjen dihat avakirin, ji ber ko civak bi alî pêşveçûnê ve diçû, ta ko pêşketinek di aliyê mûzîk û wêje û çand û şano de hate kirin ew çax çerxa 1900 z
Gelo, ev şax wek pêdiviyekê derket yan wek helwestekê yan jî wek hezkirinekê?
Gava yek li jiyana mirovan mêze dike li derûdora wî yan bi tiştê ku bi xwe re aniye ta roja îro em mêzedkin ku ew tişt wek pêdivîyeke ji kesayetiya mirovan re , mirov di qonaxên dema berê de ji bo jiyana xwe di dema ko çavên xwe vekir li ser rûyê jiyanê û çav gerand ku jiyan bibe ew çax wek hovekî bû dest dipeland ku xwarina devê xwe peyda bike radibû li pê pêdivîya jiyana xwe ji bo xwarina xwe diafrind , ji wê rojê ta qonaxa ko mirov tê de derbas bû mirovên ku di jiyanê de bi kar û pêk bûn ji hişmendiya xwe û ji xuristê tişt pêre hate afrandin yek jê huner bû , anko mebest ne ku huner mirovan çêkir huner berî mirovan hebû wek xuristê yan dengê ba û baranê û ûrûra guran yan tav û birûskan, bi xwe dibû awazek, mirovan lê guhdardikir, li dû wan awazan şaxek ji hunerê ji wan dengan dibû sûdeyek ji mirova re û hunermend bi deng û awazên xwe jê diafirand ew jî şaxek bû ? û ji xuristê mirovan wek reng yan awayê daran û meha buharê , tûniya çiya, yan tûniya li ser rûyê jiyanê,mirov ew çax bi çavan lê dinerî radibe ji çavên xwe dighand mejiyê xwe, û wêne jê diafrand ,ew jî şaxê şêwkariyê jêre dihat gotin,mebest ewe ku berî mirovan her tişt hebû , av ,kanî , fêkî , buhar, havîn, volkan,zivistan, kesên canewer yan giyanwer li ser rûyê gerdûnê.
Tablo heta kîjan astê dikare bibe zimanê cîhana kes û bandora xwe li kesan bike?
Bi rastî tablo bû zimanè cîhanê , lê ne bi zimanekî hate naskirin, tablo bi çar zimanan hate naskirin ji wan her çar qonaxên ko huner tê de derbasbû ?
Huner yan tablo di her çar qonaxan de xwe eşkerekir li cihanê û mirovên li ser rûyê cihanê ,bera çi kes be û bera kî be?
Lê ji qonaxên piştî hilbûnê ta qonaxên berî şoreşa êlêktronî tablo û huner her tişt bi xwe re kişand û ji mirovan re bû ziman û bandora xwe baş li ser miletan kir, lê di van qonaxên şoreşa êlêktronî tablo bû wek dijminekî li himberî hunera êlêktronî sekinî , ev jî rastiyeke, wek ku qonaxên amûrên hesin derket bêtir ku li welatên rojava derketin bû dijminek li himberî cotkaran û cotkar kêm bûn û bûn çîrok, tirs jê jî heye ko wek beşê şêwekariyê hinekî di şoreşa êlêktronî de ne tenê kêm bû , lê tirs heye ko ev ziman di vê qonaxê de ne be asta her çar qonaxên ku hat buhrnadin, yan ku ev huner hebe , ew hebe wê bibe hunereke hevdanî bi teknelociya elktronî ya nûh re .
Gelek cara tê gotin ku taybetmendiyên hunermendan bi wan re tên dinyayê, heta çi astê ev dîtin
raste, yan jî bi demê re ev yek çêdibe?
Ti mirov bê taybetmendiyên xwe tune, di jiyana her şêwekarekî de jî wek 2 taybetmendiyên xwe hene , yek jê taybetmendiyên kesayetî , yan di taybetmendiyên ku ji kesayetiya xwe tine hindir`wêneyê xwe, lê belê wek ku şewkarekî navdar be helbet wê taybetiyên wî jî bi nav û deng be , bi wî mercê ku taybetiyên wî bên xuyakirin , anko ji veşartine derkeve , hin ji taybetiyên wan henin ta ko dimrin jî dernaxin , li cihkî din jî taybetiyên wan derdikeve bê berûpêç dîsa ew şêwekar pê tê êşandin , di nerîna min de taybetî dibe wek bîranînên şêwekar , yan gelek taybetmendiyên xwe di naveroka tabloyên xwe de ji temaşevanan re tîne ber çav, taybetiyên bi şêweyên rengan yan tevgera xêzên di tablo de yan rastiya tablo ew bi xwe asteke ji hunermend re û xwendevanên hunermend re ya arêni ew bi xwe dibistaneke ji hunermend re çi ku ew dibistan wî afirandibe yan lê hatibe şopandin, wek nemûneyên gelek dibistanên sewkariyê yen hunermendên navdar li seraseri cihanê .
We çawa dest bi vî hunerî kir, anko derdorê bandor li te kir, tu ketî bin bandora hindekan yan te hew dît ku di nava vê cîhana hunerî de yî?
Qet min bîrnedibir ku ez bibim şêwekarek yan xwedî omîdek, ji ber min xwe di malbeteke niştimanî dît û ez xwedî bûm , bi wî temenê xweyî piçûk bandora malbata min ya niştimanî li ser min hebû ne ku ez bibim şêwekarek , ez bi xwe fêrî hunera şêwkariyê bûm , ji ber bi wî temenê xweyî piçûk min nizanîbû karê niştimanî yan gava ko min buyerên tûj ku dihat li ser serê kurdan min dibhîst, zimanê min hîç tunebû ,lê gerek bû bê ku ez zanibim ez çi dikim yan ez şêwekarekim , min rabû di rêya pênûsa reş de hin ji wan wêneyên civaka xwe û çîrokên dema semênê xwe min bi guh dibhîst ez radibûm ji bihistina bûyerên kurdan min bi hest û perikên zuha min reng li ser dixist û ji wan bûyeran min dikir wêne ji xwe re ,yan min li ser perçak kaxet duristdikir,dîsa dibêjim civak û derûdaora min û asta ku miletê min, hişt ku ez fêrî karê şèwekariyê bibim.
Li gor dîtina we, şêwekarên ku bandoreke erênî li ser vê hunerê kirîn kî ne û çima ev şax di nava kurdan de pir kême?
Wek min destpêkê got, di wan her çar qonaxên ku me bi nav kir bi taybetî qonaxên hilbûnê ,nayên jimartin navên wan navdaran ku ez ji wer e bi rêz bikim , dîsa ew huner bû û ew hunermendbûn yên ku bandora xwe li seranserî cîhanê hebû , bandora wê hingê li ser parçê Asya jî kiribû, ew çax li Asya kesî ne digot ev kurde yan erebe yan eceme yan farise bê goman dewlet tinebû ku em bêjin ji kurda kî bû , bêtir di gotin bandora hunerî li Asya dikir yan ji Ewrupa hate afrandin yan li Efrîqya di geriya, yan di Emrîka re derket , li vir herkes karê bêje miletên Asya kî bûn ? Yan li Emrîka kî bûn? Yan li Efrîqya kî bûn? Wek îro tê xuyakirin ku her oqyanosek bi gelek netewa tê xuyakirin ,ew çax ji wè çaxê de netew henin ta vê çaxê wek dîrok, di vê qonaxê de kurd ji aliyê ragihandinê de di tariyeke û bindestiyekê debûn ,anko kurd jî hevbeşê wê dîrokê bûn û hevbeşê wê hunerê bûn,sedema herî gring ko kurd çima kêm bûn ? Ji ber kurd tè xuyakirin li ser serê wan her dem cirîd û ceng didomandin ,qet rawestandina xwe ne didîtin wek welatên Ewrupa ,yan Emrîka , wan ji sûdeya wêyî hunerî ji welatên mezin ,wek faris û Osmaniyan çaxa misilmantî hate rûyê dinyayê, dîsa dimîne hevbeşê wî karî wek ku ta niha gelek navdar henin ku tu vedgere bingeha wan yan koka wan ew vedgerin go kurd in,yan em vê jî jibîrnekin ku kurdan jî para xwe xwarin ji 2 sedemên herî girîng ku salin dirêj bandora olî li wan kir û bandora welatên paşketî ku dibin bindestiya wan de man bi hezarên salan derfet nebû ko ji aliyê beşê şêwkariyê pêşbikeve. Û navdar di nav wan de xuya bibe,ji ber wisa ta roja îro civaka kurdan dûrî beşe şêwkariyê ye!
Ji bo Arşevîn şêwekarî çi ye, çêj û dilxweşiya tabloyê di kû de ye?
şêwekarî nasnameya her Hunermendekî şêwekar e û tûniyeke yan eynikeke ku ez li himberî wê eynikê jiyana xweyî kesayetiyê dibînim û jiyana gelê xwe ya xêzanî û perîşanî qehremaniyê tê de dibînim,anko tu kari bêje; ji bo min şêwekarî Arşevîne û Arşevîn şêwekariye , di erêkirina bersiva min de jî ku ez erêbikim ji nasmirovên ku min nasdikin dibêjin bêtir waye yê şêwekar , anko nexeme ku bêje waye Arşevin yan gelek gava min dibînin di rûyê min de tablo û wêneyê min tê bîra wan, ev jî rastiyeke wek mînak gava tu çandvanekî di cih de zad û genim û garis tê bîra te yan tu gulfiroşeke bedew dibîne di cih di gulîstaneke gulan tê bîra te , anko dilxweşiya her tabloyekê hêvî û gulîstana vehesiya dila ye yan omîda çavên sêwiya ye, yan vehatina qelşên lêvên birçiya ye, yan çerandina gur û bizna ye ku bi hevre di tabloya minde bi hevre diçerin , wê çaxê ez ê xweşiyê di tabloya xwe de bibînim.
Gelo Arşevîn ji karê xwe raziye?
ez bi karê xwe razî me Wek berê jî min gotiye ez wek yekî cotkarim ku li benda hatina şînahiya çandiniya xwe ye, yan yekî karker ku li benda destmiza xwêdana xwe ye, lê ez ji asta karê xwe ne razî me !, Ez jî dikim wek mirovan, di xebitim şêwekariyê dikim, lê cima? , ez nizanim,?,bê gûman kar û berhemên hunermendan yan mirovan , bersiva mirovan dide , dîsa rewşa her hunermendekî ne wek yê dine û derfet avakirina wêneyekî ew derfet nayê ji her hunermendekî re gelek astengî pirsgirêk henin , pisîkolojiya her hunermendekî ne wek yê dine, piştgiriya hunermendekî ne wek yê dine, kêferata qata di civaka me de hunermend jî dibe sûcdarê vê kêferatê , ji ber hunermendin hene nan tune bixwin ew di çavên civaka me de dibin mirovên kêm , anko nayê hezkirin bera ku wek pêxemberekî anha be ! Aboriya hunermendekî ne wek yê dine, tenduristiya hunermendekî ne wek yê dine , derfetên vexwendina hunermendekî ji bo pêşangehekê ne wek yê dine, ragihandina karê hunermendekî ne wek yê dine, ez bi xwe tucarî nabênim asta karê hin ji hunermendan, heger bera navdar bû yan anha navdare ez bi xwe nabînim ji zanebûn û xurtbûna wêneyên wî , ez dibêjim derfet jêre wisa qediya, bi taybetî di dîrokê de,wek mînak û digel rêzgirtina min ji her olê re, heger Muhamed pêxember kurê roja îro ba wê di vi qonaxê de qonaxên şoreşa teknolojî û êlêktronî wê pêxember ba,,??, wek ko wî sona zana û pêxemberan danî ,,! , her tişt derfet û dem û piştgirî ji wan re wan navdar kirin, ji belî ko hêjayî navdariyê bûn , û ji bilî ko yê hêjabûn ko bibin navdar , ew nebûn navdar, ko ez razîbim ji karê wî yan ne razîbim , derfetên jiyanê ji Arşevîn re bi awayekîye û ji yên din re jî bi rengekî dineî
Arşevîn di tabloyan de dixwazê çi bide civakê?
Em ji civakekê çûn civakekê , yani oryantalî ta rojavayî , yan civaka kurdî ta Holendî , min di civaka Holendî de riya gelek ragihandinên wan de , êş û azirdana ku miletê kurd têde jiyan dibû, wêneyên min li her deverê eynika miletê min ,di eynika wêneyên min de 2 can tê de ye yek jê cama tê şikandin û yek jê wêneya eynika milet û civaka mine , ew şewqa wê eynikê ye, yan ronahiya wê eynikê ye, bera ev eynik li ku be , şewqa wêneyên min namire ji ber ew bi xwe civak û miletê mine , lê eynika min ew ê rojekê ji rojan wê bimre ji ber ew cama û ew cam jî Arşevîn e û Arşevîn jî mirovekî kurd e,? ….,, û tu kes namîne di jiyanê de, heta ku ez bimênim,/ îro ez li Holenda me li himberî min çi heye , civakek bi awayekî din li himberî mine, li gor reng û dabeşkirina naverok û rengan , ez dîsa hewldidim ku ez di riya stîla xwe de û tevgera xêz û rengên xwe de, ronahiya ji eynika wêneyên xwe de vî miletî bidim naskirin ,kî ye miletè kurd ,yan kî ye civaka kurd.
Gotina dawî:
Gelek spas bo westandina we û bi vê derfta hêja , ku min jî bi alîkariya we dilopek ji derya êş û derdê miletên xwe , mirovatiya rastî,peyva rast,birîna kûr ,hêviyên mirovên birîndar, ku di hindirên wêneyên xwede û di tiya raghandina we de em pir kêfxweşbûn: