Li dûv her mirovekî gewre û şahreza miletek payebilind heye

Xalis  Mswer

Rezoyê Osê ew siwarê rewşenbîrya kurd, ku jiyan û dem û katên wî herdem di xizmeta kurdayetiyê de dihate derbaskirin, û mîna pêleke ji pêlên rewşenbîriyeke bilind û bêhemta gemya rewşenbîrya kurd, ber bi bejaya ronak û dahênaeke ji tore û kelepûr û wêjeya miletê kurd de di ajot.

Min Rezo ji demeke ne dûr ve naskiribû, lê çiqasî bi naskirin û hevaltiya wî şadîman û kêfxweş bextewer bûm, ku weha mirovekî miletperwer, payebilind, zana û rewşenbîr, hezker û welatparêz, ji dost û hevalên xwe hezdikir û bi dan û stendina xwe ya xweş, tucaran kesek ji xwe nedixeyêdan, û dilê kesî ji xwe nedihişt.
 Dibêjim Rezo yek ji pêxemberê zimanê kurdî li nav kurdên Sûryê bû, û şaxek bi kulîlk û rengîn ji şaxên bihara zimanê kurdî dora xwe xweş û rengîn dikir,  û hevqasî karîbû di dema xwe de, bi riya govar û gotar û nivîsandinên xwe yên hêja û resen, asta zimanê kurdî bilind bike. Dawî bi dilekî xemgîn û çavên bi hêsir dibêjim: Rezo xisareke mezin bû ji heval û milet û hogirê  xwe re, lê bi hêvîme ku wê sed Rezo li dûv şopa welatparêzî û rewişt û rewşenbîrya wî derkevin. Ey fêrisê zimzn û kelepûr û wêjeya kurdî, hevalê min Rezoyê Osê ji te re bihuşta baqî ji xwedayê xwe yê mihreban dixwazim, û ji ber vî dilê şkestî ve sed rehmet li gora tebî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…