Yekin em, Ew e me hevûdu nedîtî

 
Hesen Silêvanî
Veguhetin: Mesûd xelef

Muzîk, her tiştî ji bîra min dibe,
tenê çavên te têne.
Darikê harê kemanê,
bi serxweşî
li ser bîbîkên çavên te,
dileyizit.
Awaz dizên û tu ji dûr ve,
destê xwe bilind dikî û,
dibêjî:

Dîno ne xendqe!!
Ez dê pirça te ya liber,
lêva bay berday,
bi sê tilên xwe badim,
tu dê li xwe zivirî û,
navtenga te, dê di destên min de,
xav be û,
lêvên min yên ez neşêmê,
dê gerdena te alîsin.
Bibûre xanim,
dînim ez,
li ber pêlên deriîyayê,
dîntir dibim,
demê te dikirasê kesikê,
bi sêvan reşandî dibînim,
nû, nû, nû,
çavên xwe yên pilingî,
li min nearihîne,
bibîne çend bayekê hîne,
li ber lêvên, şerabê, wênê xwe li ser girtî.
Dînim canê,
tu xudê kî hay ji min hebe.

Dê hêm, belê dê hêm,
dizanim çavên te li hîvîya hatina biharê ne.
Dê hêm, belê dê hêm û,
libin kefşê te yê,
bi deziyê ziravê reşê sitîyanî,
yê tu hinde şeva pê dixurî,
dê bi çend geza, îmza xwe, li ser çêkim.
Dizanim,
alekên te yên hîjîrî,
neşên xwe liber mûyên simbêlên min bigirin.
Çi nîne can,
hêdî, hêdî, dê fêr bî, dê xerîb bî.

Dixwînim xanim xewnên te,
dixwînî xanim xewnên min,
Yekin em, ew e me hevûdu nedîtî.

 

27 -28 -29/10/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Li Kazaxistanê

Li gundekî bi siya Stalîn tozgirtî

Bi çavin bêbawerî

û bi devekî vekirî

mîna şikefteke efsûnî

ji nav rûpelên dîrokê reviyabe

bîrdankek ji bin berfê rabû

û xwe avêt himêza çîroka mim.

<p...

Şêrkoh Mihemed

Li wirî tu hey xarîbê nêzîk

Li wir, dirêjbuna destê Jiyana min

Sal û Dar û … Bûharî

Bîra bayê hêzdar ji Bakurê laşê min

Başkên ji min û te, Çih lime çaxê rojava

Tenkdikî ..

ger tû li wir be …. Ez hema

<p...

Ebdûlazîz Qasim

Di zimanê kurdî de, pênc çawig (rader) hene, ew jî (an, în, din, tin, ûn), lê di axaftina kurdî (zarê kurmancî) de şeş çawig têne dîtin, ku çawigê (rin) li wan zêde dibê, lê di (zarê Soranî) de, çawigê R li ser çawigê D tê hijmartin, mînak:

Kurmancî: Birin,…

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…