belavokên partiyan

Ji Qamişlo Konê Reş û Mîrê Tembûrê Seîd Yûsif 70 Saliya Cemîla Celîl Pîroz Dikin

     Di roja 19 sibatê de, mûzîkvan û folklorîsta Kurd a  jêhatî Cemîla Celîl derbasî 70 saliya xwe bû.. Em jî bi navê xwe û navê hezkerên mûzîk û starana Kurdî vê rojê lê pîroz dikin û temenekî dirêj di xweşiyê de jêre hêvî dikin. Her wiha gurzek kulîlkên Nêrgizan, ji bihara îsal 2010 a bi têr baran, ji Nêrgiziyên derdora Cizîra Botan û Eyndîwerê jêre pêşkêş dikin..

  Cemîla Celîl, eva ku tev temenê xwe, jiyana xwe di ber nivîs, danheva stranên kurdî, folklorê kurdî û mûzîka kurdî a resen de xerckir.. Wê di navbera 70 salî de, bi rangekî akadîmîk xebateke bê westan di ber ferheng û mûzîka Kurd de kir..
Heta niha wê 13 berhemên giranbiha û hêja ji me re pêşkêş kirine, ji bil alîkariya wê bi herdu birayên wê rehmetiyê Ordîxan û Celîlê Celîl re..
   Ew keça rehmetî Casimê Celîl e:(1908 – 1998), yê ku yek bû ji danerê bingeha rewşenbîriya Kurdî li pişt Qefqasê û diya wê Xanima Rizgo ye. Her wiha xwîşka rehmetî Prof. Dr. Ordîxanê Celîl e, yê ku profêsorê ûnîvêrsîtêta Sankt Pêtêrbûrgê yê berê bû û xwîşka Prof. Dr. Celîlê Celîl e, dîroknivîsê bi nav û deng e, di nav 40 melyom kurd de û xwîşka Zîna Celîl e. Her wiha ew jî pisporeke mezin e di warê folklor û Mûzîka kurdî de.
   Di sala 1940’î de, li Erîvana Paytexta Ermenîstanê, wekî zaroka sêyem a malbata  Casimê Celîlê, piştî herdu birayên xwe Ordîxanê Celîl û Prof Celîlê Celîl û berî xwîşka xwe Zînê çavên xwe ji jiyanê re vekiriye.
   Erê, bi vê helkeftê em gurzek nêrgiz bo wê diyar dikin, jiyaneke tijî hêvî û bi bextiyarî jêre dixwazin.. û spasiya wê dikin ku wê karîbû bi sedan ji stranên me ji devê mirinê biparêze.. bela di kêf û şahiyan de jî em hev bi bîr bînin, ne bi tenê bîranînên me, di mirin û şîniyan de bin..
Ji xebat û berhemên xanima hêja Cemîla Celîl: Kilamên Cimeta Kurda, Moskova, 1965; Kilam û Miqamêd Cimeta Kurda, Moskova, 1973; Stranên Cimeta Kurda, Erîvan, 1977; Kilam û Miqamêd Cimeta Kurda, Stockholm, 1982; Kilam û Miqamêd Cimeta Kurda, Moskova, 1985; Goraniyê Milliyekanî Kurdî, Hewlêr, 1988; Stran û Dîlanên Kurdî, Benda 1. Erîvan, 2001; Stran û Awazên Kurdî, Benda 2. Erîvan, 2002; Goranî Millî Kurdî, Silêmanî, 2004; Stran û Awazên Kurdî, Benda 3. Hewreman, Erîvan, 2006; Stranên Kurdî yên Gelerî, Para 1. Bona Koma Sazbenda, Erîvan, 2001; Stranên Kurdî yên Gelêrî, Para 2. Bona Koma Sazbenda, Erîvan, 2001.
  Anko kedeke bêhempa kiriye û navê xwe tevî endamên din ên malbatê derbasî dîroka zêrîn a edebiyat, nûzîk û çanda kurdî kiriye.
 
Konê Reş / Nivîskar û helbestvan
Seîd Yûsif / Mîrê Tembûrê
Qamişlo,25.02.201

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…