Sorikê

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com


Omer kurê As
,* wek ko di dîroka Ereban de hatiye nivîsandin, qehremanek bû. Rojekê pêximber Muhemed, Omer kurê As dişîne cengeke giran, demeke kin an dirêj vegeriya û wekû dibêjin, mêriko serkeftineke afsaneyî kir û hem jî ew xelk talan kirin(jin û mal) bi xwe re anîn.  Qehremanê Ereb û deqê pêximber Omer kurê As serbilind, sinbêlan ba dide û bi wê payebilindiyê di civata Muhemed û hevrêyên wî de rûnişt. Ji her hêlê ve zilamên pêximber pîroziya wî û ola (şûr) li ser evê serkeftinê kirin.
Rabû Omer ji kêfan re xwest ko ji pêximber bipirse, da rûmetê xwe li bal wî binase, got: Pêximberê Xwedê, gelo “heztir” an şêrîntir kes li ber dilê te kî ye?
Pêximber bê dudilî û bê ko birame, lê vegerand û got: Sorikê *
Omer sar bû, lê zana bû, di cih de got pêximberê Xwedê! Mebesta min ji zilaman kî ye?
Pêximber yekser got: Bavê Sorikê!*
Omer kurê As pîs û sar bû, ew qas kar, xebat û qehremanî di ber “ola şûr û zor-zorinde” de û dawiya dawî, qenciya wî çû ji Sorikê û Bavê Sorikê re!
Gelekî dilteng nebin û bi taybetî bawermendên Kurd lê ev rastî nayêne veşartin. Min ev kurteçîrok anî ziman, ji bo ez ji we re li ser ragihandina kurdî û wekîniyekê an kemperiyekê bi çîroka Sorikê re bikim.
Bi rastî Sorikan(mê û nêr) şax û baxên xwe berdane ragihandinê, heta ko yên mîna Sorikê hebin, cih ji me yên çav hingivî, rû genimî, kej, esmer û reş re nîn e. Belê ragihandina kurdî bi giştî dibêjim, lê taybetî televizyonên partiyan, malperên cor bi cor, kovar û rojname jî, ji evê rewşa bilindkirina Sorikan ne kêm in! Vêca gelî xwendevanan, bila hûn ne gelekî geşbîn bin, û neramin dê zû bi zû ev rewş bê guhertin!
Em Kurd bi giştî ev çanda sexte di serê me de hatiye çandin, dibe hinek ji me diramin ko rê bidin kesên xwedî rêz û rûmet (mebesta min bi pênûs, huner û şêwe…h, d) lê mixabin kesên ko ferman û şêwirdarî ketiye destên wan de, nahêlin afrêner bi mafê xwe şad bibin.
Naxwazim nimûne û navan bibêjim, lê çi kesê/a ko nêzîkî evê seqayê ye, sextekaran baş dinase û dizane jî ko heta ji wan bê rê nadin hunermend, nivîskar, rojnamevan û torevanên hêja!
Pirgotin di evê mijarê de sûde nîn e. Di seredana min î welat a dawî de, bi gelek hevalên nivîskar, hunermend û rewşenbîran re rûniştim, me derd û kulên xwe parve kirin. Hemû gengeşeyên me ne dûrî evan mijaran bûn.
Hevalekî li ser “nivîskareke jin” ji min pirs kir, û got: Te hevpeyivîna wê a dawî xwend, min got na! Got ev nivîskar pir bi nav û deng bûye! Min got çawa? Got heta niha bîst hevpeyivîn û gotar li ser hatine nivîsandin, tev ko temenê wê ê internêtî ne bêtir ji du salan e!  Vêca min jê pirsî; eger nivîskareke internêtî bi temenê xwe dusalî be û bîst hevpeyivîn digel bûne, ma ev tê wateya ko ew bi nav û deng bûye? Got tu dikarî evê pirsa xwe ji ragihandina me a sexte bikî!
Di ewê gengeşeyê de hilbijartinên Îraqê li bîra min hatin, nivîskareke Kurd li Ewropa dijî, weke berbijar ji hêla partiyeke Kurdistanî ve hat hilbijartin. Ew jî nivîskareke internetî ye, ji berî çend salan ve pesnê serok û merokan dide û name û şabaşiyan ji vê hêlê û ewê hêlê re dike. Di evan hilbijartinên dawî de, gelek deng anîn û biserket, beraber jî siyasetmedarin berbijar hebûn, temenê xwe tev de di xebata netewî de derbas kirine, biser ne ketin! (Bê guman ez ne dijî dengdana dîmuqratî û nerîna dengdêran im).
Pendeke kurdî heye dibêje “Hin dikin, hin dixwin” bila ev dem jî wisan biçe, bila sextekar bi destên sextekarên weke xwe biserkevin, lê ez bawer nakim rewş wisa çewt û leç bimîne.
 ____________________________________________________________
Sorikê: Ayişa (Diya bawermendan), keça Bavê Bekir, hevrêyê pêximber Muhemed, sala 4 ji pêximberîtiya Muhemed ew ji dayik bûye û sala 58an jiyana xwe dest daye. Hêjayî gotinê ye, dema Muhemed ew li xwe mehir kir, 9salî bû.
Bavê Sorikê: Bavê Bekir
Omer kurê As: sala 573z ji dayik bûye û sala 664 jiyana xwe ji dest daye. Kurê Asê Qureyşî ye. 


Avestakurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...