Hevpeyvîn li gel Şanoger Kawa Şêxê

Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

  Şengor û mamosteyê şano Kawa Şêxê  di sala 1972 an de li gundê Broreda, yê grêdayî Bajarê Hesekê, li Sûryê hatiye dinyê.  Li Heskê û Helebê xwendiye. Ji sala 1987ê were di nava karê şanoya Kurdî de ye. Di gelek komên kurdî de cih girtiye: Tolhildan, koma Kawa, Koma Helebçe, Koma Hêvî..
Di şanoya Erebî de jî, di komên amoşgehên Hesekê de, Koma şanoya Karkeran, û ya leşkerî  de jî cih girtiye.
Di nava 2 rêzefilmên sûrî de rol girtiye û di nava gelek şanoyên kurdî û erebî de jî, lîstiye..

Her weha çîrok, şano û helbestê jî dinvîsinê û ji ber vê jî, li gelek deveran weku helbestvan tê binavkirin, tevî ku gelekî dixwaze şanoger bimîne..
Kek Kawa, şano çi ye, di mejiyê te de yê xebata salan li ser dika şano, şano li cem te tê çi weteyê?
Pirsek gelekî xweş e û cara pêşî jî, ev pirs ji min tê kirin, spas ji bo vê pirsê. Şano jiyan e, tu ji kesatiya xwe rizgar dibe û kesekî din dilîze. Rû bi rû li hember milet. Anku, sekna li ser dikê demjmêra herî xweş e di jiyana min de!

Cihê şano di jiyana wêje û hunerê de û gelo şano dikarê çi biryarê di jiyana civakê de bide?
Li gora ezmûna miletan, şano dikere gelek tiştan di hundirê civakê de biguhere, şano dikare wêje û hunerê tevde jî,  birêve bibe. Ji xwe şano diya hemû hunera ye, anku dikare di hundirê xwe de hemû rengên hunerê bicivîne.

Hûn dikarin bêjin şano wek helbestê, wek romanê, wek stranê, wek destan û çîrokê dikarê bandore xwe li ser cavakê bike?
Ne tenê wek wan, lê belê ji wana pirtir, şano dikare rêvebirya şoreşan bike, weku ezmûna  miletan ji mere dibêjin, bi gelek caran, milet ji dika şano derdikeve û dest bi serhildanan dike, Napolyon dibêje: şano û nan bide min, ez ê miletekî bidim te.

Di roja îro de rewşa şanoya kurdî û hûn çi cudabûnê di navbera şanoya cîhanê û ya kurdî de dibînin û divê kurd çawa nêzîkî şano bibin?
Rewşa şanoya kurdî xirab e, û di nava me û şanoya cîhanê de li gora min dora 600 sal ji pêşveçûnê heye, li ba me şano hîna zarokek e, em hewil didin ku miletê xwe pê bidin hezkirin û bawer kirin û li ba miletên din ketiya kultur û çanda wan. Înglîz weku miletê herî pirtir bi çanada bilind têne naskirin, dibêjin em miletê Şiksbîr in û ew jî şanogerek bû.
Divê miletê kurd, sazî û dezgeh li şanoya kurdî xwedî derkevin, qîmetê wê zanibin, û divê şanogêrin kurd jî wê li pêşbixin.

Berî demekê hûn hatin kurdistanê, armanca we ji vê hatinê çi bû, we çikir, we dixwest çi bikin?
Ez hatim Kurdistanê, armanc dîtina Kurdistanê bû û me ew dît, lê hinek armancên din jî hebûn, min hinek piroje, film, rêzefilm û pirtûkên çapê bi xwere anîbûn, lê mixabin neçûn serî. Lê dîsa jî baş bû ku min kampên kurda li kurdistanê ziyaret kirin. Û min Maxmûr, Qamişlo û Domîz dîtin û gelek kesên hêja jî min naskirin, înşelleh ew ê ziyaretên pêşiya mede, pirtir pilan kirî bin û wê pirtir aramnca xwe bi cih bînin.


Mamoste Ehmedê Huseynî û Şanoger Kawa Şêxê

Daxwaz û hêviyên we çi ne?
Daxwaza min ew e ku ez şanoya kurdî li pêşxim û ez pêdivîdarê xwedî lêderketina dezgeha me, şano karekî kolektîv e (cemaî) û ez bi tena xwe nikarim tiştekî bikim.
Hêviya min jî ew ê ku em ê karibin rojekê klasîkên cîhanê bi kurdî li ser dikê bilîzin.
Û em ê karibin miletê fêrî guhdar kirinê bikin.

Gotina dawî ku hûn ji xwendevanên rojname Evro re bibêjin?
Ez gelekî kêfxweş dibim dema ku ez kovar û rojnameyên kurdî dibînim ku sînoran nasnakin û ji hemû Kurdistanê mijarên xwe dinvîsînin, û me bi xwendevanan perçê din didin naskirin, bi rastî jî ew cihê serbilndayê ye. Û ez gelekî we spas dikim û serkeftinê ji were dixwazim.

http://www.evropress.com/Jêder:.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…