Perçiqandina hevokan di hestekî bêjî de

Şepal Hêvo

Sitran kirîva demê ye,ew neviya keserên ne wergerandî ye.
Derengî şevê û ji nişka ve,dengê sitrana Hunermendekî  kurd xwe çengî guhê min kir,
bi dudilî mîna zarokekî  birçî ku çavê wî li destê  xelkê  ye,min li sitranê guhdar kir,
Jihevketina deng û gotinê di mêjiyê mûzîkeke beravêtî de,ez ajotim ber bi rexneyê ve, û çi rexne EZ REBENIM.
Di baweriya Sitranê de ku ew ji rexneyê bêpar e, yan jî di baweriya hunermendan de ku ew ji rexneyê bêpar in. Xwena mezim ji hunermendên kurd re ku ew li ser ekranê tîviyên kurdî derkevin,ev rastiya ku bûye pêşketin dihêle ku em bi şêweyekî arzan temaşevanan binirxînin

û bi çi awayî EZ BENÎ?.
Gotin balyozmenda pêwendiyê ye, bi saya wê her tişt dibe.Gelo gotin di sitrana kudî de ciyê rêzgirtnê ye?. Beşê herî mezin ji hunermendan nizanin gotinên xwe bineqînin, ango ev derfet ne mijareke pêwîste û ne ji wan tê xwestin û bi tenê guneh gunehê nivîskare.
Bikaranîna peyvê û şêweyê bilêvkirina hevokê dema yê sitranbêj wê ji gewriya xwe dertîne
Bê ku bizane yan jî pêmijûl bibe ku ev gotina xemgîn çi wateyê dide.. wê di bin dengvedana form de jibîr dike.

(Çanda hunermend ya qels û dûrbûna wî ji peyva kurdî)
Em tev de zarokên jîngehekê ne, jîngeha ku bi KÛÇIKÊ MANCO me ditirsand,ji vê baweriya civakî ya tije wate û pîrozbahî..sitrana kurdî xwe şuşt û xwe ji kevinbûnê dûr xist.Ew miletê ku hîn sûnda wî bi rojê ye xwe bi Çuklata dide nas kirin û bi ritmên civakeke din xwe dihejîne,
lê bi carekê ew nifşê ku daxwaza sitrana kudî û taybetmendiya wê  nas nake jê re  gereke,
û ew cemawer cemawerekî kurdî ye!.Destpêka her hunermendekî dema xwe di sitranê de dibîne rêberê wî tenê navekî mezin e û armanca wî ku Kasêtekê tomar bike, ev çanda ku bûye pêvajo di ramana gellek xortên nûhatî de rûdêma sitrana kurdî lawaz dike.

bê guman beramberî van kesên ku dengê xwe yê beravêtî dibjêrin me,kesin  afrêner,ekadîmî
sitrana kurdî bi şarezayî bi cîhanê didine nas kirin.
Rola hunermendê ku radihêje barê sitrana xwe û wê diparêze ji keftelefta malwêraniyê roleke pîroz e.. ciyê serbilindayê ye,ango ew sitran bi xwe sitraneke kurdî ye,û her wisa yê ku peyva kurdî bi bînberdaneke nû yeke resen berdide celdeyên kuhên me.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…