Guneh û Guman

 
Kemal NECIM

Û destên min yên tije pirs
(Ji Helbestvanê Min Yê Hêja Ehmedê Huseynî Re)

Çaxê ku bi sawêr bûm
gelî awirên behitî..!
Di destên min de çend pirsên mizawir
çendên din yên bêtebat û kûvî
dilê min ji rê dibirin

û hişê min diajotin guneh û gumanan…!
***
Çaxê ku bi sawêr bûm
Gelî , hûn,
yên matmayî…!
min gunehên hiş disipartine xwê û şewatê…
û li yên dil dibihûrîm…
***
Di destên min de a niha jî
ku ji we re vekim
gelî ramanên di bin barê rastiyan de tevzî…!
dastanek telesim
û bersivên mişt şîretên pêşiyan..
hişê min ji rê dibin
û dilê min surgunî şewatê dikin…!
***
çaxê ku a niha ye…!
gelî rêyên di binê fincanê de wnida…!?
ez barek guman im…
hatime ta ber deriyê we
di bejahiya awirên we yên behitî de
li pirsekê digerim
li ber siya wê
xwe
şîrove bikim…..!!
***
Hew maye bêjim;
Bi nermî, ku te xwend…!
Ehmedo can…..!
Ya ji te weye helbest e
min diyarî te kiriye,
heye ku birînek e te be
birîna piştê
Li min vegirt,
û ev serê çend helbesta ye
Di nav parsûyên min de jan dide…!

Girkê Legê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…