belavokên partiyan

Bîranîna serhildana gelê kurd li Sûriyê

  Roja 12 adara 2004 an, polîsên Sûriyê bi mebesta kuştinê temaşevanên fotbolê li bajarê Qamişlo dane ber guleyan û 9 kes kuştin. Di dema veşartina şehîdan yan xwepêşandanan de, li ser goristanan û di bin êşkenceyên hovane de gulebarana şovenîstan berdewam kir û jimara kuştiyan giha 31 xort û keç ên kurd. Bi sedan brîndar û seqet bûn, bi hezaran kurd hatin girtin û hikumên dirêj li wan hatin birrîn.
Rêjîma Sûriyê dixwest kurdan çavreşî ereban bike, wan bitirsîne û rêya daxwaza mafên netewî û meruvane li ber wan bigire. Lê gelê kurd bi raperîn û serhildan ên xwe yên gelêrî û herderî, yekîtî ya swe ya netewî û hêza xwe ya dinamîk bêhempa nîshan da. Bi xwepêşandanên tevayî,  cemawerên kurd diyar kirin ko, kuştin û têror wan natirsînin û ew tucarî têkuşîna xwe narawestînin.
Jibo rûmetkirina şehîdan, bibîranîna serhildana adarê di salvegara wê ya şeşan de û nirxandina rewşa kurdan li Sûriyê, Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê (Bi pişitgiriya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê) ahengeke çandî roja şemiya 06-03-2010 an li ABF, Sveavägen 41, Stockholm, li dar dixe.
Di rojevê de filmeke dokumenter liser serhildanê û xebata gelê kurd jibo hebûn û mafên xwe yên netewî, çandî û meruvane heye.
Bi beşdarbûn û nerînên we emê şa bibin. Hemû ser çavan bên

Cih: ABF-huset, Sveavägen 41
Dem: şemî, 2010-03-06; 13:00-15:30
Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê -EKSS

EuroKurd News – eurokurd.net

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…