Çilrojiya nivîskar û rewşenbîrê kurd Rezo Osê li Hannover pêkhat.

Di 11.4.2010, bi boneya çilrojiya wexerkirina xwedêjêrazî nivîskar û rewşenbîrê kurd yê qedirgiran Rezoyê Osê bi beşdariya hijmarek ji hezkiriyên peyva kurdî û çanda kurdî ya resen pêkhat.
Heval ên Rezo yên ku bi hev re di kovara PIRSê de kar dikirin, wek erk li ser bîranîn li dar xistin.
Şev bi xuleyek rawestan li ser giyanê xwedêjêrazî Rezo hate rawestandin

Nivîskar Merwan Osman, bi xwendina çend malikan ji helbesta wî ya bi navê  kevoka min, ku trajîdiya komkujiya Helebçe diyar dike, dest pêkir:
Lêkolînvan Heyder Omer, ku bi salan, di gel Rezo, di redakisiyona Pirsê de kar kiriye, gotara xwe ya mişt keser û kovan, ya bi navê „ Min çawa Rezo Osê naskir“ xwend. Rêzdarê navbirî, bal kişande, li ser sinc û nirx ên nivîskarê nemir Rezo û behsa nasîna cara yekem û axaftina dawî, ya ku bi telefûnê pê re kiribû, dema rehmetî, hatî Europa û dixwest dermanekî ji êşa xwe re peyda bike. Xala balkêş, ku mamoste Rezo, cih û rêza xwe di dilê her mirovekî de, ku pê re danûstendin kiriye, diçand. Ji bilî ku nivîs û xebat û mendûbûna wî, ku tu caran bîranînek weha nikare mafê wî bidê. Di navberê de, peyva malbata Rezo û malbata xezûranên wî mamoste Samî yê Ehmedê Namî hate xwendin û nivîseka mamoste ya dilşewat û dilkovan di derheqê zavayê wî de Rezo hate xwendin.

Helbestvanê kurd Mahmûd Badilî bo vê bîreweriyê helbesteke xwe ku diyarî giyanê seyda Rezo kiribû, bo komîta amadekar rêkiribû û hate xwendin.

Nivîskarê kurd Newaf Mîro, ji bakurê Kurdistanê, axaftinek kir û helbestek bi navê kevok, ku digel ya seydayê Rezo digunciya bo beşdaran xwend. Name û birûsk ên bi rêka E.mail an jî telefûnê gihabûn koma lidarxistina vê bîranînê hatin xwendin. Mamoste Konê Reş, nameya xwe bi vê boneyê rêkiribû, hate xwendin. Nivîskar Evdile Koçer di nameya xwe de, behsê seredana xwe berî ku seyda Rezo her ser heqiyê, kir û çawa wê seredanê kartêkirinek li giyanê wî kir û nûçeya wexerkirina wî çi akam li nav dil û giyanê wî hişt. Nivîskar Edîb Çalkî jî, ku bi sedema êşê nikarîbû beşdar bibe, bi rêka telefûnê xem û pejarên xwe bi vê boneyê diyarkirin, her wisa jî Dr. Zerdeşt Haco, serokê PEN ya kurd, xemgîniya xwe da diyarkirin, ku wî nikarîbû beşdar bibe, bi sedema karê xwe yê ji bo amadekirina mamosteyê kurd li Bonn ê. Lê diyar kir, ku mamoste Rezo netenê endamê PEN ya kurd bû, belê nûnerê wê li rojavayê Kurdistan bû, ji bilî ku hevalekî wî yê nêzîk bû.

Yekîtiya Nivîser ên kurd-tayê Duhokê jî bi vê boneyê mesaja xwe rêkirin û diyarkirin, ku çûna Seydayê Rezo valahiyeke mezin hişt, lewra jî ew dê roja 12.04.2010 bi vê boneyê, 40 rojiya wî di gel herdû mamosteyên nemir Hafiz Qazî û E.Hekîm Segvan li dar bixin.

Nûnerê Partiya PYD jî, ku di şevê de amade bû, bo komîta amadekar xem û pejareyên xwe ragehandin û daxwaza sersaxiyê bo miletê kurd xwest.

Careke din bi navê malbatê, Dr. Kamîran, ku hevlingê seydayê Rezo ye, behsa nasîna xwe û wî kir û kartêkirina wexerkirina wî li ser wî û malbatê. Biraziyê wî Azad jî axaftinek kir û spasiya hemî beşdaran kir û di pey re, çîroka Kêzxatûn, ya ku seydayê Rezo dabû hev  û ji wan re digot bo beşdaran gêra, bi mebesta ku mamoste Rezo, gelek guhdan bi edeba zarokan dida, bo dibistaneke kurdî li beramberî dibistana dagîrkeran ava bike û hingava yekem ji zarokan dest pê kir.

Di dawiyê de, T.Marînî, helbesta bo wexerkirina mamosteyê xwe Rezo Osê nivîsîbû û diyarî giyanê wî pak kir xwend.
Hêjayê gotinê ye, ku di nav beşdaran de jî, keça birayê seydayê Rezo. Evîn Mihemed amade bû, li rondikan rê neda ku biaxive.

Di dawî de, komîta amadekar ku ji Heyder Omer, Merwan Osman û Tengezarê Marînî pê dihat, spasiyên xwe bo hatin û cefaya hemî beşdaran yên ji dûr û nêzîk hatibûn pêşkêş kirin û sersaxî ji hemî nivîskar û rewşenbîrên kurd re xwest û bo malabta wî sersaxî û dana sebr û aramê xwest.

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…