Îbrahîm GUÇLU
Bariya vê çend rojan, birayê Şerefeddîn Elçiyî îhsan Elçiyî çûbû ser dilovaniya xwe. Ew li Enqereyê hatibû gor kirin. Taziya wî pêşî li Enqereyê û pişt re jî li Cizîreyê hat bi dar xistin. Em jî (Ez, Reşad û Gulten Somukî, Hesen Çakirî, Seîd Werojî) duho (05. 03. 2010) çûn taziya Îhsan Elçiyî. Li taziyê bi agahdariya Tahir Vesekî em agahdar bûn ku Mele Şabab Bîlgiçî jî, di 04. 03. 2010-an de ji nav koç kiriye û çûye ser dilovaniya xwe. Em wê demê rabûn çûn Silopîyê şîna meleyê welatevînî. Dr. Îsmaîl Vesekî jî, ji me re rêberî kir.
Ez bi wefata Mele Şebab Bîlgîçî bi du wateyan gelek xemgîn bûm. Min ji aliyekî de dostekî xwe û gelê kurd welatevînekî xwe wenda kiribû; ji aliyekî de jî, ji mirina meleyê kurdperwer yê Darbeya 1971-an, eniya kurdperwer xwediyê çû agahdar nebû û ji bona wî di çapemeniya kurd de jî, yek rêzek jî nehatibû nivîsandin. Ez jî sitfeyî agahdar bibûm. Heger ez jî sitfeyî ji mirina Şebab Bîlgîçî agahdar nebibûma, derfet nedibû kû ez van çen rêzan ji bona wî binivîsînim û pêşkêşî reya giştî ya kurd bikim.
*****
Şebab Bîlgîçî, ji malbeteke gelek feqîr bû û çûbû li Herêma Otonomiya Başurê Kurdistanê dest bi perwerdayîya olî kiribû. Ew kesekî gelek jêhatî bû û ji bona vê jî di xwendina xwe ya olî ya medresê de kesekî serkeftî bû. Di heman dem de li Başurê Kurdistanê, di bin bandor û tesîra Ekola Berzaniyî de bibû kurdperwer û welatevînî. Rastiya Kurdistanê ji nêzikî de nas kiribû. Li wir têgihîştî bû ku mafê hemû parçayên Kurdistanê heye ku otonom be, bi tevayî neteweya kurd çarenivîsiya xwe ya milî tespît bike, neteweya kurd li Kurdistanê desthilatdar be û yekîtiya neteweya kurd pêk bê.
Şebab Bîlgîçî her çiqas ji Silopîyê hatibû dinyayê û li Bakurê Kurdistana jiyana xwe didomand jî, ji bona ku wî perwerdayî ya tirkî wernegirtibû, tirkî nedizanî. Loma ji bona wî di navbeyna beşên Kurdistanê de ferqek jî tune bû. Wî, kurd yek Milet û Kurdistan yek welat dizanî.
Şebab Bîlgîçî dema ku li Başurê Kurdistanê li herêma otonom xwendina xwe xelas kir û bû mele, di heman dem de biryar da ku di nav tevgere Bakurê Kurdistanê de cîh bigre. Wê demê dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyeyê. Lê dema ku ew dibe hevalê Dr. Şivan, ew ji aliyê bawerî de di heman dem de dibe hevalê Seîd Eliçiyî jî. Lewra ji bona wî di navbeyna herdu partiyan de ferqek tune ye. Loma jî dema ku Mele Şebab Bîlgiçî di operasyona fireh ya di dema Darbeya Leşkerî ya 1971-an de de hatibû girtin, wî di navbeyna wan herdu partiyan de ferqek nedidît. Lê ew bi çand û helwesta xwe ji bona ku ne sosyalîst bû, zêdetir nêzikî Partiya Demokrat ya Kurdistan Tirkiyeyê bû.
Ew bi bejna xwe ya dirêj, bi xîret û tirkî nezaniya xwe di Hepisxaneya Leşkerî ya Diyarbekîrê de navdar bû. Dema ku ew hatibû girtin, li Silopiyê Evdilkadir Oktenî, Axa Xurşît, Remezanê Haşîmogluyî, Tahîr Oktenî, Egît Tanrikuluyî; li Cizîrê Şerafeddîn Elçiyî û Sabrî Vesekî jî hatibûn binçavkirin û hepiskirin. Ev kesan dema ku ji nêzik de bên naskirin û analîz kirin, tê tespît kirin ku operasyona herdu Partiya Demokrat ên Kurdistanê bi hev re hatiye meşandin, dewletê jî ferqek di navbeyna van herdu partiyan de nedîtiye. Ji van hevalan Egît Tanrikuluyî, Şerafeddîn Elçiyî û Sabrî Vesekî sax in; hezar mixabin gelê kurd ew welatparêzên xwe yên din wenda kiriye.
Mele Şebab û hevalên wî dema ku hatibûn girtin, êşkenceyeke giran û ne mirovane dîtîbûn. Dema ku ew anîn hepisxaneyê, wan nedikarî ku li ser piyan bisekinin û bi rojan di nav cilan/nivînan da man. Lê dîsa jî ew û hevalên wî ji kurditiya xwe gelek kêfxweş bûn.
Wî, hevalên wî yên ji Silopîyê (Tahîr Oktenî ji derve) tirkî nedizanîn. Ji bona vê dema ku ew derxistin ber dadgehê, wan bi kurdî bi wesiteya wergêr parêznameyên xwe pêşkêşî dadgehê kirin. Lê dema ku Doza Partiya Demokrat ya Kurdistanê hat dawî, Mele Şebab kurdî fêr bû û pêrêznameya xwe bi tirkî û nivîskî pêşkêşî dadgehê kir.
*****
Wek min û gelek kesên din jî nivîsandine, Hepisxaneya Leşkerî ya Diyarbekîrê ya Darbeya 1971-an, di avabûna îdeolojiya kurditî û şikilgirtina Tevgera Bakurê Kurdistanê de rolekî mezin lêhîst. Di hepisxaneyê de serok, siyasetvan û rewşenbîrên kurd li ser du pirsên bingehî di nav gengeşiyeke mezin û kûr de bûn. Ev pirsgirêkên bingehî: 1- Neteweya Kurd dê xweser organîze bibe û an na, 2- Neteweya kurd jî, dê wek miletên din mafê çarenivîsiya xwe pêk bîne û an na. Kurd jî dê li welatê xwe desthilatdar bin û an na, dîsa û kurd dê xwediyê dewleta xwe bibin û an na, bû.
Mela Şebab Bîlgîçîji bona ku di nav çanda siyasî ya Başurê Kurdistanê de perwerde bibû, ev minaqeşeyên di nav rewşenbîr û siyasetvanên kurd de fahm nedikir û ev gengeşiyan abes didît. Ji bona vê jî, helwesta wî ew bû ku neteweya kurd rêxistina xweya xweser ava bike, neteweya kurd jî wek miletên din xwediyê dewleteke serbixwe be, an jî kêmtirin Kurdistan otonom û federe be.
Di hepisxaneyê de li hemberî dadgehê mafên neteweya kurd parastin jî pirseke gelek girîng bû. Gelek rewşenbîr û siyasetvanên kurd li dijî vê helwestê bûn. Mele Şebab Bîlgîçî li hemberî dadgehê parastina mafên neteweya kurd, wezîfeyeke kurdperwerî dipejirand.
Li hemberî desthilatdariya hepisxaneyê jî, xwediyê helwestekê bû. Wî wek gelek rewşenbîr û siyasetvan û serokên kurdan li hemberî siyaseta hepisxaneyê sistî nedikir.
*****
Mele Şebab Bîlgîçî hem kesekî zekî bû, hem jî kesekî gelek jêhatî û xebatkar bû. Ew di hepsê de fêrî tirkî bû. Dest pê kir bi tirkî binivîsîne û di dawiya dadgehê de bi tirkî parêznameya xwe pêşkêşî dadgehê kir. Hewil da ku îngilîzî û fransizî fêr bibe. Wî, bi daktîloyê nivîsandin jî fêr bû.
Ew dostekî nêzik yê Komun a DDKO-yê bû. Ew bi taybetî jî, dost û xwendevanekî Dr. Îsmaîl Beşikçîyî bû.
Piştî ku ji hepsê derket jî, xebata xwe ya kurdperwerî domand.
Wî, dibistan navîn û lîse ji derve de qedand. Hewil da ku bikeve unîversîteyê, lê êdî temenê wî dest nedida ku dest bi unîversıteyê bike, dev jê berda.
Wî, piştî hepsê sala 1974-an, dev ji meletî jî berde û di dema Serokê Şeradariya Enqereyê Vedat Dalokayî de, dest bi kar kir. Piştî dest bi kar kir, gelek caran, ji wezîfeyê hat dûrxistin û hat sirgûn kirin.
Di dawiya jiyana xwe de li Entebê bi cîh bibû û li wir jî çû ser dilovaniya xwe: Li Silopîyê, li bajarê bav û kalê xwe hat veşartin.
Bila serê malbat û hevalên wî, gelê kurd sax be.
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Amed, 06. 03. 2010