Wergêr: Xalis Msewer Zenbeqên reş di dilê min
Û di nav lêvên min de.. agirin
Ji kîjan hovîtiyê tû hate nik min
Ey hemû xaçên erniyê ?
Bi keserên xwe re bûme heval..
Û min destê xwe da çol û birçîbûnê
Qeher ye.. destê min..
Qeher ye.. devê min..
û xwîna damarên min ava qehrê ye
Ey xwênerên min !
pistepistê ji min hêvî nekin !
ji şahiyê bê hêvîbin
eve azariya min..
derbeke korfelaqî di qûmê de
û ya din di ewran de ye
besî mine ez qeherî me
Û agir pêşya wî qeh re
Dengê te, min di reh û dilê xwe de hilgirt
Ne xeme ku te ji şerê min qerya
Hemû çîrok di xwîna min de
Çifrît: li ser lêva min di fesilîne !
Min malik û neqşên wan dane ber bê
Ku ne wek şûrên êgir be.. qafiya min !
Bi mirin, yan bi tune bûna tîpê.. bawer bûm
Yan ji dijminê xwe re min kindira şenqê danî !
Bi tîpê bawerim ku agir be.. ne xeme ku
Ez.. yan stembarê min arîbin !
Gava ez hatim xwar.. Bese ji hilgêrê ala min re
Dema ku xelk li ser tirbê binivîsin
“Ew nemiriye”
Û min destê xwe da çol û birçîbûnê
Qeher ye.. destê min..
Qeher ye.. devê min..
û xwîna damarên min ava qehrê ye
Ey xwênerên min !
pistepistê ji min hêvî nekin !
ji şahiyê bê hêvîbin
eve azariya min..
derbeke korfelaqî di qûmê de
û ya din di ewran de ye
besî mine ez qeherî me
Û agir pêşya wî qeh re
Dengê te, min di reh û dilê xwe de hilgirt
Ne xeme ku te ji şerê min qerya
Hemû çîrok di xwîna min de
Çifrît: li ser lêva min di fesilîne !
Min malik û neqşên wan dane ber bê
Ku ne wek şûrên êgir be.. qafiya min !
Bi mirin, yan bi tune bûna tîpê.. bawer bûm
Yan ji dijminê xwe re min kindira şenqê danî !
Bi tîpê bawerim ku agir be.. ne xeme ku
Ez.. yan stembarê min arîbin !
Gava ez hatim xwar.. Bese ji hilgêrê ala min re
Dema ku xelk li ser tirbê binivîsin
“Ew nemiriye”
…………………………………………………