MEYDANA BÊ DENG


Lewend Dalînî

Dîmenê te,
Liser mercên dilê min
Koça xwe danî.
Û di meydana bêdengîyê de,
Awazê xwey evînî,

Kok kirin..
Tayê teyî nerm û xiloxavî,
Dihate ristin!
Û li bejna min,
Di hate pecan.

Ramanên min jî
Weke tayê te
Rengîn dibûn û,
Di tevzînokê,
Peravên te de,
Lebteke bê rawestan
Dijenîn!

Kenê te li ser lêvên min,
Di rawestîya;
Û,
Ziwabûn,
Bi têhnê
Rewa digirt!
Û hêwî dibû!

Germîya dilê te,
Cemeda axaftinê minî sar,
Dikuşt!,
Û memikên renga
Di hatin mêhtin,
Û şil diman!
Hin bi hin
Sînor nêzîkî sînoran dibûn,
Û,
Dibûne yek!?

Weke mêkewê;
Biser damarên,
Di xwîn germîyê de;
Tu di xelîya!
Û,
Tu mêşinî dibû!?

Pêre pêre
Tenhaya sînorên maî jî,
Dihatin hêrivandin,
Û talan dibûn!

Meydana bê deng,
Bêdengtirr dibû,
Û ji meydanetî
Diket!?.

20ê çirya Paşî 2001
Siûdiya Erebistan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…